STOCKHOLM, 8/3 2007 — Min li ba xwe ahd kiribû ko ez ê nema li pey tu miriyan binivîsim. Ji ber ko min herî dawî li ser Îsmeîlê bira nivîsibû û min gazindên xwe bi wî kiribûn ko ew neheqiyê li me dikin, weha koça xwe ya dawiyê zû ji nav me dikin… Hata ko min di derheqê mirina wî de nenivîsîbû, ez lê hay nebûbûm bê me çend hevalên dinê berî wî binax kirine…
Birayê delal,
Tu bawer bikî ko mirina te, mîna henekekê ye... Her çi qasî ez bûm şahidê niqirîskên te yên dawiyê jî lê dîsa ew meyt û cenazeyê hanê ji bona min ne rastî ye. Gava te nefesa xwe ya paşîn da û jineke bi berçavik serê xwe xist hundirê odeya ko em lê rûniştibûn û wê got ko ”Wî” emir da haziran, helebel li me daket; me baz da, min hat bi çavên serê xwe ew qilafetê te yê qerisî yê ramedandî dît; her çi qasî roja dinê li mekanê ko te ava kiribû taziyeya te hate danîn û rismekî te yê ko sîhûdu diraninên te bi hev re xuyayî li wira hatibû danîn ko te bi kenekî zirecêbî –mîna ku- henekê xwe bi wan kesan dikir jî; çay û qahweya tahziyeya te ji terefê hevrêyên te dihate belav kirin, navsereyan cilên reş li xwe kiribûn, ciwanên naşî dilerizîn, swêdiyan gulên sipî dianîn li ber çerçeweya wêneyê te datanîn jî, min tu carî îtibar bi wê mirina qeşmer neanî…
Her çi qasî jin û zarokên te, xweh û birayên te, heval û hogirên te li dû te kirin qêrîn, bi qeremûşkan ser çavên xwe du gîsên û sê gîsin kirin, her çi qasî li Kitibxaneya Kurdî bû roja haşer û mahşerê, swêdiyên wechebûsî, biyaniyên şaşmayî û kurdên ”devliken” ko mirovî dost û dijminanyiya wan ji hev dernedixist, li ber wî wêneyê te hatbûn ser hev jî; her çi qasî ji bona te deftereke qaba wê lacîwert li ber devê deriyî, li wî cîhî hatibû danîn ko me di her serê êvaran de ji xwe re qahwe ya swêdiyan çêdikir; her çi qasî di wê merasîma mîna henekan de gelek kesên ko kêfa te ji wan re nedihat, bi qevdeke gulên sipî diketin devê deriyê Kitêbxaneyê û her çi qasî gelek kesan ji bona mirina te hisên xwe dinivîsîn û tiştên ko ji hundirên wan dihatin dixulxulandin jî, min qet îtibar bi vê mirina malikxerab, ya di derheqê te de neaniye û ez ê tu carî jî jê bawer nekim.
Xoce,
Îroj, roja sisiyan e ko em hemû li Kitêbxaneya Kurdî li ser piyan in. Ev gava henê dişibe wan gavan ko me bi caran ji bona çalekiyên di derbarê kultur û hinera kurdî de li dar dixistin. Te dît, Xoce… Gav ko me ew karê hanê bi ciwanmêrî bi dawî dianîn û hemû mêvanên me belav dibûn, em çend kesên nêzî hevdu diman û me bi hev re du qurt tiştekî cemidî bi ser xwe de dadikir û hemû ew betilandina wê rojê, bi wî awayî ji ser xwe diavêt û wê mizicandina te ya mîna zir-ecêbekê ji binê wî simbêlê te yê mîna qoçê pezkoviyan ko ji ser wê lêva te ya nola hijîreka qilêriya devqelişî dipekiya û bextewariya wê kîlêkê mîna birûskeke ji çelesiriya adar û nîsanê diçûrisand, em bi hev re miferih dikirin. Tu ji nişka ve dipengizî û te digot: ”Rabe qardaş, rabe… Rabe em herin li cîhekî dinê dewam bikin…” Ji xwe hetanî wê kêlîkê jî ji kişandina wê mîrata cixareyê, ne nan û ne jî av dihatin bîra te. Te îman lê diçikan, Qardaş… Bila tu tenê bibêjî ko te cixare kişand û te mineta wê danî serê wî giyarê henê.
