STOCKHOLM, 14/5 2007 — Gava lingê min bi çarçiya bajêr bû û min pê li wê asfalta reş kir û pê ve, li min weha hat ko wek sîleyek li rûyê min bikeve. Ji nişka ve li ber çavên min reş hat û şopên xerîbiyê xwe ji gava pêşî de di bedena min de da hiskirin. Min nikarîbû ez li wê cadeya ko bi caran me lê bera hevdu dabû bimeşiyama; me di her quncikeke serê kuçeyên wê de li hêkan xistibû û me bi hêtikê û şaqûlê lîstibû. Ne dengê teqeteqa nalên hespan û ne jî tiqtiqa dengên kabikên qondereyên jinên bajarî û ne jî dengê şingeşinga tasikên ava sûsê dihatin. Kevirên rûşayikî bi mirovî re nedimizicîn êdî, ew di bin qîr û qetranê de bûbûn berate, temisîbûn...
Qesrên ji kevirên mermerî bûbûn hêlînên kevoşînkan û qonaxên maqûlan bûbûn cîhê kozikên esker û polîsan, namliyên tivingên qaltaxî bi ser bajêr de avis bûbûn. Li serê her sikakekê şopên herikîna xwîna tifalan, şîrqîniya olandayina satoreyên teresbavan û hustuxwariya bêhêvîtiyê konê xwe vegirtibû; ji ezmên xunaviya kevnehezkirineke erotîk nedihat xwarê, qirş û qalên deşoya evînê di çarçiya bajêr de serberjêr nedibûn...
Ne deriyên dikanan yên textikî li cîhê xwe mabûn û ne jî cildirû û koçkarên fileh bi mirovî re dikeniyan; wan destê xwe ber bi şagirtekî ve nedikir ko çayeke qaçax îkramî mirovî bike, dengên zarokên dendikfiroş bilind nedibûn ko mirov bi wan re bimiziciya. Ne li serê Çarçiya Qesaban sîmsarekî bişewqe û êleg xuya dikir ko bi du dengan bang li mişteriyê dawiyê bikiraya da wî berê xwe bidaya Mêrdînê û ji mêvanên qedirbilind re qidam û şekirên biîvan bianiya û ne jî dengê qesîdeyên havizekî ji ber deriyê camiyê dihat ko ew bi melûlî hustuyê xwe xwar bike û doxîna şelwerê xwe bi ser navika qahpikeke liserpiştêveketî de bi du girêkan gurf bike…
Kuçeyên bajêr ji betonekî biriqî bûbûn mîna pişta mahrên reş ko ji ber dûzbûna wan pozikên qondereyên mirovî li kevir û kuçikan nedialiqî; mirov ferq nedikir ko yek li ser axa bav û kalên xwe dimeşiya, lê hay nedibû ko ew li dû şopên evînên xortaniya xwe, li şeytanpêkeniyên ciwaniya xwe, li bêmiradiya kamilbûyina xwe digeriya.
Di qawanozên dezgehên beqalan de şekirên qulpikî, yên qizwan û nokan xuya nedibûn; bi mizicîna jinên bikitan re, diranên zêr, xizêmên şînbirîkî û biskên hinekirî xuya nedibûn. Mirovî ferq nedikir ko ev kuçeyên hanê ji destpelînkên qeşmerî re, ji çavlêkirinên xort û qîzan re û ji ramûsanên bi heneken re bûne mekanên xeşîman. Ne mirovî lênêrînên qîzên dugulî ferq dikir ko wan di pişt qulikên deriyan re çav dikir û ne jî di kuçemaltinê de xuya dibû newala pêsîrên bûkên porbihine...
Awirên jinebiyan bera dû şopa lingê mêrekî zewicî nedidan, hesûdiya hewiyê û pepûk û hewara li pêy qesasekî çavnexelî pere nedikir…
Ne dengê banga tozçiyekî ji wan sikakan dihat ko êdî ew ji eyarên xwe hatibûn gurandin û ne jî fiskirandina zinêkaran, bêhurmetiya cahilan û tîqetîqa navsereyan…
Gul û beybûnên di baxçeyê camiyê de çilmisî bûn, sipîndar û hewran pelên xwe weşandibûn û feqeyekî rîmizawirî li bin dara tûyê, li kêleka dîwarê daşirê silawatên sextekariyê bi sedûyekhebê nedikişandin. Pîrekên meheleyê nema diçûn Kanîka Camiyê, ji ber ko du sike li firnikên wê ketibûn û êdî hêsirên wê nedihatin xwarê, ji destê teresî û bêbaviyê.
Ew xeşîmên do û pêr êdî bûbûn pîrekên kamil, bûbûn navsereyên piştliserkitanê û bi destên tifalan girtibûn; êdî wan bejinziravên qamkihêlî ko bi awirên mêrkujiyê li ser rêya mirovî feq vedidan, di bin çavan re li mirovî dinêrî. Ne wek berê bi awir bûn ko ew ji rengê gulşîlaneke payizê bûn, selayiyên wan ji rengê xweh û kirîvan bûn; her gotinek bi ciwanikî û şermokî bû. Di xetên rûyê penbeyî de nebextewariyê bi çemeneyî dawdişand rûyê mirovî; birh û bijank nekilkirî bûn, porê sor-keverî û biskên veçirî neşehkirî bûn. Bi tenê digot, “Bimeşe kurê min bimeşe, wextî bavê te ji qehwexaneyê vegere…”
Gotin mîna xencerê bûn, ancax li du meşa sedgavekî mirov li xwe hay dibû ko êdî ew gihaye nêzîkî himbêzvekirina pîreke heftêsalî ya piştxuzbûyî ko bi tenê navekî wê hebû, ew jî “DÊ” bû.
|