STOCKHOLM, 16/12 2007 — Êdî çi berpirsên siyasî yên başûrê kurdistanê nabêjin dê kerkûk û deverên din yên ji Kurdistanê veqetandî di van 15 rojên mayî de vegerin ser Kurdistanê. Xwe va ye serokê parlamentoya Kurdistanê Ednan Miftî di nameya xwe ya pîrozkirina cejna Êzî ya êzidiyan de hêvî dike ko sala 2008-ê sala vegeriyana Şêxanê, Şengalê, Kerkûkê û deverên din be. Berî wî jî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî got paşdexistina bicihanîna madeya 140-ê nayê wateya nebicihanîna wê. Ji van û gelek ragihandinên din yên van rojên dawiyê xwiya dibe serkirdayetiya me, xwe û me bo paşdexistina bicihanîna prosesa vegerandina Kerkûkê amade dike.
Van hemiyan, heta berî çend hefteyan digot ko divêt ev made di sala 2007-ê de bihêt bicih anîn û kurd paşdexistina bicihanîna wê bi çi rengekî qebûl nakin û eger ew bihêt taloq kirin dê rewş aloztir bibe û dê Îraq rastî problemeka mezintir, mîna şerê kurdî-erebî bibe. Ereb û cîranên Îraqê jî pê re, li dijî bicihanîna madeyê, kêm tişt di sala 2007-ê de bûn û ya wan xwestî bicih hat û ya serkirdayetiya me gotî ma gotin û çi jê der neket.
Ev qewimî û her tişt bi bêdengî di navbera Bexdayê û Hewlêrê de bi rê ve diçe. Ne qiyameta xelkê rabû û ne jî sekirdayetiya siyasî ya kurdî ya xelik di vê pirsa giring de perawêz kirî û nivandî reaksiyoneka mezin berçav kir. Xwiya dibe jî ko bi taolqkirina bicihanîna vê madeyê rewşa Kerkûkê û Îraqê aloztir nabe û kurd xwe li ser vê meseleyê har û dîn nakin, ji ber ko serkirdayetiya kurdî wê çendê naxwaze. Kurt û kurmanc ew gotin hemî ne rast bûn û li şûna hindê dê serkirdayetiya kurdî weha bike ko parlamentoya Kurdistanê bibêje ko problemên teknîkî rê nedan ko made di wextê xwe de bêt bicihanîn, ne ko hikûmeta Bexdayê bi inyet û planekirî rê li ber bicihanîna madeyê girt. Qey ew neçarin, ji ber eger û fişarên em dizanin û nizanin gotinên ji vî rengî bikin da rûyê xwe pê li hember xelkê xwe sipî bikin û emerîkiyan û yên din êciz nekin û nearînin.
Hêdî û li ser xwe şandeya hikûmeta me bi kubarî, wekî her car, çû Bexdayê ji bo ko bi awayekê şaristanî gotûbêjan li ser van pirsgirêkên ji Kurdistanê re çarenûssaz in bike. Ew hêjî, wekî di destpêka vê prosesê de, dixwazin bes bi rêya destûrê û qanûnê, bi danûstandinên xwe digel hikûmeta Bexdayê û erebên şîî û sinî, digel van yên parzînên wan pir in ji xap û fêl û nifişperêsî û bihêzxistina desthilata ereban (çi şîî û çi sinî) di Îraqê de, Kerkûkê û destexwîşkên wê vegerînin ser Kurdistanê.
