STOCKHOLM, 24/6 2007 — Wek gelek kesên din, me jî di xortaniya xwe de li kasetên Şivan Perwerî guhdarî dikir. Ji xwe hewecedariya vegotina tesîra stran û dûrikên wî ya li ser nivşên me tune ye.
Di wan deman de, cîraneke me hebû her ko wê dengê Şivanî bibîhistaya çêr jê re dikirin, ji ber ko Şivanî digot, “Xortên kurdan rabin, herin şerî, herin cengê…” Wê digot ko de tu berê herî şerî û dû re ji xelkê re bibêjî, here!
Helbet wê li gora xwe, bi qandî ko tê digîhaşt ew tişt bi lêv dikirin. Ji ber ko Şivan bi tenê nimûneyeke xuyayî bû û wî li gora rol û fonsiyona xwe ya wê demê karê xwe îcra dikir, lê di civata kurd de ew qas teşqeleyên weha hebûn ko rojê bi sedan tiştên bi vî rengî rû didan û wê jî ew yeka hanê pir bi eşkereyî didît; loma jî kela xwe bi serê wî de dirijand.
Ew weha difikirî ko hin kesan xwe didan qoziyekê, zaroyên xwe mihafize dikirin û ji zaroyên xelkê re digot ko herin şerî. Wan ji xelkê re digot ko hewceyî kar û xebatê nake, ji xwe şoreş nêzîk bûye, lê wî/wê karê -memûrtî- dewletê dikir. Wan ji zarokên xelkê re digot ko neçin eskeriya tirkan, herin serê çiyayan, lê zarokên wan di ordiya tirkan de dibûn sûbay û qumandan. Ji xelkê re digot ko neçin dibistanên ji perwedeyiya bûrjûwazî pêk tên, lê wan ji dêvila zaroyên xwe zilam digirtin û bi pereyan ew di dibistanên bilind de bi cîh dikirin. Wan ji alemê re digot ko nebin qoricî, lê hemû merivên wan dibûn serekqoricî û derdiketin operasiyonan…
Ev tiştên hanê û bi sedan tiştên weha bermeqlûb li ber çavên wê pîrejinê cereyan dikirin ko kurê wê li çiyayan hetibû kuştin. Tu bibêjî-nebêjî, gava ko dayikek van tiştan bi çavên serê xwe bibîne, ew ê jî bixwaze li gora jargona xwe rexneyan bike, çawa be jî DÊ ye.
Bi tevayî însan kêmaniyên xwe nabînin. Tiştên ko li wan mewcûd in, ew gelek caran paçan didin çavên xwe û wan tiştan li xwe heq nakin. Ew şîretan li xelkê dikin, lê bi sed qatî wan tiştên ko ji xelkê dixwazin yan jî hêvî dikin ko ew kes bikin/nekin, li ser wan mewcûd in. Gava ko rastî li wan heq dibe jî ew bi konetiyekê xwe ji meseleyê bêrî dikin ko navê wê kirine siyeset û xwe mîna kesên jîr û pişta wan nayên erdê dihesibînin. Hin ji wan hene ko mîna pisîka heftrunî ne, tu çawa bavêjî, ew ê çut bikeve.
Civata kurd dikare civateke bipaşdemayî be û xwediyê van xisûsiyetên gundîtiyê bin, lê gava mijara minaqaşeyê li ser kesên xwende û rewşenbîr be, divê mirov bi hin krîterên dinê wan binirxîne.
Niha gava ko nivîskar, rewşenbîr û entelektulên kurd ji civatê re bibêje ko li hemberî zordarî û neheqiyê derkevin, nebin mirîdê îqtidara serdestan, kulûjan nexwin, şenekiyan nekin û destên xwe ji zaliman re nedin ser hevdu!... Gava ko ew ji xelkê re bibêje ko ji bona menfeeteke bi qandî nuxteyekê bi qasî daçekekê jî netewe, xwediyê gotina xwe bin û tiliya xwe di çavên zaliman de rakin, li dû hestiyan nepekin, cixare û çaya belaş venexwin, nanê heram nexe zikê zarokên xwe… Û ji xelkê re bibêje ko zimanê xwe biparêzin, kesên ko zimanê te qedexe dikin, ew dijminê te ne; divê mirov di mala xwe de, li sikakê, li sûkê, li meyxaneyê û li lotikxaneyê bi kurdî bipeyive…
Û… ew berûvacî wan hemû tiştan bike. Bi zimanê serdestan binivîse, bi zarokên xwe re bi kurdî nepeyive, zimanê wî/wê yê rojana bi zimanekî dinê be, ew zarokên xelkê bişînin serê çiyayan û zarokên xwe jî di dibistanên tirkan, ereban, fariz û ewrûpiyan de bidin xwendin, li meyxane û lotikxaneyan de, di binê qedehan de “şoreşê” çêbikin, mirov dê çawa bi wan amin bibe?
Bi dehan nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr hene ko ew hezar peyv û gotinan di derbarê bikar(ne)anîna zimanê kurdî de ji xelkê re dikin, agirî bi derûdorê dixin û mirov dibêje qey ew zimanparêzên herî mezin in, lê ew di mala xwe de bi zarokên xwe re, bi zimanekî biyanî dipeyivin. Ew di gotin û kirinên xwe de ne samîmî nin.
Gava ko mirov bi nezanî yan jî ji neqedandinê hin kêmaniyan bike, rêya wê heye ko mirov wan fahm bike, lê heger ew kesên hanê bi israr wan tiştan bike, divê mirov yek bi yek wan eşkere bike. |