[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Em dest ji dewleta Medan an dest ji efsaneya Dehaq berdin!?
STOCKHOLM, 6/7 2009 — Di kitêba Tarîxa Herodotos de, (b.z 484-425) bi kurtî be jî hin agahdarî li ser avakirin û têkçûna dewleta Medan hene. Wek tê zanîn, tevî Thukodidesê yewnanî, Herotodos bavê tarîxzanîyê tête qebûl kirin. Piştî gerên li gelek welat û deveran, Herotodos kitêba xwe ya navdar nivisî. Li vir bi kurtî ez ê behsa damezrîn û têkçûna, an jî weguhestina hikumdarîya dewleta Medan bikim ko pêwendîyên vê kurtebehsê, bi efsaneya Dehaq ve hene.

Li gorî ko Herodotos dinivîse, avakarê Împaratorîya Medan Deyokes e. Paytextê Împaratorî jî Ekbatan bûye. Qethî nebe jî mirov kare b.z 650 wek damezrandin û b.z 520 wek veguhestina hikumdarîyê dest nîşan bike.

Navê qiralê diduyan, Fraortes e, wî xwestîye Nînova bigire lê di şer de hatîye kuştin.

Qiralê sisêyan, Kyakser (Keyxusrew) e, lawê Fraortes e, piştî kuştina bavê xwe bûye qiral û daye ser rêça bavê xwe û Nînova zemt kirîye û dawî li hikumdarîya asûran anîye.

Qiralê çaran, lawê Keyxusrew, Astyages e. Ev qiralî dawîn yê Împaratorîya Medan e. ( Li gorî ko Izady di kitêba xwe ya bi navê Kurd de dibêje, em sebebên wê nizanin lê tiştê ko dixuye, bi darbeyeke li qesrê Kyrosê (Kuroş) faris dest dide ser împaratorîyê û hikumdarî ji medan vediguhestîne farisan.) Împaratorîya Medan 130 sal dom kirîye.

Herweha Herodotos di kitêba xwe de, piştî têkçûna împaratorîya Medan bi 70ê salî, meseleya têkçûnê weha dibêje:

Qiralê dawî, Astyages şevekê di xewna xwe de dibîne ko mêweke tirî ji dawa qîza wî Mandane dertê û welê şaxên mêwê mezin û dirêj dibin ko hemî Asya û navçe di bin mêwê de dimîne. Astyages ji xew şîyar dibe û serê sibehê gazî şêwirmend û ravekarên xewnan dike û xewna xwe, ji wan re dibêje da ko mahneya wê bidin zanîn. Ravekerên xewnê dibêjin dê ji qîza te re lawek bibe û ew lawik dê te ji hikumdarî daxe û bibe hikumdar.

Ji ber hindê Astyages gelek acis dibe û lê difikire ka divê çawa bike ko ev tişt pêk neyê. Qîza xwe bi farisekî re dizewicîne. Piştî demekê lawek ji qîza wî re dibe, bi bihîstina vê yekê re, Astyages dişeyîne pey rêvebirekî xwe ko navê wî Harpagos e. Astyages ji wî bawer e, ji lewre, meseleyê jê re dibêje û ferman dide wî da ko nevîyê wî bikuje. Harpagos li ser fermana qiral, lawik ji qesra qîza Astyages dibe û dide şivanekî li devereke dûr û bi qethî ferman dike ko lawik bikuje. Şivan li quntarê çîyayekî bi jina xwe re dijî ko navê wê Spak, bi yewnanî Kyno (dêlik) e. Ev jinik jî ducanî bûye, gava mêrê wê yê şivan tê malê, meseleyê ji jina xwe re dibêje, jinik qumatekê vedike û lê mêze dike ko lawikekî xweşk û li ser xwe ye. Ji mêrê xwe re dibêje mekuje, bila ev lawik ji me re be, tu lawê me bibe bide wan, ji xwe yê me mirî welidî. Şivan ewil ditirse lê piştî ko jinik welê dibêje, dikeve sere wî. Lawê xwe yê mirî dibe li çolê datîne… Paşê gava eskerên Harpagos tên dipirsin, yê şivan, wî lawikî nîşa wan dide û dibêje min ew kuşt, ha ji we re. Esker termê lawik tînin, wî li bajêr defin dikin û dibêjin lawê Mandane mir.