Piştî Seddamî, erebên ko di Îraqê de ketin di desthilatê de, her ji Elawî û Ceferiyê piştî wî û heta Malikiyê niha, erebên parlamentoya Îraqê jî di nav de, hemî bi kiryar di warê Kerkûkê û deverên din yên kurdî yên ji Kurdistanê veqetandî de li ser eynî siyasetê meşiyane. Hemiyan hewil da astengan bêxin di rêya madeya 58-ê û paşî 140-ê ya cihê wê di destûrê de girtî de, da ko ew nehêt bicih anîn. Ji bo wan wext giring bû, bona ko ew tê de desthilata xwe bihêztir lê bikin û bişên xwe û agendeyên xwe li ser kurdan feriz bikin. Dibe wan di vê pirsê de û ji bo rêgirtinê li ber daxwazên kurdan, heta lihevhatinên piştperdeyan jî digel dewletên cîran yên mîna Îranê û Tirkiyeyê kiribin. Ew ne bes li dijî vegerandina Kerkûkê ne, lê ew dixwazin petrola Îraqê û Kurdistan tê de bi hemî ve di destên Bexdayê de, wate di destên ereban de be, ew dixwazin desthilatên Kurdistana federal kêm bikin, ew dixwazin bi rêya leyistinê bi pirsa budcetê û nedana miaşên pêşmergeyan û lawazkirina pêçêbûnên hikûmeta Kurdistanê yên madî û gelek pirs û astengên din Kurdistanê bindestî xwe bikin ve.
Şaşî di destpêkê de bû. Dema emerîkî hatin û prosesa jinavbirina Seddamî yan azadkirina Îraqê dest pê kirî, hîngî serkirdayetiyên kurdan û bi taybetî di warê Kerkûkê û deverên din yên ji Kurdistanê veqetandî de çi helwêst, plan û startejiyeka amade, dariştî û hevbeş nebûn. Hîngê hevrikiya wan ya partîniyê û paşî duîdareyiyê bû. Heta van demên dawiyê jî şûndest û kartêkirinên xerab yên wê hevrikiyê di Kerkûkê de hebûn û dibe jî hêj hene. Êdî hindî wêvetir diçe pirsgirêk aloztir û zehmettir dibe.
Niha jî şandeya kurdî li Bexdayê ye û cehdeya kurdî bi cejna heciyan û sersalê û leşker û balafirên cengî yên tirkî ve mijûl e û ev ji Malikî û hevrêyên wî re coşeka mezin berdest dike. Çima na û ew digel serkirdayetiyekê rûdine ko kêmtişt nikare ji wî re bibêje temaşa bike va ye cehdeya kurdî ji paşdexistina bicihanîna madeya 140-ê nerazî ye û qebûl nake û em nikarin li dijî daxwaza xelkê xwe rabiwestin. Lihevhatin û peymanên stratejîk li pey hev digel yên Bexdayê tên îmze kirin, lê qet yên li Bexdayê bi wê ya di wan peymanan de ye nakin. Qîmeta gotin û sozan li cem wan, bi taybetî li ser Kerkûkê û deverên petrol tê de heyî tunne ye.
Wextekî rêxistineka pir aktîv ya Referandumê hebû ko wê li destpêka karê xwe xelik di gelek pirs û prosesan de haydar û beşdar dikir. Ew jî bi partîniyê hat xesandin û hat bêdeng kirin. Gelo ma ne pir giring bû ji bo vegerandina kerkûkê û deverên din yên ji Kurdistanê veqetandî van partiyên desthilatdar û hikûmeta Kurdistanê bi xwe, bi rêya rêxistineka sivîl ya ji wî rengî, xelik di vê prosesê de beşdar bikira û senga xelkî di vê prosesê û gotûbêjiyên xwe de digel Bexdayê bikar bianiya?
Ma gelo ne wext e ko serkirdayetiya me wan hemî siyaset û gotinên xwe yên van herdu salên derbasbûyîn û sozên xwe yên ji xelkê xwe re di warê Kerkûkê û deverên din de dayîn li ber çavan derbas bike û li encamên berdewambûnê li ser vî rengê siyasetê bi ciddî rabiweste û jê siyaseteka kurdistanî ya hevbeş û armancbertir çê bike. Yan jî ev siyaseteka ji mecbûriyê ye, siyaseteka di bin fişara hemî aliyan û girrêna balafirên cengî yên tirkan di van rojên me yên îro de li ser gund û hîşetên başûrê Kurdistanê ye?
|