STOCKHOLM, 16/10 2006
Cînav
Di babetê cînavan de, kêm ferq û cidahî di navbera behdînî û kurmanciyê de tên dîtin. Newekhevî di cînavê îşarkî “ev” û yê tevayî “hev” û “yekûdu” de diyar dibe. Cînavê îşarkî yê kurmancî “ev” di behdîniyê de “ev … e” ye. Li van nimûneyan temaşe bike:
kurmancî: ev kitêb nû ye
behdînî: ev kitêb e nû e
kurmancî: ev e welatê me
behdînî: ev e ye welatê me
lê,
kurmancî: ev kitêba nû ya min e
behdînî: ev kitêba nû ya min e
Li hember “hev” yan “hevûdu”-ya kurmancî “êk” yan “êkûdu” di behdîniyê de heye. Binêre,
Daçek
Paşdaçekên “de” û “re”, lê ne “ve” di behdîniyê de “da” û “ra” ne. Binêre,
kurmancî: di sûkê de, di sûkê re, bi sûkê ve
behdînî: di sûkê da, di sûkê ra, bi sûkê ve
Paşdaçeka “re” (yan “ra”) di behdîniyê de li gel daçeka “ji”-yê nahêt. Li şûna wê, “bo”-yeka bê “ji” têt bi kar anîn. Bo nimûne,
kurmancî: ew kitêb ji te reye; ew kitêb ji bo te ye
behdînî: ew kitêb bo te ye
Zêdeyî van cidahiyên di babetê daçekan de hîç ferqên dî di navbera behdînî û kurmanciyê de nahên dîtin.
Hejmar
Hejmar di behdîniyê de - ne wek kurmanciyê - bi carekê mê ne û bi pirtika “-ê”-yê tên tewandin. Bo nimûne,
behdînî: çîroka êkê; xaniyê pêncê; sala 1987-ê
kurmancî: çîroka yekê; xaniyê pêncan, sala 1987-an
Di gotina tarîxê de, mirov hem di behdînî û hem di kurmanciyê de qalibê “hejmar-ê mehê” bi kar tîne; bo nimûne, sêyê gulanê, bîstûyekê adarê, şeşê îlonê û hwd. Ev “-ê”-ya ko li vê derê bi ser hejmarê ve hatiye zêde kirin ne nîşana zayenda nêr ya peyveka wek “kur” di fraza “kurê Nazdarê” de ye. Ew “-ê” nîşana mêyîniya hejmarê ye û bingehê qalibê “hejmar-ê mehê” bi îhtîmaleka mezin “roja hejmar-ê ji mehê”; anku roja sêyê ji gulanê, roja bîstûyekê ji adarê û hwd., bûye.
Pirtik
Paşpirtika ko di kurmanciyê de nîne û di behdîniyê de gelek çalak e “-anê” ye. Ev pirtik navên yarî û lîstikan ji navdêran saz dike; bo nimûne,
tepanê (ji tepe “gok” û –anê), hêkanê, damanê, gustîlanê, perkanê (lîstika kaxezan), boksanê, matanê, qoçanê, mistanê, armancanê, tîranê, kêlanê, berşûtikanê, çolanê, biranê (birranê) û gelekên dî.
Navê wê prosesa zewicandinê ya ko pê du malbat kiçên xwe bê nefeqe li hevûdu diguhorin û her keçek ji wan dibe bûka malbata dî li Behdînan “pêkguhorkanê” ye. Tevî ko ev peyv bi “-anê”-yê diqede, proses bi xwe cidî ye û di rewşên aloz de malwêranî jî jê çê dibe. Heger ev ne lîstikeka wextderbazkirinê be jî, ew “canbaziyeka civakî” ye.
Di vî babetê pirtikan de, pêwîst e mirov behsa paşpirtika “-ik”-ê û karên wê di behdîniyê de bike. Em dizanin wezîfeya serekî ya vê pirtikê “biçûkkirin” e. Bo nimûne, “darik” darê biçûk e, “dîwarik” dîwarê biçûk e û hwd. Lê, ew di behdîniyê de karê dî jî dike. Ew jî “navdêrkirina” peyvan e. Bo nimûne, “balîfk” dikare mezin û dikare biçûk jî be. “-(i)k”-a ko li dawiya peyvê ye wezîfeya biçûkkirinê nake. Ew bi tenê nîşan dide ko ev peyv “navdêr” e. Vêca, peyvên “kurik”, “kiçik”, “mêrik”, “jinik”, “sênîk”, “nivînk”, “kevçik”, “serhevîrk” û hwd. ne biçûkkirî ne. Gelek giring e mirov bizane ko îdîayên li jor yên girêdayî wezîfeyên “-ik”-ê di kurmancî û behdîniyê de ne qaîdeyên mitleq in û dikarin li herdu aliyan bên dîtin. |