[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê
STENBOL, 7/10 2011 — Li ber çavên me ye û qet ne xeyal e. Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bûye parêzerekê xurt yê doza Filîstînê, ew ji 24 dewletên ereban zêdetir xwe dide ber vê mijarê û dibêje “doza Filîstînê doza me ye”.

Erdogan parastina doza Filîstînê kiriye pîvanek ya “samîmiyeta” peywendiyên nêvneteweyî û ji ber vê jî ji pêkhateya peykerê sîstema Neteweyên Yêkbûyî bi gazind e û dibêje, ev pêkhate bi vî awayî nikare aştiyê biparêze.

Di 23-yê îlonê de serokê serweriya Filistînê Mehmûd Ebbas ji bo endametiyeka tam, li New Yorkê serî li kongreya giştî ya Neteweyên Yêkbûyî da. Tirkiyeyê jî ji bo ev serîlêdan bêt qebûl kirin gelek hewl da. Lê ji ber vetoya Emerîkaya ko endameka daîmî ya Konseya Ewlekariyê ye serdana Ebbasî hat ret kirin. Erdogan jî ji ber vê sedemê gelekê ji vê sîstemê bigazind e û dibêje çênabe çarenivîsa biryarên Neteweyên Yêkbûyî bi 5 endamên konseyê yên daîmî ve girêdayî be.

Erdogan di vê mijarê de dixwaze dersa heq, hiqûq û edaletê bide dinyayê û durûtiyên sîstema nêvneteweyî aşkere bike.

Li himberî siyaseta durû ya sîstema nêvneteweyî parastina heq, hiqûq, edalet û raberkirina pîvanên exlaqî cewherekî gelek baş e. Pêwîstiya her takekesekê vê dinyayê ji van cewher û pîvanan heye. Li gorî sekreterê Neteweyên Yêkbûyî Ban ki Moon, di dawiya vê mehê de bi hatina zarokekê dî dê hejmara mirovên planeta me bighîn 7 milyaran. Yanî em dê bibin gundek xwedanê 7 milyar takekes, zarokê 7 milyarê dê di dawiya vê mehê de bê dinyayê.

Lê hêj behra pêtirê ya van 7 milyar mirovan di nav arîşeyên ji sedema bêedaletî, nehiqûqî, newekheviyê de jiyeneka bi cehennemî li ser rûyê vê dinyayê dijîn, ji ezabên goran nexweştir e. Durûtî û bêedaletî û bêexlaqî ew e ko li himberî êş û azarên mirovan li herderê dinyayê mirov ne xwedanê heman pîvanan be.

Erdoganê “şampiyonê exlaq û edelatê” ji bo 9 milyon xelkê Filistînê dewleteka serbixwe dixwaze, bila bixwaze heqê wî ye. Erdogan ji bo 700 hezar tirkên Qibrisê dewleteka serbixwe îlan kiriye, bila bike heqê wî ye. Ev rastiyên li ber çavên me ne û qet ne xeyal in.

Vêca em bên ka çi ji bo Erdoga xeyal e û nakeve ber pîvanên wî yên heq û edaletê.

Pirsiyar besît e: Erdogan ji bo çarnevîsa nêzîkî 40 milyon kurdan çi difikire? Mihtemel e ko di bin hişê Erdogan de ev hejmar û ev nav tiştinin xeyalî ne, dibe ko haşa “şeytanî” – Melekê Tawus ji derveyî gotina min e – ev nav îcat kiribin. Kurd, Kurdistan, serxwebûna Kurdistanê. Têgihştinin xerab û hinek komployên nêvnetweyî ne.

Halbuke Erdogane xwedanê edalet û îmaneka kamil, diviyabû wekî ko piştgiriya Filîstînê dike heman piştgiriyê bo serweriya başurê Kurdistanê jî bike, piştgiriya bo 700 hezar qibrisiyan dike, heman piştgiriyê bo 2-3 milyon kurdên Binxetê jî bike, dersa ko ji bo Filistînê dide dinyayê ji bo 8 milyon kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî bide; diviyabû ko 25 milyon kurdên bakurê Kurdistanê di çavên wî de rasteqîn û xwedanmaf bûyan. Diviya wî Erdoganê xwedanîman bikariya di herî dawiyê de weha bêje:

— Birayên kurd hon jî wekî filistiniyan û qibrisiyan birayên me ne, hon xwedanê dozeka bi heq in. Vêca hon dixwazin werin wekî birayan em tev de dewleta xwe ji nû ve ava bikin an jî we divê dewleta we serbixwe be em cardî dikarin wekî du birayên ciranên hev bin!

