STOCKHOLM, 27/12 2007 — Ji bona her kesî cîhê ko lê hatiye dinyayê û her weha lê mezin bûye, zaroktî û xortaniya mirovî lê bihurî ye, di quncika dilî de cîhekî şêrîn e; ew perçeyekî bihuşta mirovî ye. Heger navseretî û yextiyariya mirovî jî li wê derê bihurî be, ji xwe êdî mirin û definkirina merivî jî wek xwedêdayinê ye li wê derê, tu cîhekî dinê para mirovî nakeve û belkî jî ew bextewariya herî mezin be.
Wexta ko hin kes ji min dipirsin bê ez ji kê derê me û gava ez qala navê Dêrikê dikim, pirsa li dû wê ew e ko kîjan Dêrik? Tiştê ko ez zanim bi navê dêrikê çar pênc cîhên din jî hene, lê ev Dêrik, ya Çiyayê Maziyê ye. Dema qala vî navê şêrîn dibe, çavên kesên li hemberî mirovî fireh dibin û bêyî ko tu negatîfiyekê bifikirin, ew qala çend nav û navdarên wê dikin. Heger ew kes ji başûr û rojavayê Kurdistanê bin, miheqeq di serê pêşî de qala navê Qedrîcanî dikin û heger ne ji wan deran bin, ew qala hin nav û navnîşanên dinê dikin. Ji ber ko Dêrik ne cîhekî sêr û bêber e, wê têra xwe nav û navdar, egît û mîrek gîhandine.
Her derek tiştekî wê yê meşûr heye. Diyarbekir bi cebeşên xwe, Mêrdîn bi qidamên xwe, Ruha bi çîxkufte û kebabên xwe, Entab bi fisteq û lahmecûnên xwe, Mereş bi dondirmeya xwe, Wan bi pisîkên xwe, Bedlîs bi buryana xwe, Mûş bi tûtina xwe, Melet bi mişmişên xwe û hwd… Lê Dêrik bi gelek tiştên xwe navdar e. Mesele; qîzên wê… Qîzên Dêrikê bi navûdeng in, ji bejnûbalê bigrin heta bi lêv û dêm û çav û birhan; ew bi mêranî ne, kejîzer in, navzirav in, awirxencerî ne; bi pozika solên xwe beroş û sîtilên li ser kuçikan diqulipînin, her yek ji wan bi deh mêran in ko kes newêre xwe di wan derxîne. Bayê kur e ko ne li tu erd û ezmanî ye, ew ji Zinara Siorê difîzikîne û di kuçe û sikakên taxa Kanîka Piçûkê de dibe hût û zîha, xwe li kumbet û mimberên mala Xwedayî dibezikîne, darên gûz û mişmişan ji tapanê de diqulipîne, kum û kolêzên mîrekan difirîne û dê û xwehên zekem û bapêşê dike bi pênc pereyan.
Xeto û Remoyê[1] wê hene ko serên wan bi qandî du hinarên melêsî ne, ew mîna şekirê nokan û biîvan in, qeymaxê bizinan in, gezoyê li serê derên zeytûnên xirxalî û belotî nin; ji bilî çêr û xeberan tenê tiştekî zanin ko ew jî pereyên hûr yên hesinî ne. Remo feqîr e/bû, lê Xeto afat û tofana Xwedayî ye ko stêrka wî li ezmanê heftan jî tune ye, loma jî binecîhên vî diyarî ew ji kokê de xesandine. Ew faziq bû ko rojê carekê xwe bi qûnpaşka jin û kevaniyên beg û maqûlan ve digirt û pê ve dibû çirçirk, dibû benîştê mezeloqî ko ji ber wî dibû hewar û gaziya kamkihil û gulîzeran di wê çarçiya serberjêr de.
Hemo û Hupo[2] hebûn ko ew jî ji dîhnên me bûn. Xelkê û alemê hemûyan ji Hupoyî nefret dikir, ji ber ko ew yekî kirêt û qijnikî bû, bela xwe bi merivî dida û gava diqehirî, gotinên ko biaqil jî nikarin bikin ji bin çengên xwe derdixistin û li ser çavê mirovî dixistin. Tiliya wî her gav di bêvila wî de bû û ew mîna mêşa di kundirî de bû. Gotinên wî yên ezberkirî hebûn ko digot, “Hupo dîn e, ha? Hupo… Hupo Ebasî[3] ye, ha? Ebasî… Ebasî, mêrê ca xwe ne, mêrê ca xwe…” û van gotinên wî dibû sedem ko çi meriv û çi jî raqîbên ebasiyan tut bikin wî. Wî ne belaya xwe di feqîr û fuqareya dida û ne jî pere ji wan dixwest. Heger mêvan yan jî xerîbek bihataya bajêr, wî rasterast berê xwe dida cem wan, birîna wî mîna ya kêçê bû, lê ji ber xwiya wî ya ne xweş, hin caran kesên li hemberî wî aciz dibûn û nedixwest pereyan bidin wî; a wê gavê ew dibû mêş û mozqirtik. Ew ji dû wan kesan nediqetiya. Heger wî kesî pere nedaya wî, wî dest pê dikir û kunyeya wî kesî û heft bavên wî bi gotinên tekirmeyî rêz dikirin. Tu dibêjî qey yek li pişt wî sekinîbû û hemû ew qisûr û kêmaniyên wî kesî û malbat û eşîra wî ji Hupoyî re vedigot, wî yek bi yek dida ber bêvila wî kesî. Ew kes him rezîl û riswa dibû ko wan kesên li ber devê qahwexane û dikanan bi wî bihisin û him jî di serê dawiyê de mecbûr dima ko mesrefa cixareyê bide Hupoyî… De ev Hupoyê ko temama dêrikiyan ji wî nefret dikir û nedixwest ko ew li ba wan rûne, min ew li tenişta xwe dida rûniştin. Ne ko xuya wî bi min xweş bû, lê qirdê wî li hustuyê min xistibû, çi bû, ez nizanim. Min ew li kêleka xwe datanî û min jê re çayek, du çay, sê çay û heta ko wî vexwaraya çay jê re dixwest. Min cixare li ser cixareyê jê re vêdixist û gava radibû, min pere jî didanê. Li ser çûyinê jî cixareyek ji min dixwest. Carinan, min bi zorê pakêta cixareya xwe jî didayê, lê wî bê madê xwe qebûl dikir. A ev jî Hupoyê me bû ko dêrikiyan jê nefret dikir.
Lê Hemoyê ko me xwest em bi Hupoyî re qala wî bikin, ew piçekî ebleyî bû. Gotina wî ya pêşî ew bû ko wî digot, “Ez di jina X…ê nim!” Îlhes jî ew ji dengê “miyawwwbûnê” aciz dibû ko hinekan ew deng derxistaya. Gava ew deng biçûya wî, ew perçe perçe dibû. Ez nizanim bê kê ew elimandibû, lê serê peyva wî û binê peyva wî ew kufiriya hanê bû. Vê dawiyê jî Hecî Beşîr[4] ketibû ber devê wî. Hema biqehiriya, digot, “Ez di jina Hecî Beşîr nim”. Serê dawiyê jî ew di mala Hecî Beşîrî de mir.
Ew ê dewam bike…
1- Ew du dînên Dêrikê ne ko birayên hev bûn.
2- Ew jî dîhnên Dêrikê bûn.
3- Yek ji eşîrên Dêrikê ye.
4- Hecî Beşîr ji malxalanên wî bû, him ew li mala xwe dikir xewê û him jî ew bi nan û av dikir. |