[STENBOL, 1997] — Her çi kesê xwe ber bi karûbarê nivîsandinê ve bike, berî ko tiştinan binivîse divêt hînî rastnivîsandinê bibe. Rastnivîsandin zelalkirin û delalkirina zimanî ye. Divêt hertim di bîra mirovî de be ko fikir û ziman li ser hev rolekê enteraktîf dilehîzîn: fikir çiqas zelal be dê ziman jî wesa zelal be, ziman çiqas zelal be dê fikir jî wesa zelal be. Nemaze zimanê nivîsandinê divêt ji tevliheviya devokan û bêformîtiya zimanê axaftinê xilas bibe.
Di warê rastnivîsandin û zelalkirina kurdiyê (kirmancî) de, hêja ye ko her kurdekê/a xwedîpênûs pirtûka Arif Zêrevanî ya bi navê »Bingehên rastnivîsandina kurdiyê (kirmancî)« bi dest bêxe û wekî formateka rastnivîsandinê hertim berdest bigre.
Pirtûk ji çar beşan pêk têt: 1) raçandina tekstê, 2) nivîsandina navên kesan, girdek, hûrek, hejmar, tewang, veqetandek û kurtekan, 3) niqteşanî û 4) servehî
Bi rastî jî gava ev pirtûk ligel afîşa danasîna wê ket destê min de û di serê afîşê de sernivîsa »pirtûka paşerojê« li ber çavên min ket, ew sernivîs bi min wekî idiayeka felsefî û pir-ji-hedê-xwe-der hat. Dr. Michael L. Chyetî (sernivîskarê beşa kurdî ya Dengê Emerîkayê) jî ev gotina »pirtûka paşerojê« di pêşgotina xwe de bi kar anîbû.
Wextê min pêşgotina Michael L. Chyetî xwend û pirtûk jî bi hûrayî li ber çavên xwe gerand, min êdî fêm kir ko ji bo çi ev pirtûk »pirtûka paşerojê« ye. Kurd bi tevayî ti ehemiyetê nadin zimanê xwe yê zikmakî. Hegî roj hat û nifşên bi dûv me re problema zimanê xwe yê zikmakî wekî problemeka hebûn û tinebûna nasnameya xwe ya neteweyî dîtin, hingê dê qîmetê berhemên wiha hîn baştir bête fêm kirin.
Arif Zêrevan, bi metodeka zanistî xwe dispêre normên gramerê û di wê rêça ko Celadet Alî Bedir-Xanî ji bingehên kirmanciyê re vekiriye de, mijara rastnivîsandina kirmanciyê hûr û kûr dikêle. Arif di hinek cihan de ji Celadetî vediqete û pişta xwe dide Ehmedê Xanî, klasîkên kirmancî û hinek herêmên Kurdistanê. Cihê ko ew ji Celadetî diqete, bi ya min, ti qelsîtiyê ji wî re û ti kêmasiyê ji Celadetî re jî naîne. Bileks, Arif kevirekê xurt dadine ser wî dîwarê ko Celadetî ava kiriye.
Arif bi awayekê zelal û bi uslûbekê aktîf mijara rastnivîsandinê rave dike û ji raçandina tekstê dest pê dike. Ew, raçandin û rastnivîsandina hemî babetên tekstan bi nimûneyan li ber çavên xwendevanan radixe. Arifî sernivîs, nêvbersernivîs, hemî babetên veguhostinan, kurtek, hûrek û heta bigihî nîşandekên vavêrkirinê, bingehên rastnivîsandina kurdiyê bi kêlm û bi teknîkeka pisporî raçandiye.
Lê esil, karê nû yê ko Arifî kiriye, di warê jimarnav, tewang û veqetandekên navdêrên nebinavkirî de ye:
»Tewang di kurdiyê de hêmanekê bingehî ye. Terikandina tewangê siqetiyekê diêxe gramera zimanê me. Gava navdêr neyên tewandin mirov nikare bizane ka kirarê lêkerekê û bireserê lêkerekê çi ye û kî ye. Heger em bibêjin 'Hesen ker kuşt' ne diyar e ka Hesenî ker kuştiye an kerî Hesen kuştiye. Ji bo em bizanin yê ko ker kuştî Hesen e divêt em 'Hesenî ker kuşt' binivîsînin« (Zêrevan, Arif (1997), Bingehên rastnivîsandina kurdiyê, rûp. 83).
