STOCKHOLM, 30/8 2006 – Zayend ew tesnîf e ya ko rêziman pê navdêran (û cînavan) dike nêr yan mê. Ji bilî wan navdêrên ko mirov dikare hem ji bo yên nêr hem ji bo yên mê, wek “dost”, “mamosta”, “şagird” û hwd., bi kar bîne, zayend di kurmanciyê de sîmayeka ferhengî ye. Bi gotineka dî, her navdêrek di koka xwe de zayendkirî ye. Forma navdêrê, piraniya caran, zayenda wê kifş nake. Ji bilî raderên lêkeran, wek “zanîn”, “xwarin”, “dîtin” û hwd. yên ko hertim mê ne, navdêr – bi giştî – nîşanên nêrînî yan mêyîniya xwe di terkîba xwe de diyar nake. Bo nimûne, dengên /s/, /ê/ û /v/ yên ko peyva “sêv”-ê pêk tînin hîç sîmayên zayendê nîşan nadin. Lê, ji ber sedemekê ji sedeman, vê peyvê zayenda mê wergirtiye.
Hinek navdêr zayenda xwe ji siruştê werdigirn. Bo nimûne, zayenda wan navdêrên ko girêdayî mirovan û heywanên kedî û mezin – wek dewaran ûhwd. ne, li gor nêrînî û mêyîniya wan ya siruştî têt zanîn. Zayenda peyvên “mêr”, “kur” û “dîk” nêr e ji ber ko xwediyên van nvan di siruştê de nêr in. Herweha, yên ko di siruştê de mê ne, wek “jin”, “keç” û “mirîşk”, jê re navdêrên zayendmê hatine danîn. Lê, zayenda piraniya navdêran ne li gor qaîdeyeka sîstematîk e. Peyva “zik” nêr e û peyva “pişt” mê ye, tevî ko herdu jî navên du parçeyên heman leşî ne. Peyva “ba” nêr û ya “bahoz” mê ye, tevî ko herdu jî navên hewayî ne. Ne dûr e zayendkirinên han di qonaxekê ji qonaxên dîroka zimanê kurdî de bibingeh bûn, lê ew îro ji me re ne ew qas fambar in.
Zayendkirina navdêran di behdînî û kurmanciyê de ne hercar wekhev e. Peyvên wek “sîng”, “qelem”, “sebr” û “dem” di behdîniyê de nêr in, lê eynî peyvan di kurmanciyê de mê ne. Navê wê parçeya leşê ya ko mirov pê nefesê dike bi behdînî “difin” e û zayendê wê mê ye. Navê heman parçeyê bi kurmancî “poz” e û zayenda wê nêr e.
Cidahî di wan peyvan yên ko ji zimanên ewropî hatine deyn kirin de jî tên dîtin. Bo nimûne, peyvên ”sîstem”, ”komputer” û ”qenat (kanal)” di behdîniyê de nêr in, lê ew di kurmanciyê de mê ne. Heye ko dema behdînî peyvên esilewropî li şûna peyvên erebî dadinin, ew zayenda peyvên erebî didin wan. Bo nimûne, peyva ”sîstem” li cihê peyva erebî ”nîzam” têt bi kar anîn. Çunkî ”nîzam”-a erebî nêr e, ”sîstem” jî, li gor texmînê, dibe nêr. Lê, ev teorî ji bo hemû peyvên biyanî derbaz nabe. Tevî ko peyvên ”televizyon”, ”telefon” û gelekên dî di erebiyê de nêr in, ew di behdînî û kurmanciyê de, bi giştî, mê ne.
Mijara hejmar û zayenda navdêrê di behdînî û kurmanciyê de di vî cedwelî de hatiye berçav kirin.
yek. = yekhejmar
pir. = pirhejmar
binav. = binavkirî (bê ”-ek”)
nebinav
Têbînî:
Hinek kes bawer dikin ko zayendkirina navdêran di kurmanciyê de bi qaîde ye. Yên ko dixwazin dîtinên hinek ji wan bixwînin bila temaşeyî xebatên Celadet Bedirxan, Sadiq Behadîn Amêdî û Keça Kurd bikin. |