STOCKHOLM, 25/5 2007 — Di van rojên ko ji ber meseleya hilbijartinê rojeva Tirkiye û Kurdistanê germ dibe de, Îbrahîm Tatlisesî jî namzetiya xwe ya serbixwe ya ji bo parlamentoyê, li Ruhayê îlan kir. Heger eksiyeke mezin çênebe ew dê bê hilbijartin û ew ê têkeve parlamentoya tirkan. Hewcedariya ko mirov li ser şexsiyet û têgihîştina Îbrahîmî raweste tune ye, ji ber ko Xwedê dengekî weha dayê ko ne qabilê minaqaşeyê ye da mirov hêlên wî yên dinê minaqaşe bike, ji xwe mijara me jî ne ew e.
Ji roja ko min xwe di nav siyasetê de diye û heta bi roja îro, ew rêxistin û hereketa ko ez endamê wê bûm, her gav tunebûna pereyan di karên me yên siyasî de bûbû/bûye astengeke sereke. Ez şahidê wan prosesan im ko gelek hevalên me yên siyasî bi awayekî “profesiyonelî” kar dikirin lê di hemû deman de ew bi hisreta çend lîreyan bûn. Zarokên wan muhtac, jinên wan fedekar û ew jî zugurt bûn. Wan teva hemû zahmetiyan jî li xwe danetanî û her tim bi wê baweriyê dijiyan ko ew ê rojekê welatê xwe rizgar bikin û tahma azadiyê bi miletê xwe bidin tahmandin. Sal di ser re derbas bûn, lê ne wan/me welat rizgar kir û ne jî wan/me bi doxa tu kevçiyan girt. Em bûn mîna noka li kevirî, her yek ji me bi derekê de teqizî. Zarokên wan li dû yên alemê man, jinên wan miuz man, ji ber tunebûnê û ji mecbûrî di xaniyên kirê yên birutûbet de nexweşiyên giran li wan peydar bûn, ew bi zikekî têr û dehên birçî jiyan, lê teva hemû zahmetiyan jî ji ya xwe daneketin. Di wan demên ko ev biraderên me bi wê rezaletê dijiyan û jin û zarok û malbata xwe dikirin qurbana “şoreşê”, gelek biraderên din jî bi mal û milkên dinyayê ketibûn, ew li pey îhale û tîcaretê bûn, wan li perên deryayan kêfa xwe li vê dinyaya derewîn diqewitandin. Helbet mineta vî karî tune ye, ev tercîheke mirovî ye, lê…
Wan/me bi caran gelek tişt ceribandin –hîn jî diceribînin-, lê di netîceyê de bi ser neketin. Biserneketin di siyasetê de ne felsefeyeke qebûlbar e. Siyaset, îdealek e û divê mirov li gora wê îdeala xwe tevbigere. Tu divê bila ji hezarî yek dengê te hebe. Loma jî tu şika min ji wan hevalên min jî tune ye/bû ko wan bi vê baweriyê kar dikir, lê qaweta me/wan têrê nekir. Me/wan ji ber tunebûna pereyan nikarîbû kovarek, rojnameyek derxistaya. Me nikarîbû çend pêşmerge xwedî bikirana ko wan sibeh roj em li hemberî neheqiyekê biparastana, me nikarîbû heqê rêya xwe pêde bikiraya ko em ji cîhekî herin cîhekî dinê da hevalên xwe bibînin; car hebûn ko em li pereyên çayê dihesilîn. Bi kinayî, bîhna genî ji ber bêperetî û mexdûriyî ji devên me dihat. Zarok û jinên hevalên me nexweş diketin, bi rojan li derê nexweşxaneyan diman, me nikarîbû ew tedawî bikirina…
Niha gelek kes dikarin bawer bikin ko ez ji ber vê rewşa hanê reşbîn bûme loma waha ”digazinim”. Bawer bikin ko ev çend nimûneyên piçûk in min anîne zimên ko bi tenê ji bona fahmkirina rewşa me ya demekê bû/ye û realîteya siyaseta me ye/bû. Hin tişt hene ko mirov qal bike, ji xwe kesên ko bixwîne dê tu carî siyaseta kurdîtiyê nekin, lê armanca vê nivîsê ne ew e ko dilê hin kesan bixelînim. Armanca min ew e ko ez dibêjim, heger me di sîh salî de tu tişt û tu karên siyasî nekirana, em bi siyasetê û meseleyên kurdîtiyê re mijûl nebûna, bi tenê me karek bikiraya; heger me di vî sîh salî de organîzasiyonek ava bikiraya ko karibûya dengbêjekî nola Îbrahîm Tatlisesekî derxistaya, yan jî me fûtbolciyekî mîna Hakan Şukurî gîhadibûye, hewcedariya tu tiştekî dinê nedima. Îhtiyaca me bi pereyan nedima û em nedigazinîn; wê demê me karîbû rêxistin jî bi rê ve bibirana, me karîbû bi sedan hevalên xwe jî bi profesyonelî bixebitandaya, me karîbû televîzyon jî ava bikirana û me karîbû parlamenter jî derbixistina. A ji we re Îbo, ne rêxistin û ne jî partî ye, lê nexşeyê Xwedayî li ser e û ew ê bibe parlamenter.
De îcar hûn hemû rêxistinên kurdan –ji bilî PKKyê- xwe bidin ser hevdu, belbî hûn bi qasî Îbrahîm Tatlisesî rayan nestînin. Heger hûn bawer dikin ko ev gotinên min mubalaxa nin, ji xwe hûn ê xwe di hilbijartina temûza 2007an de biceribînin; wê gavê qaweta we jî û ya Îbrahîm Tatlisesî jî dê diyar bibe. |