SWÊD, 6/3 2015 — Ferhenga Akademiya Swêdî (Svenska Akademiens ordbok) ko bi kurtî wekî SAOB tên nas kirin ev 117 sal in hê jî neqediyaye. Cildê yekem ê vê projeya mezin di sala 1898an de derketiye û heta niha amadekirina projeyê her berdewam e.
Divê em li vir dîyar bikin ko karên amadekirina cildê yekem gelek sal berî vê terîxê dest pêkiriye. Akademiya Swêdê di sala 1786an de saz dibe û piştî salekê biryar tê girtin ko ferhengeke mezin a zimanê swêdî bê amade kirin. Ew hatina aborî ji weşandina rojnemeya swêdî ya yekemîn ji bo amadekirina ferhengê hatiye/tê xerc kirin. Rojnameya bi navê Stockholms Post-Tidningar di sala 1645an de derketiye û heta niha jî weşana xwe her berdewam dike.
Qralê Swêdê III. Gustav vê rojnameyê bi Akademiyê ve girêdide bona ko paşeroja amadekirina vê ferhenga mezin garantî bike. Di rêbaz û destûra Akademiya Swêdî de sadebûn, hêzdarî û bilindahîya zimanê swêdî (renhet, styrka, höghet) wek armanc hatiye nîşan dan. Ev proje li bakur wekî yek ji projeyên herî mezin tê hesibandin.[1]
Heta niha 35 cildên vê ferhengê derketine, angorî rêza alfabetîk heta tîpa "T" hatiye. Akademiyê plan kiriye ko cildê dawî di sala 2017an de biqede. Eger mirov hemû cildan bide ser hev mezinahiya ferhengê ji bejna kesekî normal dirêjtir dibe. Ked û xebateke mezin hatiye dan, wek mînak tenê beşa tîpa S qasî 35 salan ajotiye (1965-2002) û deh cild derketine. Dema her cildek derketiye ev yeka bûye sedemê şabûneke mezin. Berpirsên akademiyê van bûyeran wekî “şahiya cildê” nû bi kêfxweşiyekê pîroz dikin. Redaksîyona ferhengê niha li bajarê Lundê ye, qasî bîst zimanzan û kesên din li wir kar dikin.
» Şeş cildên ferhengê yên dawî
Ferhenga Akademiya Swêdî ferhengeke dîrokî ye. Ji sala 1521an vir de heta niha peyvên ko di zimanê swêdî yê nivîskî de hatine (tên) bi kar anîn bi pergaleke gelek zanistî û sîstematîk dide nas kirin. Armanc ew e ko hemû peyvên mirî û yên ko di zimanê îro de tên bi kar anîn digel jêgirtan di vê ferhengê de cîh bigrin. Xebata ferhengê ya bingehî li ser berhevkirin û qeydkirina peyvan pêk tê.
Materyalên nivîskî ko di nav van 500 salan de hatine weşandin bi baldariyeke mezin tên xwendin, tên şekirin û bêjing kirin û di dawiyê de ew peyv û cîhên ko lê derbas dibin wek jêgirt tên qeyd kirin. Di nav van materîyalan de pirtûk, rojname, kovar, dokumentên fermî, oldarî û gelek çavkaniyên dî hene.
Ji van çavkaniyan ew beşên ko peyvên balkêş tê de derbas dibin wek perçe-tekst tên parastin. Ji van jêgirtan re “språkprov” yan jî “excerpt” hatiye gotin. Her peyv angorî van jêgirtan bi gramatîkî tên nasandin. Hejmara van jêgirtan îro gihiştiye qasî 9 mîlyonan, li bajarê Lundê di arşîva redaksîyona ferhengê de tên parastin. Wek em ê li jêr jî bibînin ji van jêgirtan qasî 15 heban di derbarê peyvên kurd û kurdî de ne ko hê bi rêya ferhengê nehatine weşandin.
Niha ev ferheng ji sala 1997an û vir de bi rêya înternetê berdest e. Kesên ko dixwazin serpêhatiya peyvekê fêr bibin dikarin bi sîstema lêgerînê xwe bigihînin bersîv û encaman. Dema hemû cildên ferhengê di sala 2017an de bi temamî bên weşandin, êdî tijikirina valahî û jiholêrakirina xeletî û kêmasiyên ferhengê bi rêya vê şaxa dîjîtal gelek hêsantir dibe. Rojê qasî 5 000 kes serdana şaxa dîjîtal dikin.
