STOCKHOLM, 7/10 2006 – Em dizanin ko “-ê”,”-a” û “-ên” (yan “-êt”/”-êd”) nîşanên îzafeyê ne. Binêre:
kurê wan
keça wan
kurên wan
kurêt wan
Heger em navdêrên pêşiyê rakin, frazên jor dê bi vî awayî bin:
ê wan
a wan
ên wan
êt wan
Ev nîşanên îzafeyê bi vî awayê li jorê karê îzafekirinê hem jî karê cînaviyê dikin. Gelek caran “y” li pêşiya wan e. Wek:
yê wan
ya wan
yên wan
yêt wan
“(Y)ê”, “(y)a” û “(y)êt” di behdîniyê de wezîfeyên dî jî dikin.
1. Ew di hevokên ko kopula (lêkera bêhêz) tê de ye dikevin pêşiya rengdêrê û hejmar û zayenda subjektê diyar dikin. Bo nimûne,
Ew (y)ê kurt e (dema ”ew” yekhejmar û nêr be)
Ew (y)a kurt e (dema “ew” yekhejmar û mê be)
Ew (yê)t/d kurt in (dema “ew” pirhejmar be)
Ev hevok di kurmanciyê de bê “(y)ê”, “(y)a” û “(yê)t/d” in.
2. Ew dema niho ya domdar ji dema niho ya giştî cida dikin û hejmar û zayenda subjektê diyar dikin. Bo nimûne,
Kew diqebit [yan “Kew diqebin”] (giştî; anko, adeta kewan qebîn e)
Kew (y)ê diqebit (domdar; anko, ew – yekhejmar û nêr – niho diqebe)
Kew (y)a diqebit (domdar; anko, ew – yekhejmar û mê – niho diqebe)
Kew (y)ê(t) diqebin (domdar; anko, ew – pirhejmar – niho diqebin)
Ev dema niho ya domdar di kurmanciyê de nîne. Lê, behdînî jî, wek kurmanciyê, ferqê naxe navbera van herdu aspektên (corên) dema niho gava hevok neyînî yan pirsiyarkî be. Binêre,
Ew natirsit [yan ”Ew natirsin”] (ne niho û ne hîc carê)
Ma ew ditirsit/ditirsin? (niho yan hercar)
3. Ew di hevokên ko behsa bûyera borî ya nêzîk (ya têdayî) dikin de dikevin pêşiya lêkerê û hejmar û zayenda objektê diyar dikin. Bo nimûne,
Min ew (y)ê dîtî
Min ew (y)a dîtî
Min ew (y)êt dîtîn
Lê, behdînî di hevokên neyînî û pirsiyarkî yên ji vî tuxmî de wek kurmanciyê ye. Binêre,
Min ew nedîtiye (ji bo nêr û mê û yekhejmarê)
Min ew nedîtine
Ma kengî min ew dîtiye/dîtine?
Têbîniya dawiyê di heqê “(y)ê”, “(y)a” û “(y)êt” yên behdînî de ew e ko dema alavek ji van di hevokê de hebe, ew hejmar û zayenda subjekt yan objekta netewandî diyar dike.
Niqteya dawiya ya babetê lêkerê ew e ko kokên lêkerên ”kirin”, ”birin” û ”dan”-ê hem ”k”, ”b” û ”d” hem jî ”ke”, ”be” û ”de” ne. Bo nimûne,
Tu silava(n) li kê dikî/dikey(î)?
Xudê didit/didet û Xudê dibit/dibet
Ez dê barî li pişta kerî kem, dê bem e meydanê û dem e feqîra(n)
|