STOCKHOLM, 26/10 2007 — Diyarbekir… Bajarê maqûlan, şahneşîna sitî û şahbanûyan, warê hisreta derketiyan. Tu mekanê miqedes î, li ber ziyaret û tewafên te keç û xort li dora hevdu bi lotik û çargav in, roj li ber avayê ye û birmeyên deriyên bedenê bi zingar in… Wexta fitarê û lêketina urrurrkê ye, temsîkeke agirî li ser destê gulîreşê ye û mîrê bajêr li ber mirinê ye.
Amed e navê te, nizanim bê me xêr e, em li kêleke delav û ziyaretên te serxweş in, qedera me di destê îlahiyên heqî de ye ko marê reş xwe li delingên miqedesan gerandiye…
Navê te Diyarbekir e, derûdora te bi çal û newal û borange ne; tu mîna qultên û bîreke bêbinî yî ko zîhayekî çarserî li ser devê te mexelhatî ye; mêlava egîdan, keleha mediyan, sikaka xencerkêşan, meydana halanên axa û began, pencereya hêviyê, kendava şaristaniyê; evîndara helbest û çîrokê yî, tu; Amîda…
Hooo Diyarbekira xopan! Ez ahd dikim ko em ê te bikin bûka welatê xwe; bila tu şika te ji vê yekê tune be. Bi sedan egîd û fêriz di rêzê de ne ko xwe bi guliyên te ve daliqînin; bi hezaran keç û lawên bavan xwîna xwe bi ser Dîcleyê de diherikînin, li daw û delingên Heskîfê digerînin, bi kelek û keştiyan gul û gulşîlanan di sînorên derewan re dibihurînin, xwe li peravên Xabûrê radipelikînin û li ber deriyê Îbrahîm Xelîlî dawet û dîlaneke azadiyê digerînin.
Li ser te rabûne bi dehan qiyamet û felaket, li ber her deriyekî te bi sedan qurban ketine rêzê, ji dêvla pelên tûtinê dest û serî ji devê mengenyê re bendeke ne, li ber keleh û bedenên te siloriyên agirî rapelikîne sîng û ber û pêsîrên suravêrkên li ezmanî; li qirika xwe gerandine kindirên hêviyê, xwe bi werîsên bendekeyên kitêbên miqedes daliqandine lok û beranan, baz û qulingan dadane çêlikên pisîkan, zarokên di pêçekê de bi serê singuyan ve bûne gulîr, li ser serê mîferên bi heyv û stêrk leylan û perwane nin… Ameeed…
Hey hewar, hatin çêlikên gureboz û keftaran. De rabin gelî qemer û esmeran, ji deşta Bismil û Çinarê rakin toz û dûmaneke bêferman, ji Karaz û Hezroyê bişûrikînin bayekî xerbî, ji Lîce û Pasûrê bilind bikin babîsok û hecacokeke bêserûber û ji Selehedîn û Şeqlawayê re halaneke biratiyê hildin ko mîr û fêriz humuka xwe li erdê bixin; sînga xwe li hemberî vir û derwên gurên boz vekin, bi şehdeta wan ezîzên binaxkirî sond bixwin ko ew ê tu caran kes nikaribin di ser cendekên wan re derbas bibin.
Diyarbekira mîran… Dilketiya şah û padîşahan, dojeha çavsor û minafiqan, borangeya kevok û ebabîlan, mekanê sêdarên rîhsipiyan…
Rabin ser pêyan neviyên Lor û Gor û Kelhorê, leşkerên dibistana Eyûbî, torinên Berzencî û Bedirxanî... Serê xwe rakin bi mêranî, li erdê nenirên ji ber tehdîd û tewanbariya çavsoran; fortan li we dikin kevneperest û nijadperestên bêmejî; qondereyên şimîkî bi ser ligên xwe ve kin, qutikên keskesor bi ser şelwerên dawadawayî de birikrikînin, şewqeyên heytkoşeyî peşûpêş û tizbiyên kehrîbanî li ser tiliyan kil bikin. Li Deriyê Çiyayî, li ber sêdara rîhsipiyê kal qametê bigrin û destê xwe ber bi rebê jorîn ve bikin, bê li ezmanê şîn î kal çi ferman e.
Bi serê xencerên xwe yên zîvînî li ser her birc û bedenekê bikolin serê navê egîd û şehîdekî, peykerên agrî deynin ber mekanên rêwiyên azadiyê, ji bona wan biçînin gul û qurnefîlekê ko bîhna wan bi ser ezmanê paytextê xwedayî de bifûre... bifûre... bifûre. |