Bi vî awayî lawik ko navê wî Kyros e, li ba şivan mezin dibe. Di dehsalîya xwe de, rojekê bi hevsalên xwe re dileyîze û li gorî lîstikê zarokên din wî dikin qiral. Ew jî karmendî û mewqî li wan belav dike. Lê lawikek bi ya wî nake, ji ber hindê wî ceza dike û li wî didin. Lawik diçe ji bavê xwe re dibêje, bav jî diçe gilî dike, werhasil mesele ji alî Astyages ve tê bihîstin û ew ferman dide ko lawê şivan bînin ba wî. Lawik tînin hizûra wî, lawik bêtirs meseleyê dibêje. Gava Astyages baş bala xwe dide lawik, ji hin alîyan dişibîne xwe û jê şik dike… Bavê lawik dide anîn, jê re dibêje ev lawik kî ye? Şivan ewil înkar dike lê paşê ji tirsan li xwe mikur tê û ji serî heta dawîyê, meseleyê ji Astyages re dibêje.

Astyages şivan ber dide û gazî mageran (oldar û ravekerên xewnan) dike, dibêje mahneya van tiştan çî ye? Ew jî dibêjin divîya ev lawik biba qiral, vaye bûye qiral û êdî çu talûkeya wî ji bo te nîne, ji ber ko xewn bi cîh hatîye.

Astyages dibêje, wisa be pir baş e, kêfxweş dibe ko lawik sax maye.

Astyages piştre dişeyîne pey Harpagos û jê dipirse ka çima fermana wî bi cîh neanîye… Ji Harpagos pir hers dibe, lawê Harpagos yê di salên Kyros de, ji bo ko pê re hevaltî bike, dibêje bîne serayê. Lawik tînin wir, Harpagos dice malê, Astyages fermanê dide aşpêjên xwe da ko lawik bikujin û ji termî wî xwarinê çêbikin.. Piştre gazî Harpagos dike, wî diezimîne şîvê û goştê lawik pê dide xwarinê… Werhasil gava dest, pê û serê lawik tînin, Harpagos meseleyê fam dike… Astyages dibêje, çawa ye? Harpagos dibêje qiral çi bike rast dike… Lê di dilê wî de kîneke ecêb li hember Astyages vedije… Piştre Astyages Kyros dişeyîne ba dê û bavê wî ko bavê Kyros li herêma farisan e…

Sal dibihurin, Kyros li nav farsisan mezin dibe. Di wê navê de Harpagos pêwendî bi Kyros re datîne û dixwaze bi destê wî Astyages bide kuştin. Jê re nameyek dişeyîne û têde dibêje xwe amade bike û tevî ordîyekî were, ez ê bibim piştgirê te… Kyros lê dixebite, farisan di bin fermana xwe de tîne ser hev… Gava Astyages bi hewildanên wî dihese, ferman dişeyîne ko were ba wî. Kyros ji qasid re dibêje, here ji Astyages re bêje ez ê ji texmîna wî zûtir werim wir. Piştî midetekê tevî ordîya ji farisan pêkhatî, berê xwe dide paytextê Medan… Astyages jî mîna korefaman, ordîya xwe di bin fermana Harpagos de dişeyîne ser Kyros. Herdu ordî tên hember hev, piştî şerekî lihevkirî, Harpagos piştgirîya Kyros dike û med dişikin.. Kyros tê paytext zemt dike û dibe Împarator… Harpagos tê ba Astyages û hemî marîfetên xwe jê re dibêje. Hingê Astyages jê re dibêje, madem hertişt ji bin serê te derket û bi destê te pêk hat, tu çima nebûyî qiral, an jî te çima yek ji medan nekir qiral û te çû yekî faris anî kir qiralê medan?... Ez dirêj nekin ev meseleyeke din e…

Vegotina Herodotos ya der heqê avabûn û têkçûna dewleta Medan de welê bi dawî tê.

***

Vêca em bên ser efsaneya Dehaq û vegotina Firdewsî:

Firdewsî, di kitêba xwe ya navdar, Şahnameyê de, dûr û dirêj behsa şahên Îranê û farisan dike. Firdewsî, ji bo xurtkirina nasname û şiûra faristî, bi awayekî hêsan û jîrakane ji metelok û çîrokên kevnar yên îranî kelk werdigire û destana xwe dihûne. Şahname pir dirêj e, ez ê li vir bi kurtî hew behsa beşê efsaneya Dehaq û kuştina wî bikim û li ser gotinên Firdewsî rawestim ko di Şahnameyê de behsa kurdan dike.