Tu dizanî, Xoce/”Qardaş”? Gava ko ez îroj dihatim (îroj, roja taziyayê ya sisiyan e û roja dawiyê ye) Kitêbxaneyê, ez bi rê de li te fikirîm. Ya rastî, ne ko ez bi hemdê xwe li te fikirîm. Hema ji nişka ve ji CDya erebeyê dengê dûrikekê (do êvarê ez li mala yarê bûm, yastuxa min kevir, binê min herrî û baran bi ser min de dihat, lê dîsa jî kêfa min li cîh bû, eman neman, neman, neman…) bilind bû û li dû wê gav bi gav, hust bi hust, hilm bi hilm, ew bîranînên li cîh û mêlavên me serê xwe hildan û bi derbasbûyina min re, wan rojên berê di henûnî û milahîmiya dostaniya te de, xwe di nava hinavên min de liviandin û yek bi yek bi beskura min ve rapelikîn ko ez îroj tiştekî li vê deftera ”qeşmer” binivîsim. Ya rastî, ne bi tenê binivîsim, herweha qebûl bikim û vê mewta –mirina- hanê bi darê zorê qebûl bikim ko bi rastî jî te ji nav me koç kiriye! A ev e, ya ko êdî tayî bi derziyê vedike û min mecbûr dike da bi rastî jî mîna miriyekî bi te re bidim û bistînim; oofff, Xoce, offf... Ev yeka hanê îmanê li mirovî diçikîne, xewên şevan li min diherimîne, pariyê xwarinê di ber min de dihêle û… Û min dike mîna leylikekê ev jiyana bi derewan... A ko bi zora min diçe û ez nikarim qebûl bikim, a ko ez nikarin wê weke rastiyekê li xwe heq bikim, ev e…
Ev sê roj in ko bi sedan dost û hevalên me yên mişterek diherin û tên û hin ji wan jî ji dûra ve, bi hustuxwarî –kizekiz ji hundirê wan tê- li gazî û bêdengiya tabûta te temaşe dikin û bi dehan tiştan di derbarê derbasbûyina te de dibêjin/dinivîsin, lê ez nikarim bawer bikim ko ew tiştên hanê ji bona te tên gotin/nivîsandin. Wek min bîstika dinê jî got, ji min heye, dîsa rojek ji wan rojan e ko li Kitêbxaneyê çalekiyek heye û piştî bistikeke dinê ew mêvanên hanê dê belav bibin û ew bejna te ya dirêj ê ji devê deriyî ve xuya bibe; tu dê boçika cixareyê bi pozika qondereya xwe ya diyarbekirî bieciqînî û ji dêvila wî sûretê hanê ko hemû diranên te yên sipî-boz diçûrisînin dê tev bigerin û du qehirîn û sê mizicandin li ser lêvan bilivin û bibîje ko qardaş rabe em herin li cîhekî bîrayeke cemidî vexwin, looo; em ji hal de ketin…
Îroj, ez jî piçekî ber bi wê rastiya rezîl û riswa ve diçim/çûm û min di hin şop û mêlavan de ew qebûl kir ko bi rastî jî te em li ser piştê hiştin û te jî tepa xwe li me xist, ”Qardaş”. Her çi qasî ez bi xwe re dixeyidîm û min nedixwest ko ez wê rastiya xencerî qebûl bikim jî; lê gava ez di ber wan mekanan re (di)bihurîm, min wêne û dîmenên me di wan eynik û camekanên avahiyan de dît ko me hin caran bîrayake cemidî bi hev re rakiribû û gava ez di ber wê cafeteryaya li Sodermalmê, di nêzîkî qahwexaneya Hecî abêyî re bihurîm, min zir qedeheke Kaffe Latte di destê te dît ko tu li ser piyan sekinîbû û min li ber rawestegeha nimreya wê 65 e tu teva pardusuyê te yê sipî dît… Min di serê êvareke îniyê de tu li devê deriyê nexweşxaneyeke bêûcax dît; min tu li ber perê ava Sulussenê dîtî ko çend kitêb di bin çengê te de bûn û te libên genim davêtin ber ordek û qazan; min tu li meydanên Stockholmê û Diyarbekirê dît ko mîkrofonek di destê te de bû û hilme-gulma pekandina gotin û dûrişimên bi mîlîtanî xwe li simbêlê qilçixşînî dibezikandin; min tu di her sibeh û navroj û êvareke vî bajarî de dîtî; min di her nêrîn û bîhnsitendinên asoyên vê giravê de dît ko çavên te li ezmanê wê mîna stêrkên binewrî bûn ko ne ew hatin nixumandin û ne jî puxte bûn, ew her li rêyeke dûûûûrr û dirêj temaşevanên hustuxwar bûn, eynî mîna ”mirina te” bi lez bû.
Min tu dîtî, min tu dît… Min tu li her quncik û qiraxên vî bajarê ko keleha sirgûniyê ye, teva bejana te ya bilind dîtî.
Û niha êdî ez –ji mecbûrî- qebûl dikim ko tu bi çi lezê jiyayî, her weha bi wê xezebê jî çûyî… Oxira te ya xêrê be, Qardaş.
6ê adara 2007an
***
Têbînî: Gotina "qardaş" tê maneya "bira-keko" ko Nedîmî hergav bi kar dianî. |