STENBOL, 29/5 2005- “Heqîqet ew e ko, heta edebîyat lîsteyek ya wan xanimên ko bi delalîya xwe mirov diêxin êşa zirav û ya wan mexlûqên ko ezabê cehnemê dikişînin pêşkêşî mirovî neke, ti sedemê ko ew bala mirov bikêşe nîne” (O. Paz, ji Julien Gracq nakil dike)
Wesa diyar e ko aliyek yê edebîyatê, bedewî ye (bedewiya her tiştî) aliyê dî jî ezabê cehnemê ye. Ev dualîzmeka gerdûnî ye. Ezab û bedewî, ji destpêka nedîyar û heta bêdawîyê…
Hêvîtî û bêhêvîtî, bextewarî û bêbextewarî….girêbendên xwînê û naverastên evînê… firtone û babelîskên di dilê Zînê de…taviyên barana ko ji çavên wê dibarî… “Bila gir bikeve canê wê cenabeta kehbeya misrî”.
Ya rastî ew e, pê navê ko ez dirêj bikim, -lewra edebiyat ji gotinên zêde hez nake- çi dualîzmeka bê bîra we hon jî dikarin li ser zêde bikin û hezar sedeman ji bo “sebeb-î hîkmeta” edebiyatê bibînin.
Ezabê cehnemê, ger ne ji jiyaneka ko bingehê wê li ser direwan e, lê ji çî ye? Edebiyat koşk û sarayên direwîn diroxîne û bircên xwe yên ebed û rasteqîn ava dike. Edebiyat, bîrandera hemû kiryar û hebûnên me yên winda û jibîrkirî ye. Ew e, wekî afîrendêrekê li raser me, deftera xêrûgunehan digire. Em çi ji bîr bikin, ew wê tomar dike, em çi winda bikin ew li dûv wê digere. Kî li kîjan koxikî an jî li kîjan sarayê, çi, bi çi hawayî difikire bila bifikire; edebiyat ew maf û mifayê ko her zirezelamekê kerpşewitî bikare xwe di himbêza Madonayê de bibîne… di vê dinê de kirexir û qilingîniya firaxan jî nebûye, sedan sed dê dinya aramtir bûya.
Şikestin an jî gurkirina xeyalan; ev dinyaya ko bi sînora hatî par par kirin û her parek bûyî xendekek û davek ya mirinê û mirov di têde neçar mayîn; xwen û xeyal jî diqurçifine; tenê xeyalên zarokên sêwî li ber xwe didin, kes wekî wan zarokan xeyalên xweş ranaçînin; xeyalên wan in ko, ji binê lingan heta pûra serî, mirov ditevizîne û dihejînin.
Mirovekê gunehkar dişemite, li erdê dikeve û destê wî dikeve nava pîsiyê, radibe destê xwe yê pîs, bi serê zarokekê sêwî ve, ko wê gavê li kêleka wî bû, paqij dike. Zarokî wesa fehm kir ko wî zelamî, ji wî hez kir, lewra destê xwe bi serê wî de anî. Lewra pêlek germ ji serê wî zarokî heta binê lingên wî diçe û tê; vê carê ne tenê ji bêdayîktîyê lê ji tinebûna bavê xwe jî niharek dikeve ser dilê wî, rondikên ziwa ji çavan tên xwarê…
Li nav çavên zarokên helpçeyî binerîn, hon dê hingê bibînîn ka rondik çawa ziwa dibarin!
Zarokê sêwî bi wê destserîveanînê gelek bextewar bû; yezadanê mezin û dilovan jî, ji ber bextewarbûna wî zarokê sêwî, ew mirovê gunehkar bexişand, ji gunehan bêpar kir!
Lê gelo di vê mijarê de edalet li kû ma? Ti peywendîyek yê vê pirsê bi edebîyatê ve nîne...wesa bihesibînin ko pirsek wiha nehatiye kirin.
Wekî dî hon jî min bibexişînin mabesta min, ne ew bû ko, ez bi vê nivîsê dersên edebiyatê bidim an jî kurteçîrokek dramatîk binivîsim; wekî min di sernivîsê de jî diyar kir, mabest hima nivîsandin bixwe bû.
Her çi mirovê/a vê nivîsê bixwîne, dikare nivîsek ji vê xweşiktir binivîse!... |