STOCKHOLM, 29/9 2005 — Nîjadpersetên tirkan: Kurdî ne ziman e, ji dused-sêsed gotinan pêk tê, ew jî an farisî, an erebî an jî tirkî ne. Ji xwe yên dibêjin em kurd in jî bi zimanê tirkî diaxifin û dinivîsin. Ji bo wan jî baştir e ko bi temamî dev ji wan çend gotinan jî berdin.
Nivîskarekî kurd: Berî ko ez dest pê bikim û binivîsim bi rastî hima bêje kurdî tune bû, gava dêya min li malê diaxifî, hima bêje hemî li ser hev, gotinên wê ji sedî nedibuhurîn. Min dest pê kir û zimanekî afirand, êdî zimanê kurdî ji windabûnê filitî.
Kemalîstek: Yên ji xwe re dibêjin kurd, di eslê xwe de tirk in, lê herêma wan ji berhemên medenîyetê bêpar maye, pêşneketîye, hîn eşîr in.
Nivîskareke kurd li swêdê: Rast e, em hîn eşîr in, paşketî mane, mêrên me zilmê li jinên kurd dikin, ji bo meseleyên namûsê jinan dikujin.
Kemalîstek: Meseleya qirkirina ermenan ji kokê de direw e. Tiştekî wisa çênebûye. Dema şerê cîhanê yê yekemîn de, ji ber piştgirîya ermenan ya ji bo ordîya rûsan, di navbera misilmanan û ermenan de şer çêbûye û ji herdû alîyan jî insan hatine kuştin.
Nivîskarekî kurd î dr: Di dema şerê yekemîn de ermen hatine kuştin û kurd jî beşdarî kuştina wan bûne.
Kemalîstek: Li Turkîyeyê dewletek, alayek û mîletek heye, ev jî mîletê tirk e. Yên din cudaxwaz in. Bi agir dilîzin. Xisara mezin ew dê bibînin eger ew rahet nesekinin.
Nivîskarekî kurd: Cudaxwazî ne bi tenê talûke ye, herwisa ehmeqî ye. Yên ehmeq bi vî karî radibin.
Kemalîstek: Kurd û Tirk bira ne, îdeologê tirkîtîyê, Zîya Gokalp gotîye, yên ji kurdan hez nekin ne tirk in û yên ji tirkan hez nekin ne kurd in.
Nivîskarekî kurd: Ez li ser xebat, fikir û jîyana Zîya Gokalp xebitîm û min dît ko derdekî wî heye, ew jî kurd in.
Kemalîstek: Eger wek tê gotinê kurdî ziman bûya, dê kurdan bi wî zimanê roman, çîrok, helbest binivîsa, wan dê kitêb û kovarên xwe bi wî zimanê derbixistana. Lê em dibînin ko wisa nakin, bi zimanê me van tiştan dikin.
Hin nivîskar û sîyasetmedarên kurdan: Ziman ew qasî ne girîng e, ya muhîm sîyaset e, ji hêla din bi kîjan zimanê be jî edebîyat ji bo insanîyetê ye, ferq nake. Em hestên xwe bi tirkî baştir karin binivîsin, ji lewre em roman, çîrok û helbestên xwe bi tirkî dinivîsin. Em li dijî sîyaseta dewletê ya asîmîlasyonê ne, em ne li dijî zimanê tirkî ne. Em bi tirkî nenivîsin gelek kurd fam nakin.
Kemalîstek: Li welatê me, tirk, kurd, ereb, laz, çerkez, boşnak hene û ev hemî jî hevwelatîyên me yên eslî ne, ferq di navbera wan de nîne. Em li esl û feslê kesî nanihêrin. Ma wekî din çi dixwazin! Li Turkîyeyê herkes dikare bibe hertişt. Wekî din doza maf û nizanim çi kirin, cudaxwazî ye, ev jî nayê qebûlkirin.
Sîyasetmedarekî kurd: Bavo em tiştekî naxwazin, em wekhevî dixwazin, em û tirk bira ne, hemî gel bira ne, wele ez jî, sîyasetmedara jina min jî, em ji tirkan gelek hez dikin, li qisûr menêrin tirkîya me hinekî xirabe ye, lê em ê bixwînin û tirkî baştir hîn bibin, ji xwe zimanê me yê resmî ye.
Kemalîstek: Kurd ji tirkan ne cuda ne, eger ne wisa bûya dê kurdan jî heta niha dewletek avabikira. Heta niha kurdan tu carî dewlet avanekirine.
