STOCKHOLM, 28/11 2005 — Bêşik Yaşar Kemal kurd e, ji xwe ew jî kurdbûna xwe inkar nake. Yaşar Kemal di nav edebîyata tirkî de û li derveyî welat, li temamê cîhanê bi navê nivîskar û romannivîsê tirkan tê nasîn. Bi kurtî bi navûdeng e. Ji xwe li vir tiştê ko ji bo me balkêş e, ne şexsê wî lê berhemên wî yên edebî ne, bi gotineke din Yaşar Kemalê edebî ye.
Suzan Samanci û Esma Ocak ji Dîyarbekirê ne, kurd in, lê ew jî mina Yaşar Kemal nivîskarên tirkan in. Berhemên xwe, çîrokên xwe bi zimanê tirkî dinivîsin.
Selîm Berekat kurd e, ji kurdên binxetê, ango Sûrîyeyê ye. Ew jî mina yên din berhemên xwe bi zimanê mîletên serdest ango bi erebî dinivîse.
Cahît Sitki Taranci, kurd û ji Dîyarbekirê bû, wek nivîskarê tirkan tê nasîn.
Çend sal berê êvarekê min guh dida radyoyeke mehelî li Stokholmê. Yê li radyoyê qise dikir, behsa nivîskarekî kurd lî Îranê dikir û pesnên wî dida. Nivîskarê me nizanim çend klasîkên dunyayê yên edebî wergerandibûn bo farisî, xizmeteke mezin ji edebîyata farisî re kiribû..
Mirov kare lîsteya nivîskarên weha dirêj bike lê ji bo mebesta me ev çend nimûne bes in.
Helbet heqê her insanekî ye ko xwe çawa his dike herwisa tevbigere; û biryardayîna nivisîna bi vî an wî zimanî êdî dibe helwesteke şexsî. Mirov nikare bi darê zorê wan mecbûrî hin tiştan bike. Lê ji hêla din de divê mirov, ya reel û rastî bêje, li meseleyê hîsî nenihêre. Ji hêla edebî de ev kesên jorîn her yek ji wan di warê nivisîna xwe de serketî tên qebûkirin. Mijara me ne başbûn an jî qelsîya wan ya hêla edebî ye. Li vir bi tenê behs li ser wê yekê ye ko ka mirov berhemên van kesan ji edebîyata kê dihesibîne?
Berî hertiştî edebîyat ziman e, bê ziman ji xwe hebûn û berhemdayîna edebîyatê ne mimkin e. Çi edebîyata devkî be çi ya niviskî be tev bi ziman dihên afirandin, hunandin, danîn û têkuzkirin. Edebîyat bi ziman diveje, xurt dibe û ziman jî bi edebîyatê dewlemend dibe di nav xelkê de ango xwendevanan de rehên xwe ber dide erdê, dibe hoyê ajên nuh û bergeha xwe firehtir dike.
Edebîyat kêfxweşî ye, şevbihurk e, bi usûla xwe ravekirina pirsgirikên civakî ye, destnîşankirina wan e. Mirov bi rêya berhemên edebî ve bi arzû, xwe an jî hin kes û derûdoran di nav rûpelên kitêban de dibîne. Bi saya edebîyatê mirov civakên xerîb dinase, di rewşên cuda de helwest û tevgera insanan û hoyên bi vî an wî şiklî rabûn û rûniştina wan dinase. Bi kurtî bi berhemên wek roman û çîrokan mirov ji gelek alîyan ve wêneyên civatên cuda tîne ber çavên xwe.
Vêca em vegerin ser pirsa xwe ya asasî ya mijara vê nivîsarê. Gelo gava em bibêjin edebîyata kurdî çi û kî tê bîra mirov?
Bêguman yekser dê Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Erebê Şemo û kesên weha û berhemên wan yên edebî bên bîra mirov. Helbet di nav miletên din de jî bi sedan nivîskar hene ko berhemên wan ji yên me ne kêmtir in, lê em nikarin navên wan ji bo edebîyata kurdî bi lêv bikin. Sebeb jî bi tenê ziman e.
Herwisa gava em bibêjin edebîyata rûsî, tirkî an swêdî, dê ji rûsan yekser Tolstoy, Çexov, Şolohov, ji tirkan dê Orhan Kemal, Fakir Baykurt, Yaşar Kemal, ji swêdîyan dê August Strindberg, Vilhelm Moberg, Gunnar Ekelof û gelek kesên din bên bîra mirov.
Nexwe naverok, başbûn, qelsî an mikemelbûna berhemeke edebî, wê ji hêla edeba milî de bi me nade nasîn. Kilîta nasînê ziman e.
Encam: Tiştên edebî yên ko bi zimanê kurdî hatine nivisîn û tên nivisîn edebîyata kurdî pêk tînin. Di vê maneyê de Yaşar Kemal û nivîskarên esilkurd yên li jor navê wan bihurî û yên weha ne kurd in û edebîyata wan jî ne parçeyeke edebîyata kurdî ye. |