STOCKHOLM, 7/9 2006 – Heger em li hev bikin ko rader forma bingehî ya lêkerê ye û ew form bi ”-(i)n”-ê diqede, em dikarin hemî formên dî yên lêkerî ji wê çê bikin. Binêre:
Bi giştî, mirov qurmê lêkerê di hevokên ko behsa bûyerên borî dikin de bi kar tîne û koka lêkerê ji bo diyarkirina bûyerên ko diqewimin yan dê biqewimin dixebitîne. Ne qurmê lêkerê ne jî koka wê bi serê xwe di hevokan de nahên bi kar anîn, çunkî ji bo diyarkirina hevbendiya lêkerê bi parçeyên dî yên hevokê ve hemî caran pirtikek li ser lêkerê têt zêde kirin. Bila navê wê pirtikê ”lêkerbend” be. Herweha, pirtikên ko dema hevokê xuya dikin jî bi ser lêkerê ve tên berdan. Li van nimûneyan temaşe bike!
1. Ez dê wê bi-revîn-im
2. Wan bapîrê xwe ne-dît-i-bû-0
3. Ew di-ç-e dibistanê
4. Baran barî-0
(reqema sifirê dibêje pirtika ”sifir” li ser qurmê lêkerê zêde bûye û ew jî li vir lêkerbend e)
Lêkerbend (LB) zanyariyan derbareyî subjekta hevokê yan objekta wê dide me. Bo nimûne, ”-im”-a hevoka 1-ê ya li jor diyar dike ko subjekta hevokê kesê yekê û yekhejmar e. Sifira bi ser lêkera ”dîtibû” ya hevoka 2-ê ve dibêje ko objekta hevokê kesê sêyê ye û yekhejmar e. Di vî warî de, hinek cidahî navbera behdînî û kurmanciyê tên dîtin.
1, 2 û 3 kesê yekê, duyê û sêyê ne; y=yekhejmar; p=pirhejmar.
Tu dibînî ew lêkerbenda ko kesê yekê yê pirhejmar destnîşan dike û li ser qurm û kokê zêde dibe di behdîniyê de ”-în” e. Cidahiya dî jî lêkerbenda ji bo diyarkirina kesê sêyê yê yekhejmar e dema bingehê lêkerê kok be.
Cidahî li vê derê xelas nabe. Derbirîna hinek demên bûyeran û xeberdana li ser wan jî di behdînî û kurmanciyê de ne wek hev in. Gava mirov bixwaze li ser bûyereka ko mimkin e di paşerojê de biqewime bike, mirov ”dê” pêş lêkerê dadine. Bo nimûne:
behdînî: ez dê kevim
kurmancî: ez dê bikevim
Cidahiya behdîniyê ji kurmanciyê di vê terkîbê de ew e ko pirtika ”bi-” ya raweya subjunktîv (konjunktîv, înşayî) li gel lêkerê nahêt bi kar anîn. Behdînî heman terkîbê, anku lêkera bê ”bi-” – wek ”kevim” – di derbirîna bûyereka ko dê biqewimiya de bi kar tîne û ”da”-yekê li şûna ”dê”-yê dadine. Bo nimûne,
behdînî: ez da kevim; ez da wan bînim
kurmancî: ez dê biketama; min dê ew bidîtana
Formeka dî ya lêkerê heye ko ji qurmê lêkerê û paşgira “-î” pêk dihêt. Ev di komekên dema borî yên bi ”gava”, ”çaxê”, ”wextê” û hwd. dest pê dikin de di behdîniyê de diyar dibe. Nimûne,
behdînî: Gava wî ez dîtîm, wî xwe veşart
kurmancî: Gava wî ez dîtim, wî xwe veşart
Heman forma lêkerê di behdîniyê de ji bo dema borî ya nêzîk têt bi kar anîn. Binêre:
behdînî: Wî ez yê dîtîm
kurmancî: Wî ez dîtime
”Yê”-ya ko di hevoka behdînî de heye mijara nivîsara paştir e.