STOCKHOLM, 29/4 2007 — Ji zû de ye ko ez difikirîm li ser vê mijarê binîvîsim, lê heta bû qismet û şepa wê xweş bû ko Rojen Barnasî dest bi nivîsîna aktîf kir. Ev ji min jî re bû firsetekê ko ez bi vê rêyê merama xwe bibêjim. Berî her tiştî ez dixwazim bixêrthatina wî bikim ko ew ji nuh de daxilî cîhana nivîsîna aktîf dibe û bi vî awayî hêvî dikim ko nivşê nuh ji fikir û perspektîfên wî îstifade bikin.
Berî niha 27 sal berê, di hejmara 2yan ya kovara Tîrêjê de, bi navê ”Flît Totanî” mamoste Rojen Barnasî bi sernivîsa ”Serbûriyek”ê nivîsek nivîsîbû. Wê çaxê, teqrîben ez 16 salî bûm. Haya me ji nivîsîn û xwendina kurdî tune bû. Zimanê me yê xwendin û perwerdeyiyê –çi li mektebê û çi li xebatên komele û hucreyan- bi tirkî bû. Hevalekî ji me re tekstên Tîrêjê –li gora qawta xwe- dixwend û şerha wan dikir. Di wê nivîsê de, Rojen Barnas (Flît Totanî) ji xwe re li gora xwe, yan jî ji rastiya wê demê teksteke xweş li hev anî bû. Di wê nivîsê de, qala hin rexneyên li ser hejmara pêşî ya Tîrêjê dikir. Di eslê xwe de, mebesta wî li wira ew e ko ew çîrokeke xwe bi çend hevalên xwe yên ji mintîqeyên cûda bide xwendin da di derbarê zimanê wê de fikrên wan werbigire ko ew ê di wê hejmara Tîrêjê de bête belav kirin. Ew çend hevalên xwe li hev vedihewîne û ji dêvila wê çîrokê, ew hîna bêtir li ser hejmara Tîrêjê ya pêşî radiwestin. Ez meseleyê dirêj nekim…
Her hevalekî wî hin gotinên ko di Tîrêjê de hatine bikaranîn li gora xwe şîrove û rexne dikin. Yek jî ji wan kesan dêrikî ye. Gava yê dêrikî gotina hevalekî xwe rexne dike, di wê navberê de gotina ”Carbekir” derbas dibe. Piştî bi demekê jî hevalekî din yê silîvanî ji bona argumentên ê dêrikî vala derxîne, di axaftina xwe de dide diyarkirn ko ew bi ya ê dêrikî bikin, divê navê Diyarbekirê bikin ”Carbekir”. Piştî wê jî di berdewamiya axaftina wî de gava qala Dêrikê derbas dibe yê silîvanî bi yê dêrikî dide zanîn ko ew di bilêvkirina Dêrikê de nabêje, ”Cêrik” haa, ew dibêje, ”Dêrik”. Yanî ew hevalê silîvanî tîne wê maneyê madem ko dêrikî ji Diyarbekirê re dibêjin ”Carbekir” divê ji Dêrikê re jî bibêjin, ”Cêrik”!
Îcar, him wê demê û hin jî bi gelek minasebetên dinê, em bûne şahidê vê minaqaşeya ”Carbekir” û Dêrik/”Cêrik”ê. Hîna jî gelek hevalên derûdora Diyarbekirê –gava henekan bi min dikin- dibêjin, ”Ma tu `Cêrikî` yî?”. Em jî bi qandî ko devê me digere, ji xêndî hijîr û hinarên Dêrikê, qala zeyt û zeytûnên Dêrikê dikin ko bê ew çi qasî navdar in. Çi dibe bila bibe û çawa be ew hevalên me ne, ma dibe ko em wan ji van namet û qudretên xwe bêpar bihêlin? Ma axx ketiye çavên me?!
Di wê dema xortaniya min de û di demên piştî wê de jî – teva navsereyî û nivîskariya min jî- her bala min kişandiye û ez lê fikirîme bê çima em ji Diyarbekirê re dibêjin, ”Carbekir”. Paşê, min li gora xwe tespîtek kir û bi wê tespîtê re ez lê hay bûm ko em wê şaşiyê di gelek gotinên dinê de jî dikin ko ew dişibin navê Diyarbekirê. Min bi çend hevalên xwe yên zimannas re li ser vê meseleyê sohbet kir û wan jî qeneeta xwe bi wê yekê anî ko ev xisûsiyeteke devoka Dêrikê ye.
Li gora ko min tespît kiriye –bi piranî- di gotinekê de ko herfên »diy« tên ber hevdu, wê gavê em dengê »C«yê derdixin û xwe di ser herfên »diy«ê re gav dikin; bi wî awayî em xwe digîhînin herfa »A«yê û wê gavê jî »C« û »A« tên ba hevdu, loma jî orjînala dengî xera dibe. Ji bona ko nivîs dirêj nebe, ez ê bi tenê çend nimûneyan bidim û derbas bibim.
Nimûne-gotin 1: Diya min= Em dibêjin, ”Ca min”
Nimûne-gotin 2: Eydiya we bimbarek be= Em dibêjin, “Eyca wê bimbarek be”
Nimûne-gotin 3: Omidiyê me= Em dibêjin, “Omiciyê me” û her weha em ji bona “Gundiyê me” dibêjin, “Gunciyê me”, ji bona radyoyê dibêjin, “Racyo”, ji bona diyariyê dibêjin, “Carî”, ji bona xwedî dibêjin, “Xwecî” û hwd. Ev lîsteya hanê dikare dirêjtir bibe. Û ji ber ko di gotina “Dêrik”ê de ev tîp »diy« nayên ba hev, em nabêjin, ”Cêrik”.
Îcar ev xisûsiyeta devoka me ji ber kîjan sebebê ye ez nizanim, min li ba xwe ev tespîta hanê kiriye û ez wê dispêrim alim û zimannasan ko ew formulasyona wê ya teorîk bikin.
Her çi qasî min di sernivîsa xwe de gotiye, ”Piştî 27 salan bersivek ji bo Rojen Barnas” e jî, eleqeya wê bi bersiv yan jî rexneyekê re tune ye, bi tenê ew bû minasebetekê ko em careke dinê ked û xebata mamoste Rojen Barnas ya di warê kultur, ziman û edebiyata kurdî de bi bîr bînin û hurmeta xwe jê re diyar bikin…
Careke dinê tu bi xêr vegeriyayî cîhana nivîsîna aktîf, mamoste Rojen Barnas. |