STOCKHOLM, 23/3 2007 — Ev çend roj in ko ji min re bi dehan nameyên elektronîkî tên û mizgîniyê didin ko bi navê ”Ajda”yê kovareke kultur-edebiyatê li Anqereyê û bi navê ”Roja Kurd”ê jî kovareke siyasî û kulturî li Diyarbekirê derketine. Ev herdu kovar jî bi du zimanan in; yanî, bi tirkî û kurdî nin. Ji vana Roja Kurd ji terefê wan kesan ve derdikeve ko ew xwe nêzî hewildayina xwebirêxistinkirina DDKDyiyên kevin dibîne.
Ez nameyên wan kesan bi baldarî taqîb dikim û dibînim ko bê ew çi qasî kêfxweşiya xwe ya di vî warî de nişan didin; ew halanan di hev de hildidin, ”Şabaaaaşşş, ha şabaş…” Çi bû ye? Kovarên nuh derketine û him jî li ”Amed” û ”Batmanê”. Ji derketina kovaran û kêfxweşiya terefdarên vî karî re tu îtiraza kesî tune ye, lêêê…
Bi vî awayî, ev tradîsyona DDKDyiyan ya di warê derxistina kovarên kurdî de, tam sîh salî bi paş de çûye! Tam 25-30 sal berê, DDKDyiyan kovareke bi navê Tîrêjê (Ev kovara hanê xwerû bi kurdî bû û di dîroka kovarderxistina bi kurdî de ya li bakurê Kurdistanê ya pêşî bû ko bi kurdî derdiket) bi kurdî derxistibû. Mîratxurên vê tradîsyonê di vî warî de xwedî şanseke dîrokî ne ko bi vê kirina xwe bipesinin.
Herweha, Armancê jî dabû ser wê şopa dîrokî û piştî demekê xwerû bi kirdî derketibû; lê hûn ji xwe re li çerxa felekê binerin ko ”xortên” vê kevneşopiyê piştî sîh salî radibin û bi tirkî û kurdî, bi gotineke dinê, kovarên ”nêrmo” derdixin! Ev çi ecêb e? Ya rastî, ev ji kîjan aqilî re xizmetê dike, ew dixwazin çi bikin, zahmet e ko mirov fahm bike…
Ev serê çend salan e ko kurdên bakurî nikarin xwe ji siyaseta duzimaniyê xelas bikin. Tu li kîjan rêxistin û partiyê dinêrî, tu dibînî ko tesewasa wan a pêşîn ew e ko xwe çawa bigîhînin civata xwendevanan ya ko bi zimanê tirkî dixwînin... Wan tu carî ji xwe re nekiriye prensîpeke sereke ko bi zimanê xwe siyasetê bikin, edebiyatê bi zimanê xwe bi pêş de bixin û kultura xwe bi zimanê xwe piparêzin.
Heta ko ev mantiqa siyaseta kurdî xwe neguhere û negihêje wê baweriyê ko divê ew bi zimanê xwe siyastê bike, dê tu kes pênc qurişê xwe jî di zimanê kurdî de, di kitêbên kurdî de û di bazara kurdî de nedin. Heta ko kurdên bakurî nikaribin bingeha avakirina vîzyona xwe ya siyasî li ser esasê zimanê xwe ava bikin, ew ê nikaribin ji miletê xwe re bibin navnîşaneke rastî.
Heta ko ew qedir û qîmetekê nedin zimanê xwe û nikaribin xwe ji esareta zimanê tirkî xelas bikin; heta ko ew bi zimanê xwe nenivîsin, ew nikaribin li sikakê, li qahwexaneyê û di mala xwe de bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin; heta ko ew nikaribin di kovar, rojname, malper û TVyên xwe de zimanê kurdî bikin zimanê xwe yê esasî û yê tevgerînê, ew dê tu carî nikaribe bibin hêvî û cîhê baweriyê. Bila kes xwe nexapîne!
Ez kêfxweşiya xwe ya ji bona hewildayina xwejinûve pejirandina van hevalan diyar dikim. Di civîna Bîlefeldê de jî di derbarê nasnameya kurdî de, di warê perspektîf û vejîniya zimanê kurdî de tiştên gelekî baş hatin minaqaşekirin û herweha biryarên baş hatin wergirtin. Feqet, ez bala xwe didimê ko di pratîkê de ev hewildayina hanê li gora maqûliya kevnetiradîsyona xwe hereket nake û naxwaze di warê bikaranîna zimanê kurdî de rola xwe ya dîrokî dubare bike. Heger ew zimanê kurdî nexin merkeza xwe, tu divê bila ew di warê fikirî de têştên herî rast, tiştên gelekî maqûl û vîzyonên herî neteweyî jî tesbît bikin, ew ê ji bona gelek kesan nebin merkezeke cazîbeyê.
Bi hêviya ko ev hevalna bi rola xwe ya dîrokî ve rabin û rojekê berî rojekê li xwe vegerin, xwe rawejikînin û ji wê şaşiyê vegerin; ez Newroza we pîroz dikim. |