STOCKHOLM, 24/4 2007 — Em ji wî tiştê sipî û gulover re dibêjin, ”Şekirê nokan” ko wî xwe li ser wan nokên zer sewax kiriye. Bi gotineke dinê, wan nokên ko xwe di nav wî şekirî de vegevizandiye ko ew şêrîn mîna gezoyî ye û qosarî (kiziltepeyî) jê re dibêjin, ”Nokên şekir”. Ji bona ko ez îspat bikim bê gotina me ji ya qosariyan çi qasî rasttir e, ez ê zêde dûr neçim, bi tenê nimûneya malekê bidim ko ew li Dêrikê bûn û naznavên zarokên xwe kiribûn, ”Şekirê nokan, şekirê nîskan, şekirê kizinan…”. Gelo li Qosarê kes hene ko navê wan ”Nokên şekir” in?
Çi argumenteke xurt, ne weha?
Mesafeya navbera me û Qosarê 45 kîlometre ye. Ew şekirên nokan yan jî nokên şekir, ne îcata me û ne jî ya wan e. Bi qandî ko tê zanîn, ew îcata mêrdîniyan e. Heger ne îcata wan be jî me şekirê nokan ji wan bihîstiye.
Îcar a me kê rast e? Helbet ya me!
Ji hêla bajarvaniyê ve Dêrik ji Qosarê bajartir û kevintir e, lê di heman demê de Qosar nêzîktirî Mêrdînê ye. (Her çi qasî Qosar gelekî ji Dêrikê mezintir bûbe û nifûsa wê him ji Dêrikê û him jî ji Mêrdînê bêtir bûbe jî, ew bajar nayê hesêb). Wekî din jî sebebên me yên xurttir hene ko em dibêjin, “Şekirê nokan”. Ji ber ko gava em navên şekiran dijmêrin, em weha rêz dikin, “Şekirê nokan, şekirê biîvan, şekirê nîskan, şekirê hamilhulo, şekirê kefî, şekirê qulpikan…”.
Ev jî sedemeke xurt e ko ya me rast e, ne?
Ji ber ko em weha bawer dikin, kok şekir e û ew ên dinê sifetên wî şekirî ne. De îcar qoserî jî dikarin bibêjin ko kok ew tiştên hanê ne, lê şekir sifeta wan e. Ji bona ko em rastiya xwe bidin îspat kirin, hewcedariya ko em qala verbên “transtîv” û “întranstîv” yan jî ergatîfê û fonetîkê bikin jî tune ye, ji ber ko em bi heq in! Qediya çû! Ji xwe, ev ziman û kultura hanê jî ji Tûrcel û Textê Qîza Qiralî ve li dinyayê belav bûne.
Çi mantalîteyeke ecêb, ne weha?…
Niha ev nimûneyeke piçûk ya beradayî bû. Teva ko navbera me û Qosarê ew qasî kin e jî, dikare hin tiştên me ne wek hev bin. Hin navdêrên ko li ba me nêr in, dikare li ba wan mê bin. Wek nimûne: Em dibêjin. “pelekî”, ew dibêjin, “pelekê”, ”. Em dibêjin, “li wî”, jêrî”, ew dibêjin, “li wê jêrê”… Ji ber tasbîtkirina van ferqayetîna jî kes ji me xwe nake dewsa zimannas yan jî lêkolîneran, bi tanê rastiyeke piçûk e ko mirovên serwet wê zanin.
Heger em piçekî din jî bi wê de herin, yanî heta ko em xwe bigihînin Nisêbîn û Cizîrê, dikare bi dehan cûdayiyên devokên kurmanciyê dekevin.
Mesele: li Nisêbînê ji wan kesên ko diherin dawet yan jî bûkê re dibêjin, “Xêlî ” û ji kulikê ser çavê bûkê re jî dibêjin, “Berbû”. Ew herdu gotin jî li ba me û li gelek deverên din yên Kurdistanê berûvacî wan in. Ew kesên ko diherin bûkê, em ji wan re dibêjin, “Berbû” û ji wî tiştê ko diavêjin serçavê bûkê re jî dibêjin, “Xêlî”. Mesafeya navbera me û Nisêbînê jî 80-85 kîlometre ye.
Nimûneyên bi vî rengî galek in û em vê yeka hanê him wek dewlemendiya zimanê xwe dihesibînin û him jî bawer dikin ko ew ferqiyên bikaranîna devokên me nin. Her weha gelek tiştên ko bi adet, ziman û kultura me ve girêdayî hene ko li gelek dever û mintîqeyên dinê bi awayên cûda tên gotin û bikaranîn. Ji bona wan tiştên ko li ba me bi awayekî bin, divê em her gav bihesibînin ko ew dikarin li cîhekî dinê bi awayekî dinê bin. Divê em weha nahesibînin ko ew tiştên li ba me tên bikar anîn tiştên herî rast in; em li ser tu kesên din jî ferz nekin da ew wek me bikin. Em weha nahesibînin ko hema ev “mîrata” kultura kurdî li ser sergoyê me şîn hatiye û ev ziman jî ji nav devî û zeviyên gundê me dirêj, dirêj û diiiirêj bûye.
Divê em weha bihesibînin ko her cûdayî û pirrengiyên ziman û kultura vî miletî, zengîniya têgihîştin û marîfeta wî bi xwe ye.
Ev ferqayetî û cûdayiyên devok û mintîqeyên me ne, îcar gava em van teşqele û ferqayetiyên xwe beramberî adet, kultur û zimanên biyaniyan bikin û em bixwazin mantiqeke hevpar jê derbixin, em bixwazin hin tiştan li gora serê xwe şekil bidinê, em ê şaşiyê bikin. Helbet di gelek kultur, adet û zimanan de tiştên nêzîkî hevdu henin, lê di heman demê de tiştên pir dûrî hevdu jî henin. Divê em marîfet, nazikî, nezaket û tirovirotî û zirzopiyên her ziman û kulturê bispêrin sebebên wan ên civakî, kulturî, coxrafî û dîrokî.
Ji bona vê yeka hanê, hewcedariya ko em ji zimanên dinê miqayesekirina bikaranîna hin gotin, îdyon û hevmaneyan werbigrin heye, gelo?
Mesele: Gava ko swêdiyek bibe mêvanê mirovî û destmêja wî/wê teng bibe, destûrê ji mirovî dixwaze û dibêje, “Ez dikarim tûwaleta we deyn bikim?”. Gava ko em vê nimûneyê beramberî ziman û adetên kurdî bikin, tiştekî çi ecêb, çi ucûbe ye, ne weha? Ma mirov çawa tûwaletê deyn bike?
Hîna ko mesele ji swêdiyan vebû ye, ez nimûneyeke dinê jî bidim ko hûn wê beramberî kurdî bikin, hûn ê bibînin bê miqayesekirina hin adet û kulturan, cûdayiyên zimanan çi qasî ji hev wê de nin.
Li civatekê ko jinek hebe û -heşa- mîza wê bê, ew pir bi rehetî dikare bibêje ko ew ê here mîza xwe bike yan jî bimîze; baş e, ma kurd dikarin vê yekê bikin?
Em zanin ko hestiyê zimanî tune ye, lê di heman wextê de em zanin ko divê ew li kê derê û bi kîjan awayî bizîvire; em dizanin bê mirov çawa pê çêr û xeberan dide, îlhes jî ko ew ziman kurdî-kurmancî be; lê em nakin, ji ber ko xatirê hin tiştan li ba me heye. |