Ji Şahnameyê:

Cemşîd şahê farisan e û hefsed sal in ko hikumdar e. Lawê mîrekî ereban î bi navê Dehaq heye. Îblîs xwe digihîne Dehaq û fît dike ko bi ser welatê Cemşîd de bigire û bibe Şah. Piştî demekê, Dehaq tevî ordîyekî bi ser Îranê de digire û Cemşîd têk diçe û direve… Piştî çendîn salan Cemşîd tê kuştin.

Dehaq êdî împaratorekî zordar û zalim e, şahîtîya wî hezar sal dom dike. Lê Îblîs xwe dixe dilqê gerokekî zana û tê qesra Dehaq. Dikeve xizmeta wî.. Piştî demeke dirêj êdî Dehaq pê bawer e… Werhasil Dehaq ji ber qencîya Îblîs dixwaze dîyarîyan bide wî lê Îblîs qîma xwe bi ramûsana ser milên Dehaq tîne û ji serayê diçe. Piştî çûna wî, serê du maran li milên Dehaq dertê… Piştre Îblîs vê carê di dilqî hekîmekî de, tê qesrê û dibêje heke tu bi mejîyê du xortan van maran xwedî bikî dê êşa te nemîne. Welê dikin.. Her roj serê du xortan jê dikin û mejîyê wan didin maran… Piştî wexteke dirêj, du xizmetkarên Dehaq yên li metbaxê, li hev dikin û di şûna mejîyê xortekî de, mejîyê mîhekî tevî yê xortekî dikin û didin Dehaq û ji xortê sax re dibêjin divê tu terka bajêr bikî û herî li çol û çîyan bimînî, da ko kes bi te nehese. (Firdewsî li vir behsa kurdan dike û dibêje kurd ji wan kesên ji mirinê xilas bûne, ji wan xortan pêk hatin. Û kurd ji bajar û avahîyan bi dûr li konan dijîyan, hov û xwedanenas bûn.)

Werhasil bi vî awayî sal dibihurin, xort têne kuştin û mejîyê wan dibe xureka maran û zilm û zordarîya Dehaq berdewam dike…

Dehaq şevekê xewn dibîne, zilamekî gurzek li destê wî ye, tê qesrê û bi gurz li serê Dehaq dixe…. Dehaq bi saw ji xewê şîyar dibe, gazî mageran (oldar û ravekerên xewnan) dike. Xewna xwe dibêje û ji wan dipirse ka ev çî ye?

Yek ji mageran dibêje, kurmîrekî bi navê Ferîdûn dê ji dêya xwe bibe û bi gurz li te bide û dawî li hikumdarîya te bîne…

Dehaq pir acis dibe, fermanê dide ko Ferîdûn bête dîtin…
Tovrindekî farisan ko ji nesebê mîran e, jê re lawek dibe û navê wî Ferîdûn datînin.

Remildar û oldarên Dehaq hey li pey lêgerîna Ferîdûn in. Pêrgî bavê Ferîdûn tên, wî dibin ba Dehaq… Dêya Ferîdûn bi meseleyê dihese û Ferîdûn direvîne, li ser rêya xwe li hewşekê çêlekeke pir delal dibîne, hewş ya şivanekî ye, dêya Ferîdûn lawê xwe dide jina şivan û dibêje bila li ba te be û bi şîrê vê çêlekê xwedî bike…

Lawik li wir dihêle û diçe. Di wê navê de bavê Ferîdûn ji ber ko li xwe mikur nayê, li qesrê tê kuştin…

Sal dibihurin û çi bêje Dehaq, Ferîdûn ji bîr dike…
Rojekê hesinkarekî bi navê Kawa tê ber qesra Dehaq û dixwaze Dehaq bibîne. Wî tînin hizûra Dehaq, Kawa tevî lawekî xwe hatîye serayê. Ji Dehaq re dibêje, hejdeh kurên min kuştin û mejîyê wan dan te, min hew kurek maye, ez hêvî dikim ko ev neyê kuştin…