Ev ferheng ferhengeke etîmolojîk e, dîrokî ye. Zêdetir koka peyvan nîşan dide, zimanan dide ber hev. Her peyvek bi dirêjahiya sedsalan çawa formên xwe guhorîne/mirine yan jî wateyên cihê wergirtine bi alîkariya jêgirtên çavkaniyên swêdî yek bi yek di ferhengê de xuya dike. Di ferhengê de ziman, edebîyat û dîrok gelek nêzîkî hev bûne. Mirov dikare bêje ko ev çavkanî wek xezîneyeke zimên zêdetir alîkariya lêkoleran û nivîskaran dike. Ji bo xwendevanên sade ko li pey wateya peyvekê ketine, ji bo wan kesan jî akademîyê ferhengên din amade kirine.
Ew peyvên ko di dema derketin û weşandina cildan de hêj nebûn, neketine nav tûrikê zimên, bi alîkarî û rêya cildên nû wê bên pêşkêş kirin. Peyvên ko ji ber çavan winda bûne, ji ber sedemên aborî û sedemên dî nekarîne di ferhengê de cîh bigrin dê di şaxa dîjîtal de bên nû kirin. Yek ji van kêmasiyan jî di ferhengê de tunebûna peyvên kurd, kurdî… Ev peyv çi wextî û bi rêya kîjan çavkaniyan ketine zimanê swêdî, avasaziya (konstruksîyon) van peyvan ên zimanî, zimannasiyê çawa nin, bi salan çawa hatine nivîsîn? Divê bersîvên van pirsan wek prensîp di cildê ferhengê yê 15an de cîh bigirta.
Dema di sala 1939an de cildê ko peyvên bi tîpa K dest pê dikin, hat weşandin, peyva "kurd" û "kurdî" cîh negirtine. Min ev yek ji redaksîyona ferhengê pirsî. Piştî ko yek ji wan redaktorên ferhengê Birgitta Hedbäck ev yek kontrol kir, wê dîyar kir ko ne tenê peyvên "kurd" û "kurdî" gelek peyvên dî jî di vî cildî de cîh negirtine. Birgitta Hedbäck sedemê vê yekê bi îmkanên aborî ve girêda. Lê belê wê got ko her çiqas ew nehatine weşandin jî redaksîyona ferhengê hin jêgirt (språkprov, excerpt) ji bo "kurd" û "kurdî" hê berî gelek salan berhev kirine û parastine.
Li ser daxwaza min wê kopîyên qasî 15 jêgirtan ji min re şandin. Bi saya van mînakan mirov fêr dibe ko kîjan çavkaniyên swêdî qala mijarên "kurd" û "kurdî" kirine. Di van jêgirtan de xuya dibe ko kesên ko ew berhev û qeyd kirine heta nîvê sedsala 19an (1850) çûne. Min ji redaksîyonê re çavkaniyeke swêdî ya hin jî kevintir şand ko li wir wek mînak qala kurdên Helebê tê kirin (Stockholms Post-Tidningar 18 April 1785). Hedbäck di mesaja xwe de dîyar kir ko ew ê vê jêgirtê jî tevî jêgirtên din bike. Di dawiya bersîva xwe de wê got ko ewê agahî û zaniyariyên xwe nû bikin û heta çend salan wan di şaxa dîjîtal û di cildê lêzêdekirî de belav bikin.
» Çend jêgirt di derbarê kurd û kurdî de (Arşîva Ferhenga Akademîya Swêdî, Lund)
Ev jêgirtên di derbarê "kurd" û "kurdî" de jî kûrahiya dîroka têkiliyên swêdî-kurdî baş sembolîze dikin. Çawa em dibînin sînorên ziman û dîrokê her diçin zirav dibin. Ev jêgirt tenê peyvên "kurd" û "kurdî" nîşan nadin, herwisa jî ev peyv li kîderê, ji aliyê kê de û çi demê hatine bi kar anîn bi tehrekî sîstematîk û kronolojîk pêşkêş dikin. Wek prensîp navên taybetî wek mînak navên welatan di vê ferhengê cîh wek peyvên bingehîn nayên nasandin. Lê belê di danasînên peyvan de navên welatan dikarin di nav jêgirtan de derbas bibin.
