STOCKHOLM, 2/3 2008— Tam sê meh di ser wê rojê re bihurîn. Wê roja ko dilên dostên te, yên heval û hogir û merivên te ji kokê de hejand… Piştî nodûheyşt rojan em careke dinê li bin wî banî, li ber siya wan çîrok, helbest, roman û wê dîroka bêbext, li ber perê wê ava şîn û li hemberî wan keştiyan hatin ba hevdu ko ew ji bona xatirê te di selayiyê de sekinîne.
Tu bawer bikî ko çavên hemû mêvanan li rêya te bûn. Civînê bi derengî jî dest pê kir, xelk bêsebir bûn, birçî bûn, dixwestin cixareyê bikişînin; atmosfereke bi kizekiz hebû, lê dîsa jî kesî xwe ji ber nehatina te ya dereng aciz nedikir. Ez dibêjim aciz nedikir, lê kêfa xwe jî nedianîn. Ji me hemûyan hebû ko wextî serê te di serdera deriyî re xuya bibe, wextî tu ji pişt wê camekanê xuya bibibî û bi wî dengê xwe yê dawidî silavekê li mêvanên hazir bikî… Ez nizanim bê ji ber çi bû, lê bi piranî mêvanan pirsa te ji min dikir, qardaş... Her çi qasî min ji çend kesan re diyar kir ko ez vê gavê li vî cîhî karî nakim jî wan her bi melûlî, bi mahsûmî li çavên min dinêrîn. Ji wan hebû ko hatina te ya wê gavê di destê min de bû, weke ko ez nahêlim tu werî û bi wê mizicandina xwe ya hercar bi wan re bibişirî û bi wê devlikeniya xwe îlan bikî ko tu dê ji bona demeke nediyar, li devereke dûr bî… A wê yeka hanê ez ji dilî ve birîndar dikirim. Mîna ko birîn û derbên di laşê min de, kul û kederên di hinavên min de, tevlihevî û gerînekên di mejiyên min de têra min nedikirin, îcar wê êşa hanê jî te dikir tevê, qardaş…
Ez nizanim bê ji meraqa nehatina te bû yan jî ji ber fêrbûyina rûtînên hergav bû ko mêvanên te/me weha bêsebir bûn; ez nizanim bê kesî xwe fêrî wê yekê nekiribû ko dikare rojekê bêyî te jî civat li ber siya wan pirtûkan, li bin tebeka wan kovar û rojnameyan bigere yan jî ji ber hizna wê kêlîkê bû ko rûyê her kesî daliqiyayî bû; nizanim bê nifir yan jî şêkêrandin bû ko ji her ref û dolabekê, ji çavî û dexlikekê dimizicî; her gotinên wan bi kurmancî, bi zazakî û bi soranî bûn ko dikir haho û gazî dê û hevserekê, nizanim çi felaket û qiyamet bû, qardaş…
Di rûyê her kitêb û ferhengekê de, di taldeya her neynik û pencereyekê de, di keçika çavê her heval û dostekê de, di binê qedeha şeraba her gulîzerekê de, di newqa her gotin û pyvekê de, di quncika her dîwarekî wî mekanî de, di nav rêzên her helbestvan û novelîstekî/e wê rojê de, di awirên her esmerekê de û di serşûjiniya serê pêxîla her şahbanûyekê; di binê gola ko li hemberî wî mekanî de, li ser qesir û qonaxên mîr û padîşahên wî bajarî de û di bextê mêrên durist de, di awirên yara bêwefa û di nav hinavên ezmanî de, di her gav û seet û deqîqeyê de, di samîmiyeta dilsozî û destbirakiyê de, di ber piziya hundirê avahiya xêr û gunehan de ez li te rast dihatim… Tam li ber wî deriyê ko xêr û gunehan ji hev vediqetîne; min li dora xwe nêrî, min li te nêrî û min li asoyê şût î tahzî nêrî; min di wê kêlîkê de ji xwe pirsî bê ew rastî, yan jî xeyal bû/e…, qardaş.
Ma êdî çi ferq dike ko ew rasî yan jî xeyal be? Çi ferq dike ko ciwanmêrî yan jî mêrxasî û qahremanî be? Çi ferq dike ko ew egîdî û pêlewanî be? Çi ferq dike, çi?
Hezîran, 2007
Têbînî: Min ev nivîs bi minasebeta sêmehiya wefata Nedîmê rehmetî nivîsîbû ko merasima wê rojê li Kitêbxaneya Kurdî çêbû, lê min ew belav nekiribû. Ez vê gavê bi wesîleya bibîranîna salvegera wefate wî belav dikim. |