Gelo formulasyoneka weha bo Erdogan “fantaziyeka” nedîtiye?

Erdoganê ko qet gîsnê di çavê xwe de nabîne çawa sîstema nêvneteweyî dide ber topan û çawa dikare wê bi bêedaletiyê û durûtiyê gunehbar bike? Gelo Erdogan bi vê helwestê bawer dike ko hinek hene ji wî bawer dikin?

Gotin kilamê Xwedê ye, divê mirov pêşiyê bi xwe ji gotina xwe bawer bike. Ger Erdogan jî bivê pêşiyê ew bi xwe ji gotina xwe bawer bike, divê gîsnê ko di çavê xwe de ye bibîne, paşê dersê bide dinayayê. Em durûtiya siyasetê danin aliyekê.

Ger Erdogan bivê li gorî dînamîkên siyaseta “reel” jî helwestê bigire û bixwaze bi rastî milet û welatê xwe jî bighîne asteya welatên pêşketî yên dinyayê, kilîta vê riyê di lihevkirina digel herçar parçeyên kurd û Kurdistanê de ye. Pencereya global ya Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ne ji hev bi dûr e. Ji Qafkasyayê heya Besrayê û behra Spî hewzeyeka “reel” li ber çavan e. Erdogan dê digel vê hewzeyê şerî bike an jî hevkarîyê?

An jî ew xwe gelek cesurê siyasetê dibîne, formul basît e: Çawa piştgiriya Filistîn û Qibrisê dike bila wesa piştgiriya serweriya bakurê Kurdistanê, binxeta Kurdistanê, rojhilatê Kurdistanê jî bike. Bi vê piştgiriyê ti problemek ya welatê Erdogan ya enerjiyê jî dê nemîne, ti tehdîteka nêvnetweyî ya siyasî, eskerî an jî aborî jî dê nekare pêşiyê li pêşketina welatê wî û Kurdistanê bigire. Dersa misilmaniyê, demokrasiyê, edalet, wekhevî û yêkpareyiya exlaqî ya ko Erdogan bide dinyayê ev e.

Hingê gotina “birayetiyê” ya ji devê Erdogan derdikeve dê ne wekî “derewekê” lê wekî projeyeka edalat û heqîqetê bi cih bibe. Dê hingê dinya bi rastî jî bibîne ko dîtin û kiryarên Erdogan yêk in û ew xwedanê standarteke exlaqî yê universal e ko divê dinya dersan jê bigire. Lê helbet e, ev hemî xeyal in ji bo me û ji bo Erdogan.

Miletê kurd û Kurdistan bi hemî reng û rûyên xwe yên jiyanê ve heqîqeteka îlahî ye, yên ko vê heqîqetê nabînin, ew arîşeya di nêvbeyan wan, wijdana wan û Xwedayê wan de ye. Tenê bila kes li nav çavên kurdan nenêrin û di heqê edalet, azadî, wijdan, îman û rûmeta mirovan de derewan nekin. Derew û durûtiyên di mijarên moralî de tên kirin dibin sedama reşkirin û tefandina çarenivîsa mirovên bêguneh. Durûtî bi rastî jî helwestek nexweş û giran e, webalê wê jî gelek e.

Heqîqeta Kurdistanê ne bi wê çendê ve girêdaye ko mirov kurd an ne kurd be. Ji bo perdeha reşa bi destê “xêrnexwazan” li ser heqîqeta Kurdistanê hatiye kişandin biqete, mirov tenê xwedanê exlaqekê yêkpar û nedurû be bes e. Yên ko doza Filistînê bo xwe kirine mêzîna edalet û wijdanê divê bizanin ko heta ew doza Kurdistanê jî wekî ya Filistinê nexin ber mêzînê dê ti caran teraziya wijdana wan rast nebe, ew dê qet bi rûyekî spî neçin hizûra Xwedayê xwe jî.

Belê divê em ji bo her 7 milyar takekesên vê dinyayê edaletê bixwazin. Ne wesa be dinyaya me qet ji bela û zordariyên bi destê kurên mirovan xelas nabe. Lê divê em ji ber dergehê xwe dest pê bikin. Kurdistan çar dergehên ji bêedaletiyê bûne boriyên xwînê, ev xwîn li ber piyên Erdogan diherike, gelo ew çi difikire? Ew baş hînbûye ko ka çawa Îsraîlê bide ber topan. Lê kaxeza turnusolê ya diristiya Erdoganî ne Îsraîl e Kurdistan e.

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA mihemedsanri@gmail.com
Weşandin: 2011-10-07
Xwendin: 10672
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
“Xweseriya demokratîk” û dejenerekirina daxwazên kurdan (2011-07-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org