Dehaq dev ji kuştina kurê Kawa ber dide û Kawa tevî kurê xwe ji serayê dertê. Gava xelk vê yekê dibîne, Kawa li dijî zordarîya Dehaq tiştine dibêje… Lê haya wî ji Ferîdûn heye.. Diçe ba wî.. Piştî demekê tevî Ferîdûn tên bi ser qesra Dehaq de digirin, Ferîdûn bi gurzê xwe li Dehaq dide, dest û pêyên wî girê didin û dibin çîyayê Hemawendê û li wir ji bo bi êş û azarê bimire, destên wî mix dikin… Bi vî awayî Ferîdûn dibe şah û serekê dewletê, zilm û zordarî namîne…

Ev jî vegotina Firdewsî ye ko der heqê Dehaq de li Şahnameyê heye.

***

Niha em bên mijara nuxteyên hevbeş yên van herdû vegotinan:

Herodotos- Firdewsî.
Astyages qiral e. Dehaq qiral e.
Faris bindest in. Faris bindest in.
Xewna Astyages. Xewna Dehaq.
Lawê tovrindekî faris Kyros. Lawê tovrindekî faris Ferîdûn.
Divê Kyros bête kuştin. Divê Ferîdûn bête kuştin.
Kyros li ba şivanekî mezin dibe û şîrê Spakê dimêje. Ferîdûn li ba şivanekî mezin dibe û şîrê çêlekekê vedixwe.
Harpagos lawê wî hatîye kuştin û li dijî Astyages e û dilê wî bi kîn e. Kawa, lawên wî hatine kuştin û li dijî Dehaq e, dilê wî bi kîn e..
Kyros li hember Astyages serî hil dide. Ferîdûn li hember Dehaq serî hil dide.
Harpagos piştgirîya Kyros dike û Astyages ji text dadixîne. Kawa jî piştgirîya Ferîdûn dike û Dehaq ji text dadixîne.
Kyros dibe Şah. Ferîdûn dibe şah.

***

Piştî van herdû vegotinan, ya Herodotos û ya Firdewsî û dest nîşan kirina nuxteyên hevbeş, bivê nevê mirov meraq dike. Aya gava Firdewsî Şahnameya xwe nivisî haya wî ji vegotina Herodotos hebû? Ji bo em jê şik bikin gelek sebeb û delîl hene, ne mimkin e ko di vegotina meseleyê de ev qasî tesaduf hebin!

Gava Firdewsî Şahnameya xwe dinivîsî (935-1025) ereban herêm dagir kiribû û bi têkçûna dewleta Sasanîyan re çû hikumdarîya farisan nemabû. Di rewşeke welê de, bi qenheta min, an haya Firdewsî ji vegotina Herodotos hebû an jî di şiûra farisan de vegotineke bi vî rengî hebû û Firdewsî li têkçûna dewleta Medan fikirî û ev beşê Şahnameya xwe di şertên nuh de nivisî. Ango firdewsî dixwest ji farisian re bêje, çawa 1500 sal berê me dewleta medan têk bir û ya farisan ava kir, divê niha jî em zordarî û dagirkerîya ereban ji ser xwe bavêjin û hikumdarîya farisan ava bikin.

Lê meseleyeke din heye ko famkirina wê dijwar e. Gelo ji bo çi Firdewsî gotinên welê çors û zişt ji bo kurdan dibêje? Kurdan di sedsala 9 an de li ber bêvila Firdewsîyê faris dewleta Merwanîyan ava kiribû û piştî mirina Firdewsî, ji bilî gelek mîrektî û dewletan, bi avakirina Împaratorîya Eyûbîyan re desthilat û hikumranîya kurdan digihîşt qadeke herî berz. Gelo Firdewsî, kurd nevîyên medan dihesibandin û dixwest gurzek li wan jî bide? An di meydaan hikumranîyê de kurd wek reqîbên farisan didîtin û nedixwest bi qencî behsa wan bike?

