Gelo ko PKK li Qendîlî nemîne dê grupên îslamî yên terorîst cihê wan negirin?
STOCKHOLM, 3/11 2007 — Eger PDK-ê yan YNK-ê yan van herdu aliyan yan hikûmeta Kurdistanê bi resmî xwestiba PKK-ê ji başûrê Kurdistanê derbixe dê di egera hindê de şer di navbera wan de çê bibûya û dê encama hindê têkçûna îstîqrara başûr bûya. Ew bêîstîqarî dê bibûya delîve bo karên terorîstî li başûrî, dê Trikiye ew ji xwe re bikira hêcet ji bo têketina başûrî bi behaneya parastina ewlekariya sinorên xwe û lêdana PKK-ê. Dûr nîne Îranê jî hêzên xwe xistiban parçeyeka başûrî. Dê weha hem şerê kurdî-kurdî, ko yek e ji armancên dewleta tirk, hatibûya şarandin, hem jî dê ev hemî bibûya egera têkçûna desthilata siyasî û qewareya wê li başûrê welatî.
Diyar e desthilata siyasî ya kurdî bi vê dizanî û wê tecrubeya şerê xwe yê li hember PKK-ê û bi hezaran kuştiyên kurd li herdu aliyan li bîr e. Ew dibîne ko wî şerî PKK ji nav nebir û ew hêj heye. Ew dizane ko PKK ji tirkên şerxwaz û nijadperist re bes hêcet e û mebesta wan başûrê Kurdistanê û bi taybetê desthilata wê ya siyasî ye. Ew wê jî dizane ko mebesta wê bi nehêlana desthilata siyasî li başûrî kuştina kurdîniya bakûriyan e. Ew dizane ko PKK nebûya dê wan ji xwe re hêceteka din bidîtaya bo ko pê rê li ber mana desthilata siyasî li başûrî bigirin.
Diyar e ne bes ji ber van egeran desthilata siyasî ya kurdî û hêzên wê yên siaysî heta niha qebûl nekir şerê PKK-ê bikin. Ji bilî vê egereka din jî heye ko başûrî xwe li ser hebûna PKK-ê li Qendîlî û deverên sinorî bêdeng dikir û ew jî ew e ko desthilata siyasî li başûrî dibîne ko baştir e PKK li Qendîlî bimîne li cihê ko hinekên din bên û cihê wê bigirin. Wan ew wekî perjanekî di navbera xwe û terorîstan de dîtiye. Hem serokkomarê Îraqê Celal Taelbanî û hem jî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îşaret kiriye vê rastiyê. Bi dîtina wan ko PKK ji wan çiyayên asê hat derxistin dê grupên misilmanên fundmentalîst û terorîst cihê xwe li wê derê çê bikin.
Weha diyar dibe ko ew grup heta niha ji ber PKK-ê neşiyane xwe li wan deran binecih bikin. Îmkan heye ko piştî derxistina PKK-ê ji wê derê grupên terorîst bikevin nav wan çiya û deverên asê û ev bi xwe dê bibe fektereka xeternak û rêxweşker bo têkdana îstîqrara başûrê Kurdistanê. Ev jî hem yek ji armancên dewleta tirk e û hem Îran jî dixwaze bi terorîstên xwe yên misilman perjanekî di navbera xwe û Emerîkaê de çê bike û herweha pê rewşa emerîkiyan li Îraqê û Kurdistanê xerabtir lê bike.
Herçend e Îranê di van çend salên borî de gelek arîkariya PKK-ê kir lê xwiya ye êdî bihêzbûn û hebûna wê ne di berjewendiya wê de ye, lewma ew jî dixwaze wê ji nav bibe û wan çiyayan jê paqij bike. Lê dûr nîne ew dê piştî hîngê hewil bide wan çiyayan bi grupên terorîst yên girêdayî xwe tijî bike. Lê ev ne bes ji başûrê Kurdistanê re xerab e, belkî ji hemî herêmê re û berî hemiyan ji Emerîkayê û berjewendiyên wê di herêmê de ne baş e.