STOCKHOLM, 2/7 2007— Siyaset çi ye, ez baş nizanim. Heger min zanîbûya, ez ê bibûmaya siyasetmedarî bikêrhatî.
Teva ko îzeheta wê bi tememî nizanim jî ez piçekî têkilî siyasetê bûme/dibim. Lê ez tiştekî baş dizanim; kesên ko bi siyasetê re mijûl dibim, mecbûrî xelkê nin, yan jî bi gotineke dinê, divê ew ji xwe re însanan pêde bikin da bi wan re siyasetê bikin. Ji ber ko siyaset bi însên dibe, mirov nikare bi pez û dewaran, bi dar û deviyan siyasetê bikin. Ev, ABCya siyasetê ye, yan jî ez weha dizanim.
Ez ji vê yeka hanê jî weha fahm dikim; ew kesên ko di siyasetê de xwedî îdea bin, divê bi tesbît û perspektîfên xwe re, li derûdora xwe jî guhdarî bikin; di nav şêwir û mişêwirekê de bin; yanî li xelkê jî guhdarî bikin. Lê mirov bi ya wan dike yan jî nake, ew tercîh û biryara mirovî ye. Ew tercîha wan kesan e, lê ew nikarin paçan jî bidin çavên xwe; heger ew paçan bidin çavên xwe, ew ê hertim (bi salan weha bûye) di quntinan de werbin, di cihokan de bifetisin. Ji ber ko siyaset karê kesên biaqil e, ne karê wan kesan e ko ji xwe re dibêje, “ez siyastmedar im” lê di rastiya xwe de ew nikarin dikaneke beqaliyeyê jî birêve bibin.
Tiştê ko ez zanim û min fahm kiriye, her siyasetek li ser esasê baweriyekê, bi ekîbeke jihevdubawerkirî ko karibin bextî bidin hevdu tê ava kirin, lê ji hemûyan girintir jî divê zimanekî wê siyasetê yê xweser hebe. Zimanê vê siyasetê, şîar û kodên karkirin û bipêşdeçûyina wê ye. Ev ziman ji hêla polîtîk ve giring e, lê di meseleya jihevfahmkirin û têgîştinê de divê ev ziman -mîna avê- zelal be. Heger siyaset jî ji bona îdarekirin û birêvebirina civatê be û seheya vê siyasetê jî li ser erdenîgariya miletekî be, helbet navê zimanê wê siyasetê jî bi zimanê wî miletî, wî xelkî û wî neteweyî ye. Bindestbûn yan jî esareta wî miletî dest nade ko siyasetmedarên wî miletî/neteweyî bi awayekî dinê tev bigerin û bi zimanekî dinê siyasetê bikin. Heger ew bi zimanekî dinê siyasetê bikin dê ew milet/netewe ji wan kesên ko xwedî îdea nin, fahm neke. Gava siyasetmedar û milet ji hevdu fahm nekin, wê gavê -heşa- dibe mîna bilûra ber gayî.
Ev îdeayek e! Hin kes dikarin bileksê wê biparizin, lê ew ê tu carî min îqna nekin.
Siyaseta îdeolojîk ya bi zimanê serdestan, — bi salan yan me xwe xapand û yan jî hin kesan em xapandin — derew derket. Ne ew fikir biser ketin û ne jî kurdan bi doxa tu kevçiyan girt. Rastiya me û ya dinyayê jî nîşan da ko gava miletek li ser koka xwe şîn nebe, xwe nesipêre dînamîkên xwe yên esasî, dê her tim bêjî û li ber deriyê xelk û alemê parsekê destvegirtî be. Ew kes û fikrên ko me bi serên wan sond dixwarin û me ji bona wan ji esil û feslên xwe re çêr û xeber didan, me xwîna birayên xwe dirijand, îroj li ber deriyên xwediyên xwe kûçik û tajî nin. Ew kûçik û tajiyên ko me bi zimanên wan “siyaset” dikir, îroj jahr û quzilqurt ji devên wan diherikin, di pêxîla zar û zêçên me de dibin bombe û teqîn, di beroş û sîtilên me de dibin DDT û TNT; di çavên dayikên me de dibin du dulop hêsirên qerisî, di firnikên bav û bapîrên me de dibin keservedanên nefretê û li sikakên îxanetê dibin qêrîneke bêsûc û bêguneh.
Ne gotin têra vê kanbaxiyê dikin ko em îsyan bikin û ne jî qul û qewêrên ji ber sungî û fîşekên wan teresan yên di fîstan û şelwerên dê û bavên me de firiyane tên pînekirin; ne rîtolên goştên xweşmêran û ne jî herîkîna xwîna bedewên bermiradî dikewin; ne simbêlqeytanên naşî û ne jî keçên ko xweşiya erotîzimeke naşîtîyê tahmnekirî, tifalên hustuxwar û evîndarên di maceraya hezkirinê de biserneketî bi şûn de vedigerin. Û ev keraseta hanê li ser rêya vê maceraya derewan pêk hatiye/tê.
Tiştên ko me ji destê van bêbavan û siyaset û zimanê wan kişandiye, têra me û heft bavên me jî dike. Îcar, heger mirov bibêje ko realîte weha ye, xelk ji kurdiya nivîskî fehm nakin, nikarin bixwînin û li gora wê şekilekî bidin xwe; heger mirov xwe teslîmî vê ralîteya kanbax bike, bera dû xelkê bide, bi fikir û perspektîfeke kurdî ranebe ser pêyan, li hemberî vê prosesa rezîl û riswa nebe xwedî roleke ciwanmêriyê, dê tu ferqiyeta wan ji xelkê reben nemîne û ji xwe wê gavê jî hewcedariya wan kesan tune ye.
Em do naşî û xeşîm bûn, xortik û zarok bûn û me bi (ne)zanetî ew şaşîtî kirin. Di siyasetê de şaşînekirin quretî ye, lê qebûlnekirina şaşitiyan serkorî û minafiqî ye. Heger hûn ê wan şaşitiyên bi salan dubare, sêbare û dehbare bikin, ji kerema xwe re wê de herin, li deriyê me nexin; na, heger hûn ê li şaşitiyên xwe vegerin, bi zimanê xwe, li esil û feslên xwe, li kok û asasên xwe vegerin; kerem bikin, derbasî hundir bibin û li ser kulavî rûnin. Qahweyeke ko em îkramî we bikin, heye. |