STOCKHOLM, 6/3 2008 — Bila dar û devî, kevir û kuçik, kewar û pînik, esker û polis, şoreşger û mîlatanên “virrek” û zigurtên kuçeyan di ber xwe de bigotaya; bila dengek ji bêdengiya kurahiya wan şevên bêbext bilind bibûya, bê çend mahkûm û firar, çend rêwî û nêçîrvan derbas bûn di deriyên wan qesrên sipî de; di ser beroşên kevaniyan re. Dîwarên cemidî li ricifandin û lerizandina wan bûn şehad, tîna sobeyeke êzingan di hewara poşmaniya “simêlqeytan”an de bera pê dûçika kitana kevaniyê da.
Lehengên tifal da ser milên xwe tîr û kevan û bivirên seqakirî, bêyî ko tu hesabekî bikin, xwîna xwe xist çavên xwe li ser rêya dahfikên mizawiran, di çivikên çeqoberiyê de lezandin bi peyatî; ew tu carî nefikirîn li fortên fermandaran ko gaziya xwe bigihînin taveke çelesiriya nîsanê da bi qêrîn û hewar ke.
Ew ordiyeke fêrizan bû li ser rêya moristaneke gêrikên zer û reş û hespînî; li pê hevdu rêz bûn bi teşbîtên eskerên Eyûbî, das û qalûç, tevrî û bêr li hewa dihezikîn, zope û balyoz li ser serê minafiqan vîz dibûn.
Gava ferman radibû, artêşeke minafiqî li dû koçeke bêserûber dibû Rêya Kadizê ko ne serî û ne jî binî hebû. Cîh û war û sitar nema, lawên bavan bûn noka li kevirî, dê weledê xwe avêtin. Sungî bi serê tivangan ve bûn şûjina derkirina serê terrikê eshabeyî, gule li malzaroka reşaşeyan sor bûn mîna pazpazokan û rê li ber çêlkewan şaş bûn.
Hewara wan, himbêza enikên dilşewitî, xweh û dodmam û keçxalên dilbirehmî bûn. Wan serbixêliyan daw û delingên xwe dikirin sitar û talde; risqê zarokên tenasekinî dikirin qirika xwîniyan û xar dibirin deriyê ciranên xwe ko bikin savar û şorbeyeke tîngermî. Ew bûn yên ko li lawên bavan dikir sitar û h’ewî; dest li ber rehmê vegirtî bûn, hêvî ji wî seriyî ve bû ko roj biçûrisîne û miz bide perr û bazikên tebayên bêserî.
Alemê her weha dît xweşk û xaltîk û amojin; bi kinayî reng û hinerê“JIN”ê, deriyên eşîr û qebîleyan bi zarxweşiya wan vekirî bûn, bi mêranî bûn navsere û dapîr.
Hertim xelk û alem li ser sifreyên wan bûn û misrefên seriyên berx û beranan di nav de, li ser destê xulam û xizmetkaran dibûn leylan; maldar bûn di malên xwe de, ji cewêlekan re nebûn mijara henek û qeşmeriyan. Ji xwe li ba me adet weha bû ko dê û metik û etik bûn yên bi seriyên hespên serkêşên îsyanê dikirtin; bi du dengan ji wan re dilîrand û pakêteke fîşek li xizneya modiliyê dixist û berê wê bi qesir û qonaxên minafiqan ve dikirin. Ew tu carî nebûn yên piştperdeyê, hertim li pêş bûn mîna şêr û şepalan, loma jî hewcedarî bi gotinên teresan tune bûn, ji ber ko ev adeteke kevnare bû di nav maliyên me de.
Kevir û kuçik û dar û devî şehad in ko jinên serbixêlî çawa radipelikîn li birrek û zinaran da du dilopên ava qudretê li devê evîndarên bermiradî bikin.
Sibat, 2006 |