STOCKHOLM, 26/6 2005 — Ji bo berdewamî, aştî û azadîya civatê, ji bo ewleyî û têkûzkirina civata Kurdistanê divêt kurd bibin dewlet. Kurd divêt ne tenê li başûrê welatê xwe, herwisa divêt li herçar parçeyan bibin dewlet, bibin xwedî desthilat. Ma gelo rêyeke din, ango bêyî ko em bibin dewlet nîne ko em azad bin û wek miletên hevdem di nav aştî, ezadî û halxweşîyê de bijîn? Tecrûbe û tarîxa me û miletên cîran bersîveke erênî nade.
Gava em li tarîxa xwe û ya xelkên din mêze dikin, em dibînin ko bê dewletbûnê tu rêyeke din nîne ko em pê ewle bin û ji zarok û nevîyên xwe re jîyaneke xweş û bextewar bihêlin da ko tûşê malwêranî, koçberî, asîmîlasyonê, zilm û zordarîyê nebin, gund û bajarên me wekî berê bi sedan caran neyên xirab kirin û şewitandin û em jî wek hemî miletên dunyayê bi serbilindî li ser axa bav û kalên xwe bi dilxweşî û azad bijîn.
Bi hebûna sazîyan û dewletbûnê re komkirin û navendîya aqil, zanîn û fikrê pêk tê. Bi dewlemendîyên welat û bacên hevwelatîyan re, ji hêla aborî ve îmkanên mezin ji bo miletekî peyde dibin; bi perwerdekirin û xebatên din re, berdewamî û dubarekirina aqil u zanîna hevbeş xwe qayim û nû dike û her û her dijî. Bi giştî menfaetên milet û ferdên civatê, bi avahîya sazîyên dewletê re bi hev ve tê hunandin, gava talûkeyek, dijberîyek li hemberî dewletê rû bide, bi hebûna aqil û hêza hevbeş ya dewletê, ew metirsî dihête belav kirin û herkes an jî her dewlet û qeweta li dij civatê mecbûr dimîne ko berî gavavêtinê hesabên xwe bike; kar û xisara xwe bîne ber çavan. Civat an jî miletê ko nehatibe organîze kirin, ne xwediyê sazîyên dewletê be, timî tûşê zilm û zordarîyê, çavsorîyê dibe û kes zêde hesabê wan jî nake.
Bi kîjan nav û projeyê an jî bi kîjan îdeolojî û sîyasetê dibe bila bibe, derketina li dijî dewletbûna kurdan dihête wê maneyê ko divêt kurd heta bi hetayê kole bimînin û pê re jî entegreyê miletên serdest bibin û bimehin, bi gotineke din ji miletbûnê bikevin û nemînin. Ji lewre her proje û ramana bi vî rengî li pêşîya miletê kurd faq e.
Bê şik dewletbûn nayê wê maneyê ko divêt îlam mirov dewleteke serbixwe ava bike. Helbet mafê her miletekî ye ko dewleta xwe ava bike, lê realîteya sîyasî û rewşa navneteweyî dibe ko timî ji vî tiştî re dest nede. Eger sîyaset li gorî rewşê maksîmûm ji şertan îstîfadekirin be, divêt berê mirov li armanca sereke, mirov li ser xeta xwe ya ber bi hedefê rê bigire û bêyî ko ji xeta xwe veqete li gorî qewet û konjunktura heyî encam bigire. Ya girîng danîn û avakirina dezgehên dewletî ye. Te divêt bila ev dezgeh di dewleteke serbixwe an jî yeke federal de bin zêde ferq nake.
Di konjunktura navnetewî ya îro de ji bo mîletê kurd fersendeke zêrîn hatîye pêş. Pêla demokrasî û civatên azad û plûralîst xwe li bend û kelehên rejîmên totalîter û olîgarşî dide û hîmê wan di binî de dihejîne. Rejîmên ko heta duhî bi saya şerê sar û nakokîyên dewletên mezin dijîyan û ji bo têkneçûna îstîqrara herêmê bi kêfa dilê xwe tevdigerîyan, êdî ji alîgir û dostên xwe yên kevin wê bêdengîyê nabînin. Bi xweşî an bi darê zorê, herêma Rojhilata-navîn dê di wexteke dûr an nêzîk de bête guhertin û miletên heyî dê xwe reorganîze bikin û civatên demokratîk pêk bînin. Di rewşa îro de projeya Emerîkayê (USA) ya reorganîzekirina rojhilatê hêvî û dînamîzmê dide tevgera demokrasîyê. Di şertên îro de alternatîfeke din nîne.
Miletê kurd ev dused sal e ko ji bo rizgarîya welatê xwe û ji bo civateke plûralîst û demokratîk têdikoşe. Ji destpêka salên 1800î heta nuha di hemî şertan de kurdan ji bo azadîya xwe şer kirîye û timî alîgirê civateke plûralîst û demokratîk bûne. Ji lewre mirov dikare bêje ko têkçûna rejîmên totalîter û avakirina demokrasîyê li tevgera kurd ya milî û azadîxwaz digunce, hevbeşîya raman û sîyasetê hevûdu temam dike. Bi gotineke din maf û azadîyên insanan, plûralîzm, demokrasî me digihîne hev, hêz û daxwazên me ji bo tevgera demokrasîyê dibe rêveker û herweha projeya guhertina rejîmên dîktator ber bi demokrasî û civatên lîberal ve ji bo kurdan û têkoşîna wan dibe rêxweşker.
Ji ber van sedeman divêt miletê kurd tu carî dev ji dewletbûnê bernede, li herçar parçeyên welatê xwe vê an wê forma dewletbûnê bi dest bixe û roja ko hêz û taqet di xwe de dît û rewşa navneteweyî dest da, dewleta xwe ya serbixwe îlan bike û cîhê xwe yê layîq û hevdem di nav dewlet û mîletan de bigire. |