STENBOL, 8/11 2007 — Kevintirîn kitêba li ser dîroka kurdan “Şerefname / Dîroka Kurdistanê” ya Şerefxanê Bedlîsî bi wergera Ziya Avci di nav Weşanên Avestayê de derket. Nusxeya ko wek kitêba 200 a weşanxanê derketiye li ser kaxeta şamua û bi cild û şomîz hatiye çap kirin û mînyaturên kitêbê bi reng di 32 rûpelê art de cî girtine.
Ji xeynî çapa taybet çapek din jî bi kaxet û bergê normal derketiye. Kitêba ‘Ebdurreqîb Yusif “Hunerê Tabloyên Şerefnameyê” ko ji analîzê li ser mînyaturên Şerefnameyê pêk tê jî di eynî demê de çap bûye. Bo danasîna kitêbê dosyayek wek diyarî tê belav kirin û di 9/11 2007 de li Diyarbekrê hola Diyarbakir Sanat Merkezi de pêşengehek ko ji mînyaturên Şerefnameyê pêk tê ê bê li dar xistin.
Berî pêşengehê bi navê “Şerefname û Şerefxanê Bedlîsî / Serpêhatiya Kitêbekê” konferansek li eynî holê bi beşdarbûna wergêrê kitêbê Ziya Avci, Kadri Yildirim û Abdullah Keskin çêdibe. Di pêşengehê de tevî 20 minyaturên Şerefnameyê çap û wergerên cihê ên Şerefnameyê jî tên pêşkêş kirin.
Şerefname, meşa milletê kurd ya li ser sahneya dîrokê ye. Aqil, hiş û bîreweriya sedan salan e. Li welatê çîroka, çîroka rast a mîrekiyên Kurd e. Kurdiya Şerefnamê nîşan dide ko ew ne tenê kronîkeke tarîxî ye; ew berhemeke edebî ye jî...
Şerefxanê Bedlîsî
”Ez, ko nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ko alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ko min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemî bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im.”
Li ser Şerefnameyê çi gotin?
Şerefname, mêrxasname ye. Eger em hinek di nav rêz û rûpelên Şerefnameyê de dest bi gerê bikin, hûr hûr li ser bisekinin û lêbikolin, piraniya bûyerên tê de, ko dilkul û li berçav in, ya herî zêde bala mirov dikêşe, mêrxasiya nedîtî ya gelê Kurd e. Ji serî heta biniya Şerefnameyê Kurdekî tirsonek nakeve berçav, hemî kesên mêrxas, gernas û bêemsal in...
Hejar
Şerefname yekem, û hêj jî, berfirehtirîn dîroka Kurdan e ko ji aliyê Kurdan bi xwe ve hatiye nivîsîn. Wê, ko yek ji girîngtirîn berhemên sîstema feodal a Kurdan e, meşrûyî da sîstema mîrekiyan. Ev kitêb, dokûmentasyona dîroka dirêj a têkoşîna Kurdan a ji bo dewletbûnê ye. Wekî dîrokeke çînên hukumdar ên Kurdan, ko ji aliyê nûnerekî wan ê navdar ve hatiye nivîsîn.
Çîroka jiyana Şerefnameyê hêj nehatiye vegotin. Dîroka vê dîrokê, hem modêla hukumdariya kapîtalîst û hem jî modêla feodal ronî dike.
Di serdemên pêş-modern de, Şerefnameyê, di nav rêveberên mîrekiyan de hîsa aîtbûna Kurdistanê pêş xist. Wesa xuya ye ko gelek rêveberan ev kitêb ne tenê bi qewlê xwendineke sade xwendiye. Wan, Şerefname kiriye dîrokeke zindî û berdewama desthilatiya dewletê.
Emîr Hesenpûr
***
Şerefname, Dîroka Kurdistanê
Şerefxanê Bedlîsî
Werger Ziya Avci
Dîzayn: Azad Aktürk
Çapa Taybet
662 rûpel+32 rûpel art rengîn
Bi cild û şomîz, şamua
ISBN: 978-9944-382-07-6
55 YTL
Şerefname, Dîroka Kurdistanê
Şerefxanê Bedlîsî
Werger Ziya Avci
Dîzayn: Azad Aktürk
Çapa normal
662 rûpel+32 rûpel art rengîn
ISBN: 978-9944-382-28-1
40 YTL
Hunerê Tabloyên Şerefnameyê
‘Ebdurreqîb Yusif
Werger Ziya Avci
160 rûpel+32 rûpel art rengîn
ISBN: 975-8637-66-5
13 YTL |