STOCKHOLM, 5/1 2008 — Helbet dîhnên Dêrikê ne ev tenê ne, lê me got ko gelek tiştên Dêrikê yên bi navûdeng hene, îcar em di rêza dîhnan kevin, ji xwe ev der dê bibe tîmarxane û zahmet e ko dor bê ser wan xisûsiyetên dinê ko em dixwazin ji we re qal bikin. Ji xwe meseleya me jî qalkirina hin tiştan e, ne tenê meseleya dîhnan e. Lê hîna mesele li ser dîhnan vebûye, qet nebe em çand navan bijmêrin ko hûn bizanin li Dêrikê bi tenê biaqil, nivîskar, hunermand, denbêj û zana tune ne. Heger deng biçûya Dawidê Heramî dê vê gavê bigotaya, “Lawê kevoka teqle… Min di jina H…. efendî niyo. Lawê çilvirika virviroka qulotanî…” û Weysoyî dê mîna hêlancûkê xwe biricifandaya, ew ê Adil û Dawidê ciwan di ser gotinên wî re bidana lotikan û ew ê Peqo û Baqo[5] ji Mezelê Kaloyî silavek ji wan re bişandaya…
Darên tûyên xemlî û bajarî, yên wîşne û kenêran, yên mişmiş û qeresiyan di newala Tûrcelê[6] de bi ser hev de mexel hatine. Ji Tilbisimê heta bi Serê Xabê[7] zeytûnên zoncik û mawî yên melqebazî û belotî zeytê bi ser erdên qeraç û çoraqî de dibeliqîne; tûtin, kuncî û fasûleyên teze di qamekê de ne; lat bi lat in, beran bi beran in şitlên hişkoke û hirmiyan; pîvazterk, silqisor û binerdikan destên xwe ber bi rehmeta Xwedayî ve kirine. Bi tahm û lezet in hilalk, qizwan û guhîjên wan palan; çûne di erş û ferşên Xwedayî de derketine navdariya hijîr, hinar û zeytûnên wê; cemidîbûna av û delavên wê xemleke bûkaniyê ye, mêxweşiyeke guhdarîkirina kewên gozel û firîna fatîmokan, ji tahma qeymaxê li ser hungivî ye dengê bilûra şivanekî li ber berqefê.
Ev Dêrik e, ne bi tenê dar û ber û pel û pincar lê hene; ew ne tenê bi hunermend û helbestvanên xwe xwedî marîfet e; qumarbaz, araqvexwir û dizên wê jî meşûr in. Hewce nake ko mirov navên wan li vê derê zikir bike, lê ew xwedî marîfet û keramet bûn/in, ew ne diz û kelaşên pez û dewarên mintîqeya xwe ne; li neqeb û kepirên rom û jonturkan in, gunên tirk û ereban dixin nav darikan, li talanên dewleta Elî Osmanî dixin û jin û qahpikên wan li ser maseyên pavyonên metropolan direqisînin. Bi pereyên wan dikişîne kaxetake bi qîmeta serwetekê û di binê şûşeyên araqê de dixwînin azana eşa û sibehê; çawa be roj dê hilê di şefaqa her sibehê de û marînî û borînî dê bi pez û dewaran bikeve, ji xwe risqê zarokan li Xwedayî ye, ji wê seetê û pê ve vegera destvalayiyê ne ji emrê îlahiyî ye.
Pişta Dêrikê li Çiyayî Maziyê ye û berê wê li beriyê ye. Beriya ko ji rengê şêrekî qilçixşînî ye, di pifkirina bayê jêrîn de radibe ser du lingan û bi ser hev de diqulipe qevd û sapên genim û nîskan… Axa ne, beg in, mîrek in xwediyê tîr û erdan; ji salê heta bi salê deyhn û faîzê dikin, lê ji ya xwe danakevin; berx û beranan ji mêvanên ezîz re serjê dikin, li binê kon û sitarên binêberiyê didin gerandin qahweya tahl û cixareya qaçax; li dora xortên kamilbûyî digerînin hinya zavatiyê û di ser serê ciwanên bi temberî û simêlqeytanî re jajoreke çardexurê li ezmanê vit î vala direşînin… Vê gavê têne kolan bîr û kendalên avê û bûye deşteke bihuştî ji penbo û berberoyên hustuyên xwe li ber tavê xwarkirî, kuncî û gijnîj bi hev re direqisin di çelê havînê de ko êdî ew bûne deriyê xêr û bereketa dermanê feqîr û belengazan. Êdî li xwe dikin cilên xweşik keç û xort û navsere, bûk û qîz û şêniyên wê bineberiyê bi hev re bextewar dibin; berên xwe didin dawet û dîlanên bi meqamê tembûr û ribabê. Dîlaneke dêrikanî digerînin li wê rasta berriyê û şabaş û halanan di çiyayiyan de hildidin; wê gavê ji pozê Meşkîna û Sadanê dibe reqîna tivingan, gule û zilik bi ser deştê de dibe zîpik û paîzok, destmalên kesk û sor li ba dikin qîzên qamkihêlî.
