STOCKHOLM, 26/9 2007 — Ey kevjalê bêserî... Devê mirovî nagere ko ji te re bibêje tahjî û rêvî, ji ber ko ew bi heş û bez in, xwedî marîfet in. Tahjî bi xwe ye ê ko li ser rêya nêçîrê û hertim li bende fermana xwediyê xwe... Tu ne rêvî yî jî ko ew xwediyê zîrekî û konetiyeke bi şexsiyet e, ji ber ko şêwirdarê wî ne kundê kor û bûmê lalûte ye.
Tu ne xwedî esaleta kûçikî yî jî ko zanibe bireye da mirov wî postî li te bike û neheqiyê li esaleta kûçikî bike. Ji ber ko jîjoyî bi zîrekiya xwe kiriye serê Hezretî Silêmanî bê ew heywanekî çi qasî sadiq e; Hezretî bejna xwe li ber jîjoyî tewandiye û gotinên wî tesdîq kiriye ko kûçik xwediyê sedaqeteke bêhempa ye; lê mirov zane bê tu çi dûnde yî ko qedir, qîmet û marîfet li ba te tune ye; tu weha dûnde yî ko pişta mirovî têkeve te, tu bi dev têkevî nav arvanê xwediyê xwe, ji ber ko tu kenîfe yî.
Tu kevjal î, kevjalekî bêserî... Tu çawa berê xwe didî bazî? Ma tu nizanî ko baz bilind difire? Tu sekiniyî li binê banî û vedigevizî di nav goleke tev herrî de; te berê xwe daye jorî da tif bikî rûyê bazî, ma tu nizanî ko tifa te yê li rûyê te vegere, hey çoqalîkê fisgenî...
Tu bi ratelqa çeqel û wawîkan ketiyî bi rengê dûpişkî, ji mîsala kîso û reqî, ji te heye ko fermana lok û deveyan rabûye, da li çepikan bixin bêkêr û qeşmer; bilîrînin gewende û fahîşe... Ma tu nizanî baz xwe li serê latan datînin, ew nakin nêçîra berateyan?
Baz difirin li ezmanan, haya wan ji hemû teyr û tilûran heye; car hene ko li dû xwe nanêrin, ji ber ko xwe bi ratelqa kund û bûman naxin û dibêje bila ew jî xwe wek tebayan bihesibînin, per û bazikên xwe li hev bixin, çawa be ew şêwirmendên kevjalî nin... Û ew zanin ko piştî sed gavekî dê ji nîvê ezmanî bên xwarê û bikevin nav wê gola tev herrî, li tenişta te kevjalî. Belkî hûn bi ser hev de kelogirî bibin û berê xwe bidin cem apê xwe yê şêrî... Û hûn bi hustuxwarî bikin gilî û gazindên bazî û bibêjin, “Ya şahê bej û avê, wî (baz) ji ber te girtiye nav û nîşan, ka ji me re bibêje, bê çi ye çare û dermanê xistina wî (ne)mîrî”...
Şahê “bej û avê” dê berê xwe bide hêlîna bazî, ew ê bikulmişe ji mîsala hût û efrîtan. Ew ê diranan biqîrîçîne li bazî û bibêje, “Ez im mîrê vî çiya û beyarî, tu çawa dikarî bifirî li vî ezmanî?”. Baz ê neke devjengî û belengazî, ew ê bibêje, “Kerem bike ya ezbenî, heger tu yî şahê bej û avê, xwe berde ji serê vê gazê, bê tu çawa difirî bi nazdarî”. Şêr ê xwe rakişîne ji serê latê, ew ê bibêje ko bi min negirin û min rehet berdin ey qûlên belengaz, ma çi ne ev lat û gaz; ez ê niha bifirim bi mêranî, ez ê xwe deynim li serê wî diyarî û em ê bibînin bê kî ne ew ên xwedî das û tevrî...
Şêr ê hov ê were xwarê ji serê gazê, ew ê li jor bibe ba û perwane, bi ser hev de biqulipe mîna çerxê; ew ê li erdê bibe mîna terxê û bibêje, “Hey heywanên hovî! Kê ez kirim nav vê pirrikê, ey qeşmerên bêmejî, zû min bibin li ser textê min deynin, hîna ez jî nola we nebûme tebayekî bodele.”
Jêrenot: Vê nivîsê îlhama xwe ji helbesta Cegerxwînî ya bi navê “Kevjal nikare bifirin” wergirtiye û hin gotin bi emanetî ji helbestê wergirtine.
|