STOCKHOLM, 22/2 2006 — Niviskarê romana bi navûdeng Don Quijote (Don Kîşot) ji Îspanyayê ye. Cervantes* ji malbateke efser yekî hejar bû. Piştî çend salên xwendinê beşdarî ordîyê bû, li nêzî Leponta li deryayê di şerekî bi tirkan (osmanîyan) re êsîr ket û li Cezayîrê di zindanê de ma; piştî ko hat berdan vegerîya Îspanyayê û gelek huner ceribandin, lê jiyana wî di nav zor û zehmetîyê de bihurî. Dihê texmînkirin ko Cervantes gava ko girtî bû dest bi nivisîna Don Quijote kiriye. Wê gavê li Ewropayê romanên şovalyeyan gelekî dihatin xwendin, ji lewre wî wek parodî ev roman nivisî. Roman ji du cildan pêk tê. Cilda pêşîn di sala 1605 de ya duwemîn di sala 1616 de hatîye weşandin.
Don Quijote
Di ser nivisîna romana wî re 400 sal derbas bûn, ji ber vê yekê par li welatê wî û gelek deverên din çarsedsalîya Don Quijote bi şahîyan hat pîrozkirin. Ev çarsed sal in ko li temamê dunyayê romana wî tê xwendin. Qehremanê romanê yekî torvrind û navsere ye. Li gundekî dimîne û çi bêje hemî romanên şovalyeyan dixwîne û di dawîyê de wisa lê tê ko ew xwe mîna şovalyeyekî dibîne. Dixwaze wek şovalyeyekî gerok bigere û li dijî zilm, neheqî û serdestîyê şer bike. Mirovên wî, nasên wî li ber wî digerin da ko bi karekî wisa ranebe, kitêbên wî dişewitînin, dîwarek li pêş kitêbxaneya wî datînin; lê dikin nakin Don Quijote ji ya xwe danakeve.
Berî ko dest bi gerê bike, gundiyekî wî, î bi navê Sancho dibe hevgerê wî. Piştî amadekirina kumzirî, şûr, mertal û pêwistîyên din yên ji bo şovalyeyekî gerok, Don Quijote navê Rosînante li hespê xwe dike û ji xwe re li gundekî din keçekê wek evîndara xwe hildibijêre, ji lewre divê wek hemî şovalyeyan dildareke şovalyeyî me jî hebe. Di gera xwe de rastî bazirgan, tovrind, keşe, cotkar, necar û eşqîyayan tê; carinan li daristanan, carinan li xan û eywanan, carinan jî li rê bi wan re sohbet dike…
Don Quijote xwedî îdealeke berz e. Li her derê ji bo îdealên xwe têdikoşe û tu carî dev ji raman û armancên xwe bernade. Mirinê qebûl dike lê ji îdealên xwe venagere. Xeyalperset e. Ew bi çavên xwe li dunyayê dinihêre. Rastîyê wekî ko heye nabîne, mîna ko ew bi xwe dixwaze bibîne, bi vî awayî dibîne. Li ber çavên wî aşên ba dibin hût, garana dewaran dibe ordiyeke dijmin, xatuneke li paytonê dibe dotmîreke girtî…
Bi qasî ko Don Quijote îdealîst û xeyalperest e, hevgerê wî Sancho jî ew qasî realîst e. Pirî caran Sancho wî ji rewşên dijwar difilitîne. Cervantes ev her du karekter di romana xwe de dane ber hev û gelek macerayên balkêş nivisîne.
---
* Miguel de Cervantes Saavedra (1547-1616) |