STOCKHOLM, 22/10 2005 — Canbazên sîyasetê vê gotinê gelek bi kar dihînin. Devê kê vedibe behsa biratîya kurdan û tirkan dike. Nivîskarên tirkan yên kemalîst û şovenîst timî behsa vê biratîyê dikin. Hin canbazên kurdan jî defê biratîyê avêtine stûyê xwe û behsa vê biratîyê dikin.
Gelo ev biratîya me û tirkan çawa ye? Nimûneyên biratîya weha li cîhanê hene?
Belê, dihê gotin ko biratîya me hezar sal berê bi hatina selçûkîyan bo anatolyayê dest pê kir û em wê gave bûn birayên hev, em têkel hev bûn û gelek çîrokên din.
1- Gava selçûkî hatin kurdistanê li hember xwe xelkek dîtin ko ji wan re digotin kurd û navê welatê wan jî Kurdistan bû. Dihê gotin ko cara ewilî selçûkîyan navê welatê me ango Kurdistan bi kar anîye. Dibe ko weha be, lê eger kurd ne xelkek û welatê wan jî ne naskirî bûna selçûkîyan dê çima ji me re bigota kurd û welatê me jî pê re bi nav bikira? Nexwe hîn wê gavê kurd ji merheleya organîzasyonên civakî yên berîya xelkbûyînê bihurîbûn. Bajar û dewlet ava kiribûn. Mîrektîyên wan hebûn.
2- Heke mirov li gor mentaliteya tirkan li meseleyê binihêre, divê li her dewletekê bi tenê mîletek û zimanek hebe. Û bi vî awayî hemi insanên, xelkên an jî mîletên vê an wê dewletê û vî an wî welatî tev biran e. Lê em hemi baş dizanin ko biratîyeke weha li rûyê erdê nîne. Ne li Sovyetê, ne jî li Rûsyaya niha, ne li Swîsre, ne li Îspanya, ne li Başûrê Afrîka, ne li Hindistan û gelek dewletên din rewş qet jî ne wek mentalîteya tirkan e, bi dehan xelk, mîlet û ziman li ser asasê nasîn û qebûlkirina hev bi hev re ne.
3- Em devê kitêbên tarîxê yên dersê vedikin ko li dibistanên tirkan hene. Em li kitebên tarîxê dinihêrin: Ji bav û bapîrên tirkan yên berî hezar salan bigire heta bi roja îroyîn behsa dîroka xwe nivisîne. Mete Han, Alpaslan, Yavuz, Fatîh, Sultan Mûrad, Ataturk û yên din. Baş e. madem em bira ne, çima behsa sultan û mîrên kurdan nakin?
4- Em devê kitêbên cografyayê vedikin. Em zêde bi dûr de neçin. Em li nexşeyên cografî û sîyasê yên Turkîyeyê dinihêrin: Devera ko xwedêgiravê selçûkîyan jî jê re Kurdistan gotibû, di kitêbên tirkan de bûye, Dogu ve Guneydogu Anadolu (Anatolîya rojhilat û rojhilatêbaşûr). Em li navê bajaran dinihêrin: tev bi tirkî ne, navê gund, deşt, çîya, newal, gelî, gol û termên din yên cografî tev bi tirkî ne. Baş e, madem em bira ne, çima navê welatê kurdan, navê termên din yên kurdî bûne tirkî?
5- Em devê kitêba destûra asasî ya tirkan vedikin û dixwînin ko bi tenê li Turkîyeyê mîletek heye û navê wî Turk Mîletî ye, bi tenê zimanekî resmî heye ew jî tirkî ye… Baş e, madem em birayên hev in, çi bi zimanê kurdan hat? Çima ew jî li kêleka tirkî ne resmî ye? Çima ev heştê sal e, zimanê kurdî qedexe ye? Sebeb, çî ye, tirs çî ye? Gelo tirk ji zimanê birayên xwe yên kurd ditirsin?!
6- Em li kitebên edebî yên dibistanan dinihêrin: Hemî şaîr, romannivîs, çîroknivîs û berhevkarên tirkan têde ne. Qaşo em birayê hev in, lê rêzek bi tenê jî ji Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî an nivîskarekî din yên kurdan têde nîne.
7- Em guh didin radyoyên tirkan û li televîzyonên wan temaşe dikin: Bîst û çar saet programên cûrbecûr li kar in, hemî bi tirkî ne. Goya em birayên hev in lê li ser axa Turkîyeyê me kurdan ne televîzyonek ne jî radyoyek heye. Lê dibe ko birayên me yên tirk naxwazin em kurd serê xwe bi tiştên weha piçûk biêşînin. Ji lewre ji bo qencîya me zimanê me, kultura me li me qedexe kirine.
8- Birayên me yên tirk ji bo paşmayîyên dewleta Osmanî li ser vî an wî erdî an welatî xwe gij dikin, gefan dixwin, di hemî dezgehên navdewletî de hewl didin, dengê xwe berz dikin, bi dehhezaran esker dişeyînin Qibrisê; lê ji ber biratîya kurdan û tirkan bi çavekî xiniz û wehşane li azadbûna kurdên Kurdistana başûr dinihêrin. Ji wan bê dê ew biratîya ko li ser kurdên bakûr ferz kirine dê li wan jî ferz bikin.
Dibe ko ji bo famkirina biratîya me û tirkan çend gotinên nivîskarekî rojnameya Akşam bibin alîkar:
”Kolonî çî ye hûn zanin? Zarokên cezayîrîyan hemî ders bi fransî dixwendin. Heftê du caran jî zimanê erebî wek ”zimanê xerîb yê hilbijartî” hîn dibûn. Zimanê dayîkê wek ingilîzî an jî almanî bû. Kolonî ev e.” (Akşam, makaleya Engin Ardiç, 2005.10.20)
Engîn Ardiç ji bo kurdan nabêje, ew behsa hin fikirên çep dike û ji bo yên ko digotin Turkiye kolonî ye, vê nimûneya Cezayîrê dide. Vêca li şûna gotina Cezayîr gotina Kurdistan û li şûna zimanê frensî jî zimanê tirkî daynin, digel ko tirk hîn bi wan du saetan jî ne razî ne, lê cardin hûn ê wêneyê biratîya me û tirkan bibînin.
Mirov kare bi gelek numûneyên din jî vê lîsteya biratîya me û tirkan dirêj bike, lê wêne her eynî ye.
Belê, çîroka biratîya kurdan û tirkan weha ye…
Encam: Di salên hezar û nehsed û sîhî de wezîrê Kemal yê perwerdeyê M. E. Bozkurt gotibû: Li Turkîyeyê bi tenê mîletek heye, ew jî tirk in, yên din kole ne, divê di xizmeta tirkan de bin. |