Bi taybetî di mijara tewangê de - tewanga pronavan, tewanga navdêrên binavkirî û ya navdêrên nebinavkirî de - divêt hemî kesên ko bi zimanê kurdî dinivîsin, carekê şewqeya xwe danin ber xwe û bibêjin ka me şaşîtî li kû derê kiriye, ka ji tiştên me heta niho nivîsandî çi xelet in û çi rast in. Hinek dikarin bibêjin »ma çol e! Arif Zêrevanî kitêbek nivîsiye, îca em rabin bibêjin tiştên me heta niho nivîsîne xelet in«. No, ez nabêjim tiştên hatîn nivîsandin çewt in an jî rast in! Lê hegî em xwe bispêrin metodên gramerê û lêkolînan li ser bingehên rastnivîsandinê, tewang û tewangên veqetandekan bikin, hingê dê rastî an jî çewtî derbikeve ser kefê, û hingê em dê baş bizanin ka kerî Hesen kuştiye an jî Hesenî ker kuştiye! Emê bizanin ka nivîsandina »xebatek(a) akademîk« rastir e an jî »xebatek(e) akademîk«; »hevalek(ê) baş« rastir e an jî »hevalek(î) baş«.
Di heqê jimarnavan de jî Arif xwe dispêre klasîkan û ji wê nêrîna ko îro raser e bi dûr dikeve. Ew dibêje ko zayenda hemî jimarnavan mê ye û divêt jimarnav bi »ê-yê« bêne tewandin. Li gor wî jimarnavên rêzê jî bi arîkariya pronavên işarkî »yê«, »ya« û »yên-ê« tên çêkirin. Yanî: »Ez 7-ê dibînim«, »mehîna 40-ê«, »zelamê 6-ê«, û h.d.
Bi ya min - ji ber tevlihevî û xeletiyên ko di warê tewangê de tên kirin - heger nivîskar û xwedîpênûsên kurd di heqê vê pirtûkê de bêdeng û bêreaksyon bimînin, ev dê ji bo zimanê kurdî xemgîniyek be lê belê berî hemî kesê kêmasiyeka mezin be ji bo nivîskarê/a kurd.
Hinek dikarin bibêjin Arif devoka herêmekê dixebitîne. Hegî devoka ko Arif dixebitîne li gor fonetîka zimanî û normên gramerê ti siqetî tê de nebe û ew xwe bispêre pirensîbên zimanî yên zanistî, wê çaxê tê wê manê ko Arif li dûv zelalkirin û delalkirina zimanî ye. Nimûneyeka biçûk, Arif di şûna bêjeya »cuda« de »cida« dixebitîne. Îca hegî rayê bêjeya cida ji bêjeya »cih« û ji-cih-der-bûnê be, wê çaxê bêjeya »cuda« dengekê xirabûyî ye, ne rast e, ya rast bêjeya »cida« ye. Mirov dikare gellek nimûneyên wiha rêz bike.
Arif di heqê gihaneka »ko-yê« de jî dibêje ew nizane piştî mirina Celadetî û Kamiranî di nêv kurdan de çawa »ko« winda bû û »ku« di şûna wê de belav bû. Bi rastî ez jî nizanim, yên dizanin bila bibêjin.
Mebest ne ew e ko ez vê xebata Arifî bifirînim ber perê asmanan. No, wekî min li jorê jî got, di warê rastnivîsandinê de hinek idiayên vî camêrî yên »nû« hene. Piştî van idiayan, bi ya min, divêt kesên ko xwe pisporên vî karî dibînin careka dî mijara rastnivîsandinê bêxin binê mercekê, da diyar bibe ka idayên Arifî rast in an ew ji xwe re li gorî devoka xwe hinek tiştan dibêje.
Dilxwazî ew e ko ne tenê di warê rastnivîsandinê de, di hemî babetên lîteratûra kurdiyê de berhemên hîn hêjatir û hîn rastir bêne afirandin.
Ez wê yekê jî ji bîr nekim ko ji aliyê xwe yê dîdarî ve jî pirtûka Arif Zêrevanî nimûneyeka yêkane ye û rûfiroş e. Di vê pirtûkê de Arifî hinerê rastnivîsandin, zelalnivîsandin, spehînivîsandin û xweşnivîsandinê di nêv êk de stirhaye û xwendina kitêbeka li ser zimanî himbe ya romanekê hêsanî û tamxweş kiriye.
Welhasil bi zêdeyî, rastî û delaliya xwe ve, ev pirtûk, rûspîtiya her kurdekê/a xwenas e; hegî hebin, xeletî û kêmasiyên wê jî »rûreşiya« Arifî ye!
***
Serkanî: »Dugir«, hjm. 7, 1997 |