Çarçiyeke wê hebû/ye ko ji hêla Kaniya Gûzî ve mîna mirov şiveke hinarê li erdê xistibe, ew rip î rast bû/e, kevirên şayikî mîna dîlimên peqlaweyê di ber hev de raxistî bûn. Ji wî serî ve çend dikanên deriyên wan darînî hebûn ko ya pêşî berberxaneya Bro Qure û ya kêleka wê ya Broyê Arkoyê koçkar bû ko wî nedihişt tilî û pêçiyên me xuya bibin, hema pozikên qondereyên me ji hev biçûyana, malavayî du kêl û sê bizmar ji me re lê dixistin. Ji dikana wî wê de, Cemîl û Naîlê hesinker bûn, li kêleka wan jî dikana Emerê Husêno bû ko ew jî cawfiroş bû û li kêleka wî jî ya Rîreşikî... Yek li dû ya dinê rêz dibûn, di ser qahwexaneya Celalê Sor re dirêj dibû heta bi dikana mala Husênê Emîneyê ko fileh û misilman bûn ew ciwan û yextiyar da qezenç bikin risqên zaf û zêçan; wan ji heman kaniyê av dikişandin, ji heman aşî dihêran ard û arvanên xwe. Ji bilî cejna Remezan û Qurbanê, eydiya Hêkesorê jî hebû ko a “filehên”[8] me bû, ji bilî wê cudayiyê em bi heman zimanî diaxifîn, haya me ji tu bayên felekê tune bû. Ew ji me jîrtir bûn ko ji destên wan dihat cildirûtî, terzîtî, sefarî, xeratî, koçkarî û nalbendî; her weha ew şareza bûn ko ji tiriyên mazroneyî çê bikin şeraba malê û îkramî misilmanên tilterîqî[9] bikin. Her qurteke wê ji rengê ava qudretê bû, lê ew ji bona mêvanên ezîz û muhterem bû. Dirankêş û sabûncî bûn filehên me ko ew bereket û nameta Dêrikê bûn. Lê dilderibî û hustuxwar bûn her dem, çi cara ko di bîra wan dihat ew xwîn û qetlîama hovane ya rezîl û riswa, keserek dikişandin ji dil û hinavan, lê ji me nedibirîn merheba û selayî, kirîvaniya me li ser serûçavan bû heta ko hin xwenezanan nerevandin keç û jinên bi mahr û dergîstî...
Axatî û malmezinî di xwîna Dêrikê de ye, ji bav û kalan de hebûye ev kevneşopî. Li wê hêlê eşîra Rûtî û Salikî, li vê hêlê Xidrî û Mahmûdî û li wî jêrî Ebasî[10]. Vê gavê nema ye fitne û fesadiya berê, lê hewante nehatiye gotin ko kurmê şîrê heta pîrê... Car caran tev radibe ew pêl û liv, lê mala Xwedayî ava be ko kes bi wan re ranabe bi mîsala ko dinya bava bava ye. Di wexta xwe de ji hev kuştine mêr û mîrek, ketine ber hev bi hovîtî, girtine ser mehele û gundên hev bi dujminayî û serî ji ser gewde û laşan firandine, bi bêjingan fîşek hatine teqandin, her kes bûne mîna noka li kevirî û yek bi vî aliyî de, yên din bi wî aliyî de bûne firar û sirgûnên dewleta Elî Osmanî. Wan bêbavan nepirsîne li esil û fesl û eşîrê, hemû binecîh kirine mîna berxên li ber kêrê. Seriyê eşîrekê li Eskîşehîr û Bursayê û ya dinê li Mugla û Tokatê derxistine. Mêrxas û xweşmêr di ber eskerî de hatine kuştin mîna sehan û kesî negotiye ko rehmet û selawat li ser term û cesedên wan be. Serokeşîr û maqûl bûne ew li sirgûniyê û ketine tatola selameta malbatan bi taswasa nanozikê, bi miradê xwe şad nebûne, li çiya û bejayiyên welatê xwe nedîtine hêvî û çirûskeke bextewariyê, loma jî çavên xwe li welatên xeribiyê girtine bi hustuxwarî û melûlî, eynî ji rengê Mîr û Şêxî.
Dêrik serberjêr e. Pişta wê li Qulika Guran û Firneya Gawiran e, li milê wê yê rastê ye Bilxir û Kevirê Kerr, Dara Mahmûdan û Kortika Mezel e li hêla wê ya çepê. Berê xwe daye berriyeke bêserûber, di bin awirên wê re mexel hatiye Zeytûnê Berdîn, Qetaro, Xêratk û Kanîbîrka miradan. Dara guhîja li serê Êrge Babayî bi tena serê xwe rabûye qametê û destê xwe ber bi Tûrcelê ve kiriye bi îsyankarî ko dinale mîna keçeke sêwî.
-------------
5- Ev navên ko di vê paragrafê de hatine rêzkirin jî dînên Dêrikê ne
6- Li mintîqeya Dêrikê Çiyayê herî bilind e.
7- Li Dêrikê cîhekî herî xweş e û aveke mezin ji binê şikeftekê derdikeve.
8- Ermeniyên Dêrikê bûn.
9- Kesên ateîst
10- Li Dêrikê pênc eşîr hene û ev nav ên wan eşîran in. |