STOCKHOLM, 19/9 2007 — Bi minasebeta ko li Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê zarokên kurdan dest bi sezona nuh ya dibistanê dikin, ez vê nivîsê careke din belav dikim...
Yek ji wan sedeman jî ew e ko ez berî bi demekê dîsa bûm mêvanê bavê Seydoyî ko ew mijara vê nivîsa li jêrî ye; mixabin ko Seydo wek du sal berê bi kurdî napeyive, ew bi bavê xwe û hevalên xwe yên diyarbekirî re bi tirkî dipeyive. Ez li ber ketim û min di bîra dê û bavê wî de anî ko divê ez ji ber vê nivîsa xwe, mesûliyeta xwe bi cîh bînin û ji xwendevanên kurmancîhez re diyar bikim ko Seydo ne Seydoyê berê ye...
Ji xwe hûn ê di nivîsê de jî bibînin ko min destnîşankiribû bê ew ê heta bi kê derê li hemberî asîmlasiyonê liberxwe bide... Mixabin ko hovîtiya asîmlasiyonê û hilmegulma bajarên mezin Seydo fêrî tirkiyê kir û vê gavê kurdiya wî di bin xeterê de ye.
Fermo, nivîs li jêr e...
***
Seydo di sinfê de ma
Ev demek çêbû ko ez li tahtîlê bûm. Her çi qasî li her terfê dinyayê internet heye jî, gava mirov ji rûtînên xwe yên rojane diqete û li dost û heval û merivên xwe pêdar dibe, zahmet e ko bikare rojeva kurdan û ya dinyayê bi aktîvî taqîp bike.
Bi tevahiya li tatîlimanyina xwe de, min du sê caran li înternetê nêriye; ew jî ji bona ko ez hin karên xwe yên şexsî pêk bînim.
Yek ji wan caran jî li biroya dostekî bû. Dostê min li Diyarbekirê midûrê şîrketekê ye ko min derfeta ketina înternetê li ba wî dît. Bi vê minasebetê ez bûm şahidê bûyerekê ko ez dixwazim bi we re par ve bikim. Ev bûyera ko ez ê niha ji we re qal bikim, bê mubalaxe ye; ew rastiyek e. Bûyer bi xwe, ya kurê dostê min ê midûr e.
***
Seydo, zarokekî heft salî ye û îsal dest bi dibistanê kiriye. Ew ji malbateke kurd ya welatparêz e. Bavê wî, di şîrketeke mezin de midûrê herêmekê ye. Yanî biroqrat tê hesêb. Dêya wî jina malan e. Ew li Diyarbekirê, li taxeke xweş rûdinin. Bavê Seydoyî, birayê hevalekî min e. Ez û hevalê xwe bi hev re çûn meqamê bavê Seydoyî û peyv ji peyvê zêde bû. Mesele hat ser zimanê kurdî û bikaranîna wî. Di nav peyvê de, gotinek hat guhê min ko ez kirim mîna miriyê rabe li ser tirba xwe rûne. Belê, Seydo ji ber ko baş bi tirkî nizane, di sinifê de maye. Him jî sinifa yekê!
Ez nizanim bê ji bona we dê ev bûyer bê çi maneyê, lê yê min gelelî kêfa min hat ko ew zarok di sinifê de maye. Gava min ew gotina hanê ji devê bavê Seydoyî bihîst, tu nema bû ko ez wî ji eniya wî maçî bikim. Teva ko gelek kar û programên min yên dinê hebûn jî, min daweta bavê Seydoyî red nekir ko em herin mala wan. Ew lawik ji min re bû meraq. Min xwest wî bibînim û çavên wî maçî bikim.
Min û apê Seydoyî ji wî û birayê wî re hin şekir û mekir kirîn û em çûn mala wan. Li devê deriyî, berî ko em hilkişin jorî, em li wî (Seydo) rast hatin. Ew mîna zarokekî ji kirçika dilê civata kurdan mezin bûbe, hat destên me. Bi me re hilkişya malê û çû li ser qoltixekê rûnişt. Zarokekî zeîf î çîlçilaskî bû. Mirov digot qey ew bi zorê li ser piyan disekine. Porê wî şirtolekî, çavên wî melûlî bûn. Piştî bîstikekê jî bavê wî jê re got ko ew qarneyê xwe bîne nîşanî me bide. Wî bi bazdan qarneyê xwe anî û nîşanî me da. Hemû dersên wî ”pekîyî” bûn, ji xêndî ”turkçe”yê. Ya rastî ew di sinêfê de nema bû, lê mabû ”butunleme”yê. Li gora agahdariyên ko bavê Seydoyî dan, ne bi tenê Seydo bû ko ji ber qelsiya tirkiyê mabû butunlemeyê, deh zarokên dinê jî di rewşa Seydoyî de bûn.
Paşê hat fahmkirin bê Seydo ji bona çi di dersa ”turkçe”yê de bi ser neketiye. Dêûbavê wî li malê bi kurdî dipeyivin. Wan ji xwe re kiriye prensîp ko bi zarokên xwe re jî bi kurdî bipeyivin. Seydo ji ber zeîfbûyina tirkiya xwe, di nav zarokên taxê û yên dibistanê de fedî nedikir. Gava gotinên me yên bi pesindayin jî çûn guhên wî, ew hîna bêtir bextewar bû û gava wî elfabeya tirkî ji apê xwe re dixwend –ez nizanim bê bi hemd bû, yan bê hem-, wî hevokên tirkî, bi xwendina nivkurdî bi lêv dikirin û bi wê helwêsta wî hemû kesên di hundir de pê dikeniyan. Di serê pêşî de, wî tiştek li xwe çênekir, lê piştî ko dozaja kenên mezin û zarokan zêde bûn, ew kelogirî bû.
Ev rewşa Seydoyî û hevalên wî nîşana wê yekê ye ko hîna zimanê kurdî nemiriye, ew bi înad li ber xwe dide. Em nizanin bê ew ê Seydo û havalên xwe çi qasî karibin li hemberî asîmlasiyon û harbûyina bajarê mezin li ber xwe bidin, lê dêûbavên nola yên Seydoyî û zarokên wek wî, hîmên qoziyê ne ko ev ziman li ser piyan bisekine. Heger her kurdên xwedî şiûra neteweyî mîna dêûbavê Seydoyî di mala xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin, dê ev ziman nekeve ber lingan.
***
Mala bavê Seydoyî ava be ko di ber guhê me re avêt da em Seydoyî ji ber lênêrîna qarneyê wî xelat bikin. Min bi xwe heta wê kêlîkê jî nizanîbû ko gava mirov li qarneyê zarokekî/ê binere, divê mirov mesrefekê bidê.
Bi hêviya ko zarokên mîna Seydoyî di civata me de zêdetir bibin…
07-07-2005
|