STOCKHOLM, 2/2 2008 — Rabin malxerabno, rabin… Rabin! Dawa xwe têxin devê xwe û li paş xwe nenêrin. Ji wê de tê şahê kevçiyan, rabin… Li ser sifreyên began rijyane hestî û kejî, virîna tirşik û birincê ye, rabin. Zirsimbêlan bidin aliyekî, bi doxa kevçiyan bigrin û li binê qubeya birincê bixin. Milê xwe bidin milê hevdu û bi melêvanî lêxin; ev ne palûte ye û ne jî qubale, teşta nanî li eniya xwe xin mîna mêran, ev ji ber ked û tahba we ya camêrane ye…
Heger zikê we têr bû, rabin ser xwe û bikin qêrîn û wîrqînî, ji hinav û gurçikan bang bikin bi zûrînî, halanan di tirrek û virrekan de hildin; bila tembûr û ribab saz bibin û li ser defa sînga mirî û şehîdan govendeke lotikvaniyê li dar bixin, bi çarpîne herinê, toz û rimilkê ji erdê rakin; roj, ev roj e. Herê, herê, herê… A di wir de ye, haaa. Bigre û bernede.
De lêxinê şelafno, lêxinê… Çep herinê û rast lê vegerin. Bila hûn li dohn û hestiyan neçerixin. Şûrên xwe bikişînin û qelemên xwe tûj bikin. Dest û zendên xwe hilkin û bikişin ser rûpel û sahîfeyan; bixemilînin manşet û stûnan, bila mîrekên simbêlhinekirî zikê xwe bel bikin, porên xwe boyax bikin û hûn jî li biniya lingên wan palbidin, li bende çavlêkirin û îşaretan bin, brûskan bi flaşên wênekêşan xînin û zimanê ”cewêlek û fesadan” ji kokê de rakin da peyva we jî pere bike…
Bilezînin malvirîtîno, bilezînin… Bilezînin û biafirînin fikir û perspektîfên ”zêrînî”, rê bidin ber van ”cahil û nezanan”, hûn xwediyê fikir û qelemê ne, wê di hibrê dakin bi ”mêranî”, di kozikan kevin bi konetî, bila tu şika we tune be ji neqedandina barûd û saçmeyan; wa ye ji wê de tê şahê kevçiyan, ew ê ji we re bîne şekir û pîspîskên rengînî, merhemet û însafa wî bêqiyas e, ew ê destê xwe li serê we deyne û pîrozankekê bi porenîka we veke, ji ber ”mêranî û zîrekiya” we ya bi qahremanî. De hûn jî di bin simêlan re bikenin; roj, roja we ye. Bajoooo…
Lêxinê mêrno, lêxinê… Qet, bêtirs bin. Ma kî ne ew gendûgemar û kevjal û fêrîkên rewisî? Şûrê xwe bilind bikin û li hewayê ba bikin; seriyan ji ser gewdeyan bifirînin. Kî ne, ew ên ko ”bêedebî û serhişkiyan” dikin? Kî ne, ew ên ko qûna wan ya mirîşkê ye û li ser hêka betê datîne?
Lêxê pêlewano lêxinê; divê hûn lênexinê, divê hûn tif bikinê; divê hûn pê li serî bikin, kîr û gunan jê bikinê û têxin bêrîkê… Hûn serbest in. Lêxinê. Bi kevçiyan lêxinê, bi çetelan lêxinê, bi hestiyan lêxinê, bi qelemê lêxin; hema çawa ji we re baş be, bi wî awayî lêxinê. Lê qurmên simbêlan bi aliyekî din, heyran! Bila nekeve nav tirşik û avdohnkê, bîhna wan mîratmayan zû bi zû dernakeve…
Bilezînin! Bilezînin şelafno, bilezînin. Şorbe sar bûye, bilezînin. Heçê berê, gula zerê… Bilezînin gurxenîqno, bilezînin. Heçê berê, goştê ser birincê. Bijî û aferimên xwe li pişta xwe kin, xencer û şûtikên xwe ji bîr nekin. Li serê wê govê bi çarpîneyê herinê û bilîrînin. Şabaşê ji bîr nekin. Wa ye şahê kevçiyan ji wê de tê ko kurê bavê we ye, şabaşekê di ber de bidin û bila jineke çavşîna a dengzirav jê re bilîrîne. Yeke din jî di ber de bide û yeke din jî. Qet metirse ji xerc û mesrefê, ma çi qîmeta pereyên hûr heye? Bidê bidê bidê, yeke din jî bidê. Şabaşeke din jî bidê, heger pereyên hûr qediyan, destê xwe bavêje bêrîka hundir, bila destê we neşewite.
De îcar dora te şabaşçiyo… De ka bi çend dengan biqêrê, heqê xwe heq bike:
— Şabaaaaş, ha şabaaş! Şabaş ji şahê kevçiyan re, şabaş… Şabaş ji rehma Xwedayî re, şabaş. Şabaş ji gula xortan re, şabaş; ji mîrê mîran re, şabaş; ji serkana belengazan re, şabaş…
Ev baş nebû, yeke din bajo ber!
— Şabaş ji şahê kevçiyan re, şabaş … Şabaş ji wî û pêxwasên wî re, şabaş; ne ew bin dawet xweş nabe, şabaş… Şabaş ji şahê kevçiyan û dergevanê wî re, şabaş; ger ne ew bin civat nagere, şabaş; ger ne ew bin kes nikare tev bigere, şabaş; kes nikare here tûwaletê û nikare tu gûyî belav bike, şabaş… Şabaş ji şahê kevçiyan û dergevanê wî re, şabaş; ji çoqalîk û moqalîkên li dû wî re, şabaş. Şabaaaaaş ha şabaş. Şabaş ji rehma Xwedayî re ko me ev roj jî dîtin, şabaş…
Ding, ding, dig. Qir qir qirrrrrrrr… Berdin tirrekno, berdin. Îroj heye, sibehê tune ye, berdin. Roj, roja we ye, berdiiiiiiin.
Haa, ji bîr nekin ko çira kesî heta bi sibehê vêketî namîne, haaa. Lê dîsa jî hûn berdin. Li ser destî berdin, li ser çongan berdin, li ser piştê berdin, tek tek berdin, otomatîk berdin. Berdin… |