Wek mînak dema peyvên dî tên nasandin, di nav van danasînan de em hin caran rastî gotinên "Kurd", "Kurdistan", "Selahadîn", "Ararat", "Dîcle" û "Firat" tên. Wek mînak dema ko Tempelorden (terîqeta parêzgehê) tê nasandin, li wir qala Selahadîn jî tê kirin. Ev çavkanî di sala 1635an de li Stockholmê hatiye weşandin. Navê vî navdarê kurd li vir bi forma latînî wek Saladinus derbas dibe.[2]
Dema di sala 2005an de peyva turkmen (tirkmen) tê nasandin piştî 370 salan vê carê em rastî jêgirteke gelek nû tên: ”Kurd dixwazin Kerkûk bi Kurdistana otonom re girêdayî bibe, ev yek li bal erebên sunnî û şêniyê tirkmen ên bajêr qehrê peyda dike”.[3] Çend jêgirt ji gernameyên gerokê navdar Sven Hedin hatine girtin. Yek ji wan ji bo danasîna peyva arsenal (depo) ye. Li vir tê gotin kemberên kurdan wek depoyan bi çek tijî ne: “… li dora nava xwe kemer alandine ko tê de depoke (arsenal) rêkûpêk ji debançe, kêr û şûran pêkhatî heye”. Li vir ferheng dîyar dike ko ev nêrîna di derbarê kurdan de li vir bi “mezinkirî” (mibalexe) hatiye pêşkêş kirin.[4]
Peyveke din jî peyva "löpa" (bezîn, revîn) e: “Hikûmetê cesaret nekir çend gavên enerjîk li hemberî kurdan bavêje û ji ber vê jî çavên xwe ji reviyana bikujan re girt”.[5] Di hin çavkaniyên swêdî yên dîrokî de mirov dibîne hê berî sed salan Kurdistan wek mînak hin caran "Curdistan" hatiye nivîsîn û rengdêrê ji peyva Kurdistan afirandî jî wek "kurdistanska" hatiye bi kar anîn.
Ev ferhenga swêdî ji bo heyran, dildar û birçiyên zanîna serpêhatiyên peyvan defîneke mezin pêk tîne. 500-saliya dîroka zimanê swêdî bi keda 120 salan di vê çavkaniya giranbiha de cîh girtiye. Mirov bi saya wan mînakan herwisa jî bedewî, dewlemendî û mîrateyeke çandî û hûnerî ya mezin dibîne.
Pişti sê salan ango di sala 2017an de dema ev projeya mezin qediya, şahiya mezin wê demê destpê dike. Niha redaksîyona ferhengê bi kêfxweşiyeke mezin ji bo vê sala giring xwe amade dike. Em jî bi çar çavan benda amadekirina peyvên "kurd" û "kurdî" ne. Ka em dê mêze bikin serboriya van peyvan ya 500 salan ji kîjan qonaxan re derbas bûye? Yek ji wan redaktorên ferhengê Birgitta Hedbäck ji ber hewldayîna amadekirina vê nivîsa min gelek şabû û ji min daxwaz kir: ”Kengê nivîs hate weşandin bi kêfxweşî kopiyekê ji me re bişîne, her çiqas em nikarin bixwînin jî xweş e li bal me bikaribe hebe. Bi silavên dostane”.[6]
Têbînî:
[1] Piştî Ferhenga Akademiya Swêdî yek ji projeyên mezin li bakur (Norden), amadekirina Ferhenga Bîyografîk a Swêdî ye (Svenskt Biyografiskt Lexikon) ko cildê wê yê yekem di sala 1917an de derketiye. Her du salan carekê cildek derdikeve û heta niha 34 cildên wê hatine weşandin (2013). Tê texmîn kirin ko cildê dawî, ango cildê 38an di sala 2021an de biqede. Yek ji wan saziyên swêdî Arşîva Fermî (Riksarkivet) vê projeya mezin dide meşandin. Di vê ferhengê de heta niha jîyan, çalakî û berhemên bi hezaran navdarên swêdî cîh girtine ko di dîroka swêdî de xizmetên mezin kirine. Heta niha nêzî 8 000 kesên ko mirine, ne li jîyanê ne di vê ferhengê de cîh girtine.
[2] Ericus Benedicti Schroderus & L. Osiander, Then christelige kyrkiones historia. Övers. 2, Stockholm, 1635, s.676 (Svenska Akademiens ordbok, 2003).
[3] Dagens Nyheter, 14 ⁄ 2 2005 (Svenska Akademiens ordbok, 2005).
[4] Sven Hedin, Genom Persien, 1887, s.314 (Svenska Akademiens Ordbok, 1902).
[5] Sven Hedin, Öfver land till Indien, 1910, s.166 (Svenska Akademiens Ordbok, 1942).
[6] Mesaja Birgitta Hedbäck a bi 29/1 2013 terîxî. |