***

Efsaneya Dehaq û kurd:

Nivîskarê tarîxa Kurdistanê, Şerefxan, di kitêba navkirî de behsa vê efsaneyê dike. Gava di pêşgotinê de dibêje ka kurd kî ne û ji kû hatine, digel hin meseleyên din vê efsaneya Dehaq jî dibêje. Lê tiştên ko ji vegotina Şerefxan fam dide, çi bêje wek ko Firdewsî nivisîye, ew jî welê efsaneyê dibêje. Ango birînên Dehaq, kuştina xortan, paşê serbest berdana yekî ji wan, çûna wan xortan li çîya û newalan, li wir man û zêdebûna wan… herwisa ew jî wek Firdewsî dibêje ji bajaran bi dûr û ji ber her yek ji wan ji derekê hatîye, zimanê xwe ji bîr kirine û yeke nuh hîn bûne… Bi kurtî Şerefxan, kêm zêde Firdewsî tekrar dike…

Ronakbîr û bavê fikira neteweyetî ya kurdan, Ehmedê Xanî di kitêba xwe ya bi navê Mem û Zînê de behsa Newroz û pîrozkirina wî dike lê çu tiştekî der heqê Dehaq an jî efsaneyeke bi vî rengî nake… Lê di malikekê de behsa Xusro dike. Aya mebest ji Xusro, KeyXusroyê (KeyAkser) qiralê medan e?..

Di salên destpêka qernê 19 an de (1918), kurdan, digel hin kovar û rojnameyan, kovara Jîn weşandin. Di vê kovarê de bi navê Kurdîyê Bitlîsî, li ser vê efsaneya Dehaq tiştine hatine nivisîn; û li wir, ew jî vegotina Firdewsî tekrar dike û dibêje ji ber ko kurd jî îranî ne, mafê wan e ko ew jî vê efsaneyê wek ya xwe bizanibin û di roja wê de, 31 Tebaxê de, di bin navê Şoreşa Kawe de pîroz bikin; ji ber ko li Hemawendê welê tê pîroz kirin…

Îhtîmala mezin, di destpêka sedsala nozdehan de rewşenbîrên kurdan dîtin ko dewleta Osmanî difelişe û yek bi yek miletên bindest jê vediqetin; ew jî ketin nav hewildaneke milî, lê dîtin ko kurd ji şiûr û fikira milî bêpar in; ji lewre bêî ko zêde serê xwe pê biêşînin, ev efsaneya Firdewsî ji bo propagandayê bi kar anîn…

Herçî di salên 1970î de kurdên Bakûrê Kurdistanê bi carekê ve dan ser vê xeta vegotina efsaneya Firdewsî û navê Kawa û hesinkarîya wî bilind kirin. Ji xwe di wan salan de, ev efsaneya Dehaq û Kawa, tam li fikirên sosyalîst û rola karkeran diguncîya!.. Êdî wek babelîskê ev efsane li nav kurdên sîyasî belav bû; lê ferqek tê hebû: Ne di 31 Tebaxê de, lê bi Newrozê re ev efsane dihate gotin… Di salên 1980î de piştî ko nivîskar M. Emîn Bozarslan ji nû ve kovara Jînê transkrîpze kir û weşand, wî di pêşgotinê de bal kêşand ser vê meseleyê… Lê lihevkirinek an jî revîzyonek çênebû.

***

Med û kurd

Kurdnasê rûs, Mînorskî ji bo medan pirsên di cîh de dike. Dibêje, heke med ne kurd in, med bi kû de çûn? An jî heke med ne kurd in, kurd ju kû hatin?

Çend bûyer û tiştên balkêş hene ko kurd, kardux û medan digihîne hev. Li kitêba xwe ya li jor binavkirî, Izady dibêje piştî têkçûna împaratorîya Asûran, kurd ber bi rojhilatê cîh li xwe fireh kirin, ji çîyayên zagrosê daketin deşta Hewlêrê. Yê împaratorîya asûran têk bir Keyxusrewê şahê medan bû. Herweha di kitêba Xenofonî yewnanî de, behsa kardûxan û herêma wan dibe ko hemî tarîxzan hevfikir in ko kardûx kurd in. Ji xwe li kitêbê tê gotin ko kardûx ji Şahê îranê hez nakin û bacê nadin wan.

***

Dîlema: Piştî tûkçûna dewleta Sasanîyan faris ji hikumdarî ketin û Îran ji alî ereban ve hate dagir kirin. Firdewsî bi vê yekê dizanî û ji bo di şiûra farisan de, depdebeya hukumranî û şahîtîya farisan ya kevin vejîne, nasname û şiûra farisî li hember ereban xurt bike, wî dest avêt nivisîna Şahnameyê da ko faris asîmîle nebin û careke din li Îranê bibin hikumran. Ji lewre, îhtîmala mezin, haya wî ji şiklê vegotina Herodotos hebû; Firdewsî li Astyages fikirî, di şûna navê wî de Dehaqê ereb danî û ev beşê Şahnameya xwe nivisî.

