STENBOL, 24/2 2006 — Ez bi xwe wekî kes, qet ji milmilaneyên þexsî û bi awayên “kê çi got, wî çi got” hez nakim. Berî niho teqrîben du-sê heftayan li Hewlêrê di resturanteka otelekê de, ez li gel du-sê biraderan, tesadufî em bûn þahîdê bûyereka minferît ya zirzopî û hêzên esayîþê di cîh de destê xwe danîn ser bûyerê. Kabirayê ko failê bûyerê (sifatê wî çi dibe bila ew be, ew êdî di pêþber yasa û nîzama wî welatî tawanbarek bû) bû þîkayet li wî hate kirin ko wî heqaret li ola êzîdîtiyê û du kesan kiriye û her tehdîta kuþtinê jî li wan kesan kiriye; li ser vê bûyerê ew kabira hat girtin û prosesa mehkemekirinê dest pê kir; ew niho li benda encama mehkemeyê ye. Wî ji ber garsonê êzdî tîkeka goşt ji wî re kêm anîbû ew zirzopî dikir...
Baþ e, di þertên normal de ji vê û wêdetir mirov dikare çi bêje? Lê yê/a mirov aqil e û þîyan û zekaya mirovan têra wê çendê dike ko derbarê her rûdanekê de hezar ‘seneryoya’ û ‘teorî’ û kumpasan li ser hev saz bike û bi hezer rengî piþtperde û pêþperdeyên wê rave bike. Vêca êdî bûyera ko rûdaye; ka "çi ye, ne çi ye?" ew dimîne ser însaf û hunerê sazkeran!..
Hesreta miletekî ya hezarsalan li wir, li baþur bin digire, çêdibe, diheje, dikeve, ser xwe ve tê! Her tiþt destpêkeka nû ye. Îdealên wî miletî; ala, dewlet, parlamento, hukûmet ko duhî xwe ji ber wan îdealan didan kuþtin û di çemberên Enfal û kîmyabaranan de derbaz dibûn, îro ew îdeal hemî bûne parçeyek yê jiyana wan û hemî kurdan, parçeyên ko hêj di bin nîrê dagirkeriyê de ne jî bi wan destkevtiyan serberz û þa dibin, li hemî cihê dinyayê kurd êdî xurttir pêl erdê dikin.
Divê em baþ bizanin ko ji aliyê madî ve himbe serê derziyê jî, menfietê baþûr negihî bakur jî, hêza moralî ya ko baþûr dide bakur û hemî parçeyên Kurdistanê, bi serê xwe quweteka mezin e...
Miletekê bi dirêjahiya hezar salan zulum lê hatî kirin, îro bi desketîyên baþûrê welatê xwe xwedî moralekê bilind e. “Di þerî de moral ji yekê sê nîspetan pêþdetir e ji quwetên madî.” B. H. Liddell Hart. Belê kurdan kêmanî bi qasî, pêdivêyiyên madî, pêdîviyî ji moralekê bilind jî heye. Kurd bi giþtî û nemaze li baþûrê Kurdistanê hêj di nav þerekê mezîn de ne. Kurd di vî þerî de, bi her hawayî (îqtîsadî, siyasî, îdarî, adaletî û civakî) mecburê serketinê ne, ti riyeka dî nîne…
Kes nikare bibêje; di þev û rojekê de kurdan cennetek ava kirine li baþûrê welatê xwe, lê ji îro þûn de îdeal ew e ko kurd welatê xwe ji xwe re bikin ‘cennet’; îdealek ne xirab e jî; di rastîya xwe de jî ev miletê ko sedan sal di cehennemên dagirkeran de jiyayî û li ber xwe dayî, ji herkesê pêtir gunehên xwe xefirandine û ‘cennet’ jî heq kiriye.
Pirs çi ye? Li gor qenaeta min pirs ew e ko, ka sîstema Kurdistanê ya siyasî, îqtîsadî, îdarî û yasayî çawa ye û kurd çawa rêve dibin û divê miesesebûna Kurdistanê xwediyê model û vîzyoneka çawa be? Ji bo vê jî pêdiviya kurdan ji analîzên cidî û lêkolînên akademîk yên sîyasî, îqtîsadî û îdarî hene. Hima tenê bi got-got û “kê çi got, wî çi got, min bir, te bir, wî bir” û milmilaneyê û reaksîyonên þexsî û hisî, ez bawer nakim ko em gavekê berû pêþ ve bavêjîn...
Lê bi gotin û reaksîyonên þexsî jî ti tofan ranabin û ti dinê jî xira nabe û Kurdistan jî ji dest naçe. Heta carna jî hinek “dîn” hebin bikin qarewar jî her baþ e. Bila sedên aqil jî li dora wî dînî bikevin û bêjin dîno ka derdê te çî ye?
Mijareka dî wekî þexsî, em bên ser wan gotinên jêr; ko Arif Zêrevanî di nivîseka xwe de ji kîs devê min wiha nivîsiye:
“Mihemed Sanri yanî kolumnîstê Nefelê û sernivîskarê kovara Serbestiyê Mihemed Evdilayî Kurdistan li xwe heram kir û vegeriya Stenbolê û dibêje hêdî careka dî ew naçe Kurdistanê.”
Arif Zêrevan, xwe dispêre çi helwest û gotinên min û wiha dinivîse ez nizanim. Lê ez tiþteka baþ dizanim ko, ne li erdê ne jî li asîmanan; ne Xwedê ne jî mirovekê tenê gotineka wiha ji min nebihîstî ye… Min li Hewlerê ji Arif re gotiye “Ez dê biçim Stenbolê, xatirî te”. Wekî her benderihekê/a ko li her cihekê vê dinyayê cîhwarbûyî, ez jî li Stenbolê cîhwar bûme… Nizanim qey ji bo vê yekê jî îzahatek divê?
Wekî dî, çi Arif Zêrevan be, çi her kurdekê dî be, ez bawer nakim ti kurdek dilpak hebe ko ji welat û miletê xwe hez neke. (Mafê mirovî heye ji welatê xwe hez jî neke, lê ji ber ko jê hez nake, heq nîne ko xirabiyê jî li welatê xwe bike) Dibe ko di þêweyê hezkirina xwe de, em her yek bi awayekê hezkirina xwe bidin der û dilêþiyan jî, ji hev re çêkin, lê divê em wan dilêþiyên xwe nekin sedemên afarozan û tofanan jê dernexin!..
Herwekî dî, ez bawer nakim ko hiþê xwedîwelatbûnê li nik kurdan zeîf be, bi sedan gotinên pêþiyên kurdan yên wiha hene: “Bilbil kirine qefesa zêrîn de, wî gotiye ax welat!” “Þam þekir e lê welat her þêrîntir e! |