STOCKHOLM, 2/6 2007 — Kê tu aniyî van deran? Kê bera te daye, zixt û xîç dane bin te ko tu li van kuçeyên xerîbiyê weha bikizkizî; kê pê li reha dilê te kiriye ko tu bipiçpiçî û mîna kela şorbeyê bifûrî, kê?
Tu li ser çi karî yî, li dû çi ye û li ser kîjan rêyê ye?
Ka te halan di xwe de hildabûn ko tu dê çiyayan hilweşînî, serê kenîfeyan hilfirînî û text û serayên zulmê bileqînî, lê derew... Hemû derew derketin.
Te soz dabû ko tu dê di orteya çiçikên diya bêbextan de tîfilekî baweriyê biçikînî, di devdelingê xweşka îxanetê de tîreke fikrê bihezikînî û di dev û diranên çepelan de lê bixî ko her sîhûdu diranan di şikefta devî de bike nokên şeliqî, lê derew... Wek hercar.
Tu ketî xem û xeyaleke ebedî, ketî binê bîreke bêbinî û tu bûyî termekî koremarî pêvedayî. Taa û ricifê xwe li nava te pêça, tu kirî nexweşekî hizhizî û kenîfeyeyekî pêncpereyî ko bûyî berateyekî li ser sergoyî…
Ez nizanim bê te bi moxilan esrar û xaşxaş kişandiye yan te xwe di kûpê şeraba Midiyatê, araqa Samandaxê yan jî di gomika ber deriyê evîna derewîn de dakiriye ko tu weha bûyî cilik û pincar û paçik?
Tu bûyî kevjalekî bêserî, bê silav û selayî; di quncika talde û tariya deviyan de bûyî kundekî kor ko ne dikarî bike kûkînî li ser mal û şêniyan û ne jî bixwînî li ser dost û hevalan... Qirika te mîna ya şalûr û ebabîlan ber bi ezmanî ve qiyame maye, çav li te dikin dartikok û hudhud bi naz û şenekî. Ne goştê te tê xwarin û ne jî xwîna te dibe dermanê avisbûyina jinên newelidî. Ne tu dibî hedefa zarokekî deh-donzdehsalî ko derba lastîka xwe berde sînga te û ne jî tu dibî boraq û qurbana jinebiyên ahdkirî, pêlîstokê qebraxên devê kerxaneyan; ne dibî hefadê xweh û birayekî xeyidî û ne jî dibî sîper û kepirên mêrekî jinberdayî, jineke jimalêqewirandî û ne jî stara zarokên ji şîvêxeyidî, hewara bavekî kal û xapa firarên ji ber minafiqan bazdayî…
Ez nizanim bê tu li ser kîjan rê û qonaxê yî; bê kê tu avêtiyî van kuçe û kolanan da di eyarê xwe de bê guran; ji tahjî û tûleyan re bibî lîstok û tîtirmok…
Hatibû ahdkir ko şîr û qeymax dê îkrama maqûl û mîrekan be, goşt û birinc li ser sifreya began be û gulîsor ê alava dawe û lihevhatina hefadiya mêrkujan be, lê derew... Wek gelek tiştên berê.
Ez nizanim bê hemû marîfeta merdîtiyê bi kû de çû ye û simbêl û cênîkên xweşmêran li kû bazko bûne; ez nizanim bê çi bi awirên fêrizan û fediya jinan, edebe keçan û liberxweketina xortan hatiye? Ez nizanim bê hûn bûne berfa nav avê yan jî mengene û satoran hûn çênî bi çênî kirine ko bibin rîtol û qîme ji sifre û maseyên zirtoleyan re; ez nizanim bê hûn bêzar û ziman û qudret in yan jî xelk û alem mezin in ko we dadiqurtînin mîna axtapotan, nola hirç û çeqelan; ez nizanim bê hûn bêkêr in ko tu damar û hestî di laşê we de tune ye yan jî masiyê kûçikî ye, kuribeşk û qumil e, ew teresên bi kêf û henek in?
Ez nizanim bê tu li çi degerî… Ez nizanim bê tu çima nikarî ji xem û xeyalên xwe şiyar bibî, vegerî rastiyê û li ber pêsîra dêya xwe, li kêleka dost û hevalên xwe û li rex kozikên xweşmêran bibî çêlikekî pisîkan ko bi qeremûşkan herî serçavê bêbavan… Çima tu nikarî di birh û bijankên fesadan de bibî bûkekê û di bin çengên raqîbên xwe de bibî kiwînêrekê?
Ez nizanim bê tu milayket yan jî şeytan î; nizanim bê minafiq yan jî eshabe yî; nizanim bê tu revok, tirsonek, şebşebok, şeytanok î yan jî bêjiyê xewn û xeyal û bêfesaliyê yî…
Lê her difikirim ko tu tiştek î; tiştek, lê tiştekî çawa? Tiştekî ko ne ji havînê û ne jî ji ziviztan û biharê hezkirî; tiştekî ko ji payizê nefretkirî. Tu tiştek î ko ne ins û ne jî cins î, ne ji yarê û ne jî ji evînê fahmkirî; tiştekî ko li dû eşqeke derewan, li ser şopa bêbaviya delalekê û di bextê naşîtiyeke nekemilî de; tu tiştek î ko ne teyr û ne jî teba, ne mirov û ne jî ecune yî. Tu tiştekî ko ne lek û ne jî plastîk, ne sifir û ne jî tûnc î; tiştekî ko ne zîv û ne jî paxir; lê her dizanim ko tu tiştek î, lê dîsa jî dizanim tiştekî derew e…
Gava ko tu nikaribî dilopeke xwêdana xwe têxe nav şîv û taştiya şêniyên xwe; nikaribî serê xwe deyne ser çonga yarê û tevir û eşêfa jibermayinên evînê bikî, çi qedir û qîmet û marîfeta şarezayiyê heye?
Lê teva hertiştî jî ez dizanim ko tu tiştek î!
Tu çi be jî ferq nake êdî, ne te bi destê min girtî û ne jî li çavên min nêrî; ne te kişkirî bilbilî da li ser dara bêgul nexwîne û ne jî serê xwe ji ser pêxîla min rakir, ne te li min nêrî û ne jî hêsirên xwe paqij kirin.
Lê her dizanim ko tu tiştek î; tu tiştekî mîna dilê min perpitî yî... Ne tiştekî din.
|