Vêca heke em medan wek ko Mînorskî dipirse, bapîrên kurdan bihesibînin, nexwe bi korefamî, em efsaneya Firdewsî li hember bav û kalên xwe diparêzin. Em dikevin dehfika Firdewsî û wek ko ew dibêje, em nezanîya xwe dubare dikin! Em dibin piştgirên Firdewsîyê faris ko ji bo kurdan gotinên qirêj û zişt dibêje; belam alaya şah û mîrên farisan dibe qata heftan ya asîmanê.

(Nuxteyeke balkêş jî ev e: Firdewsî bi têkbirina Dehaq re, Ferîdûnê faris dike şahê îranê. Lê di vegotina me kurdan de, piştî hilweşîna zordarîya Dehaq, kî dibe şahê kurdan, ev ne dîyar e! Ji xwe Firdewsî bi gotinên xwe yên der heqê kurdan de, dide zanîn ko kurd ne ew in ko rabin bibin birêvebir û şah.)

Ji ber hindê, niha pirs ev e: Gelo em dev ji vê efsaneya Firdewsî berdin, an dev ji medan berdin?

Eger em dev ji medan berdin jî em ê gotinên Firdewsî yên der heqê kurdan de, yên li Şahnameyê li kû daynin?

Xwedê bistrîne, karê me kurdan dijwar e! Tiştê ko dixuye, rewşenbîr û sîyasetmedarên me kurdan, bêî ko zêde lê bifikirin, tavilê ketine û dikevin ber bayê fikirên xelkê û dibin xerîbên miletê xwe. Gava mirov ji zanîn û şiûreke milî bêpar be, gava mirov ji şiûreke milî ya tarîxê bêpar be, weha li mirov tê!

***

Encam û pêşnîyar: Newroz ji demên ne dîyar ve, ji alî gelek xelkan ve tê pîroz kirin ko destpêka biharê û sala nû ye. Wek ko Ehmedê Xanî dinivîse, kurdan jî welê pîroz kirîye. Belam ji ber neazadbûna kurdan û rewşa welatê wan, newroz îro êdî bûye rojeke vejînê ya milî jî.

Herçî meseleya Dehaq e, ya çêtir ev e ko em dev ji vê efsaneya Firdewsî berdin û wê tevî pîrozkirina Newrozê nekin.

-----------------------------------
Nivîskar: SERDAR ROŞAN rosan21@nefel.com
Weşandin: 2009-07-06
Xwendin: 11095
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Bi xatirê we û agahdarîyeke kurt! (2009-10-05)
Ava feratê diçe (2009-09-30)
Gelo nivîskarên edebî sêrbaz in? (2009-09-18)
Me hişekî hevbeş divê! (2009-08-26)
Gelo kurd dê bibin bilûrvanên tirkan, an ...!? (2009-08-01)
Forma roman û novelê (2009-06-23)
Bêdengkirina sîlehan û çareserîya pirsgirêka miletê kurd (2009-03-27)
Fîrdewsî, Dehaq, efsane û realîte (2009-03-12)
Spas bavo – spas Elîyê Mele Tahîr (2009-03-09)
Siwarê hespê xelkê timî peyar e! (2009-02-22)
Dilê kurdan nîne ko bibin milet û newrozê di roja wê de pîroz bikin! (2009-02-16)
Her tişt ji bo mêran! – suneta keçan! (2009-01-03)
TRT-ya kurdî dê bibe rêveker ji bo hestên neteweyî (2008-12-28)
TRT û kanala kurdî (2008-12-23)
Heftê horî û pirjinîya simbêlboqan (2008-12-06)
Jîyan bê te tehl e! (2008-11-23)
Xeyala reşikan pêk hat, dora me ye! (2008-11-06)
Gelo civat bi darê zorê dibin milet!? (2008-08-21)
Kevnehukumranên dewleta tirkan bêçare ne! (2008-07-20)
Xeyalek, xewnek û alaya tirkan (2008-06-05)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org