STOCKHOLM, 13/7 2007 — Serê sibehan, gava ko bi fûrandina bîhna rihan û pûngê re asoyên me ducanî dibûn, xwendina zerqendîl û serxwînkan jî ji bo şiyarbûna maliyan dibû fermaneke bêîtiraz ko ew xwe ji bona wê rojê amade bikin. Ew deng û tempo dibûn sebeb ko malî xwe di nav nivînan de cangiran nekin. Ji hêlekê ve dibû helebela çinîn û barkirina barên sebze û meyweyan û ji hêla dinê ve jî teq û rerqa dengên bêr û mircefeyan ji nav baxçeyan bilind dibû. Bi wan dengan re, em hemû ji nav nivînên xwe pengiz dibûn û ji xezeba mêş û mozqirtkan pak dibûn. Bi wê helebelê re, me guhê xwe dida ser dengê sim û nalên kerên çiyayiyan ko ew xwe ji hêla Maban û Xarokê berdin hustukurê û ji wir jî bişûrikin Serê Xaba jorîn, ji wir jî xwe berdin ser rêya kendalên axa zer û sipî û em jî xwe bigihînin pêşiya wan da em dew û mast û qeymaxên teze bikirin.
Fîkandina bayê xerbî, dengê niqutîna dilopên ava ko ji ezmanê şikeftên li Xêxot dihatin xwarê û marîniya bizinên li birrekê serê sibehên havînên me dikir mexelhatina loqek qeymaxê ko mirov li ser nanikekî hunguvî deyne. Ne betilandin û ne jî cangiranî bi mirovî re diman; mirov bi yekcarî dibû mîna perrekî. Hênkahiyek li bin dawa qîzan radibû, dawûdelingên şelwerên xotan li ba dibû, teyr û teba li ezmanî dibûn peyker; libên zeytûn û hilalkan dizepitîn. Dengê banga êzingvaniyan, bilûra şivanan û qêrîna zarokan tahm û lezeteke ji mêxweşiya dirîreşkan dida wan qîş û terîşan. Destpêka sibehê, ne bi tenê destpêka rojekê bû, herweha destpêka jiyaneke nuh, xwestina qîzeke hufdehsalî, simbêlbadana xortekî temberîdirêj, halanhildan û fortekiya gundiyekî çiyayî û şopgerîna yextiyarekî heftêsalî, daliqîna hingilên jinebîhekê û fîkandina zamoteyekî bû… Roj devliken, ezman sayî, çiya bi heybet û darûberên daristanê bi mahşot û mormork bûn; genimok û masîcank serîrakirî, nefel û firîz temisî, baqilên xatûnî zepitî û beybûn û endeko jî bi xemla xwe bûkên salê bûn.
Qîz û bûkên çiyayî kincên rengo-rengo bera ser bedenên xwe didan ko her sibeh berê karwanê hejik û qurmikên xwe didan bajêr û gava wan xwe ji hustukurê berdida, ji pêxîlên wan bîhna esans û kahberihaneke giran bilind dibû, serê pêsîrên wan di bin kitanên dêrikanî de dibûn şûjin, biskên wan di qiraxên hibriyên şîn û penbe de veçirî, dest û lingên wan bi ahengeke ji merasima pêşmergeyan û dev û lêvên wan li ken; kitanên wan berdayî, nava wav zirav, delingên wan di bin kirasê binî re derketî û pêlavên wan nalyonî bûn...
Em bi çar çavan li bende hatina wan bûn; bi çûrisandina peşkên rojê re ko xwe ji paş giyarê Tûrcelê vedigevizand, destên me jî xwe li eniyê dikir taldeya çavan ko roj nedê û wan xwe li rêya bilindbûna toz û dûmanê dibeliqand ko ji ber lingên çiyayiyan rabe; em li bende dengvedana dûrikên wan, sewta hoqeboq û terebhoşa wan bûn. Em bi wan re dibûn heval û hogir, xweşk û bira û evîndarên mizawir…
Her kesî ji xwe re hin kes ji karwanî hildibijart ko dayin û sitendinên xwe bi wan re bikin, navbera xwe û wan xweş bike, lawabaliyê bi wan re bike, du awirên bi nîvhenekî di hev re bifirîne û bi dizîka serê xwe bispêre ser sînga delaliyekê; nîvbajarvaniya xwe û gundîtiya wan bi hev bikelîne, dahn û bulxurên xwe bi qeymax û dewên wan biguhere; pel û potên xwe di hustuyên wan de rake, di mahkûmî û firariyên xwe de li malên wan bibe mêvan, heger karên wan ket hêla nifûs û mahkemeyê, nas û dostekî ji bona wan têxe dewreyê û kela şorbeyeke serê sibehê bi hev re li ber kuçikekî di pixêriya quntara çiyayekî de, yan jî di koka dara gûzeke esûsî de bi ser de...
|