Nivîskarekî kurd: Bavo wele em nabin tiştekî. Dunya alemê heta niha bi dehan dewlet ava kirin, me kurdan heta niha di tarîxê de tu dewlet avanekirine. Dewleta medan kes nizane çi bû, ya merwanîyan ji xwe feodalek bû, ya Selahadînê Eyûbî ne dewleta kurdî, ya misilmanan bû, ji islamê re xizmet kir.
Rojnamevanekî tirk: Erê hûn kurd timî ji dewletê gazindan dikin dibêjin zimanê me qedexe ye, bavo me fam kir li Turkîyeyê problem heye, lê bi qasî zanim li temamê ewropayî tu asteng li pêş bikaranîna zimanê we de nîne. Baş e, hûn çima li ewropa jî bi tirkî qise dikin, dinivîsin û kovar û rojnameyan derdixînin?
Sîyasetmedar û nivîskarên tirkîaxêf: Kurd asîmîle bûne, ji bo fam bikin em bi tirkî qise dikin. Û ma çi ferq heye, ha bi tirkî ha bi kurdî, tirkîya me ji kurdîya me baştir e. Em çi bikin dibistanên kurdî tune bûn.
…
Mirov kare gelek nimûneyên din jî li yên jorîn zêde bike. Ev hemî nîşanên vê yekê ne ko kemalîzmê, bi gotineke din tirkîtî di mejî û kultura rewşenbîr, sîyasetmedar û nivîskarên me kurdan de kavilkarîyên mezin kirine û çi bêje gelek ji wan bûne xerîbên mîletê xwe. Şexsîyetên bixwenebawer bûne encamê perwerde û tesîra îdeolojîya resmî ya dewleta tirkan.
Digel ko ev dused sal in kurd ji bo welatê xwe şer dikin jî, hîn jî nivîskar û sîyasetmedarên kurdên bakûrê Kurdistanê ji tarîx, kultur, şiûra welat û neteweyê bi dûr tevdigerin û fikrên ecêb diparêzin ko li bal mîletên din nayên dîtin û bihîstin.
Kurd bi hezar salan in li welatê xwe dijîn û welatê xelkê dagir nekirine, doza yozgat û kirşehîrê li tirkan nekirine, lê xuyaye hîn jî di mejîyê hin sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan de şiûra welat bi cih nebûye.
Kurdan împaratorîyên wek Med, Eyûbî û dewletên mîna Şedadî û Merwanî li gorî dema xwe ava kirine, lê xuyaye di mejîyê rewşenbîrên kurdan de şiûra tarîxê çênebûye.
Ev hezar sal e ko kurd bi kurdî dinivîsin, bi sedan medreseyên kurdî hebûn û hene, digel hemî klasîk û berhemên nivîskar û zanayên kurdan, digel ko ev sed sal e rojname, kovar û kitêbên cûrbecûr - roman, çîrok, helbest - derdikevin, hîn jî hin kes radibin behsa afirandina zimanê kurdî dikin. Xuyaye şerm û fedî û pîvanên exlaqî jî nemane.
Digel ko bi sedan serok û rêberên kurdan ji bo welat û mîletê xwe hatin xeniqandin jî, hîn jî hin kesên bêedeb hene ko li ber kemalîstan çok didin erdê û behsa ehmeqîya cudaxwazîyê dikin.
Bi kurtî, kurdên bakûr him ji hêla sîyasî him jî ji hêla fikir û îdeolojî de, ji xeteke zelal, qewî û mişterek ya li ser asasê kultur, tarîx û felsefeyeke neteweyî, bê par in û îroj di rewşeke gelek şerpeze de ne.
***
Minaqeşe û kampanyaya zimanê kurdî berdewam e. Li vir ez çend gotinên rewşenbîrê hêja C.Bedirxan pêşkêşî rewşenbîrên kurdên bakûr dikim:
"Belê, ew bi zimanê xwe ê mader, xwendin û nivisandinê nizanin. Ew zimanê ko xwendin û nivîsandina wî, ji her zmanî hêsantir e. Min bi xwe ceribandiye, kurdekî nezan, li gora şehrazariya xwe, di wextekî gelek kurt de, hînî elfabeya xwe dibe; ji pênc bi heta sih rojî.
Malxirabno! Ma we ewçend wext nîne, hûn ko ji bo hînbûna zimanên biyaniyan bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin "finfoneke" derewîn bi lêv bikin.
Kuro eyb e şerm e, fehît e. An hînî zimanê xwe bibin, an mebêjin em kurd in. Bê ziman kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e." Celadet Bedirxan, Hawar-hej. 27 |