STOCKHOLM, 9/2 2006 — Bûyer: Ji vir çend mehan berê di rojnameyeke danîmarkî de çend karîkaturên pêxember Mihemed hatin belav kirin. Ewil hin sefaretên dewletên ereban nerazîbûna xwe li hember Danîmarkayê nîşan dan û ji berpirsên desthilata danîmarkî xwestin ko rojnameyê ceza bikin û doza lêborînê ji misilmanan bikin. Lê danîmarkîyan ji ber fikra xwe ya di warê beyana fikra azad de ev tişt rast nedîtin, ango doza lêborînê nekirin û rojname jî negirtin.
Piştî ko li Filistînê hilbijartinên parlamentoyê çêbûn û di encamê de Hamas serfiraz bû, vêca hin alîgirên partîya el-Fetih yên çekdar derketin kolanan, him nerazîbûna xwe li hember encamê hilbijartinan, him jî ji bo meseleya karîkaturan li dijî Danmarkayê, nîşan dan.
Ji ber bûyerên li herêmê, sîyaseta Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê ya ji bo Projeya Guherîna Rojhilata navîn, meseleya vekişîna Sûrîyeyê ya ji Lubnanê, problema enerjîya atomî ya Îranê, herwisa dijberîya di navbera dîktatorên herêmê û dunyayê de, ev hemî ji bo nakokî û manupulasyonan dibin zemînexweş. Ji lewre ne dûrî aqil e ko di bûyerên şewitandin û talankirina sefaretên Danîmarkayê de, destê îstixbarata dewletên wek Sûrîyeyê hebe. Jixwe di meseleya kuştina Herîrî, serokwezîrê kevin yê Lubnanê de guman ji desthilata Sûrîyeyê dihê kirin.
Di rewşeke weha de manupulasyona insanên nexwende û tehrîkkirina wan pir hêsa ye; li Sûrîyeyê bê agahîya îstîxbaratê çu tişt nabe, lê herçawa be bi sedan kes berê xwe didin sefareta Danmarkayê, talan dikin, dişewitînin bêî ko polîs karibin rê li ber wan bigirin!
Carinan li vir û li wir tê gotin ko di navbera medenîyetan de şer heye. Baş e, ma bi rastî mesele şerê medenîyetan e? Li alîyekî misilman û medenîyeta wan, li alîyê din xiristîyan û medenîyeta wan e ko şer dikin?
Bi çemd nimûneyan em li meseleyê hûr bibin:
Piştî jihevketina Yugoslavyayê û şerê li Bosnayê, DYA û Ewropîyan midaxele kir û pêşî li sirban girt, bi gotineke din piştgirîya boşnakan kir ko boşnak misilman in.
Di meseleya Kosovayê de, cardin DYA û ewropîyan pêşî li sirban girt û Kosova xistin bin desthilata Neteweyên Yekbûyî ( UN ). Sirb xiristîyan û kosovî misilman in. Di van herdu bûyeran de jî xuya bû ko mesele qet ne meseleya islam û xiristîyanan e.
Piştî têkçûna Sovyetê û belavbûna sîstema sosyalîst û biserketina kapîtalîzmê, DYA sîyaseta xwe ya li Rojhilata navîn guhert û dev ji piştgirîya dîktatoran berda û doza demokratîzekirina civat û herêmê danî pêş xwe.
Bi guhertina vê sîyasetê re kevnedostên DYA bûn dijminê Emerîkayê.
Dîktatorên dewletên ereban çil salan pirsgirêka Filistînê wek mertal ji bo desthilata xwe bi kar anîn. Hemî mixalifên hundir û dengê doza guherînan û demokrasîyê bi sîyonîzmê bi nav kirin.
Her ew dewlet û desthilat in ko îro jî dixwazin bi rêyine din hikumdarîya xwe bidomînin. Ji bo berdawamîya selteneta xwe desthilatdarên ereban hemî bûyeran manipule dikin. Gelo îcar dê mertalê wan meseleya dîn be?
Lê her çawa be û bi çi nîyetê dibe bila bibe, belavkirina karîkaturan bi kêrî manupulasyona dewlet û rêxistinên totalîter hat. Diviya berpirsiyarên rojnameyê ev hesab bikira, bi awayekî saf, bi tenê mirov nikare xwe bispêre beyana fikra azad û dilê mirov çi bixwaze belav bike. Lê li dijî karê rojnameyê bikaranîna şîdetê wek metodeke protestoyê ne qebûlbar e, ne çalekîyeke medenî ye.
Dewletên ereban ne sekuler in û demokrasî û civateke demokratîk li ba wan nîne, mixalifên herî bi hêz partîyên dînî ne; tunebûna kultura demokrasîyê rê li ber tolerans û bêhnfirehîyê digire û dibe sebebê bêhntengî, şîdet û kultura tundîyê. Minaqeşe, cudahîya dîn û sîyasetê, tolerans dikare rê li ber çareserkirina pirsgirêkan veke da ko civat problemên xwe li ser zemîneke mirovî, bi metodên aştîyane, bi aqil minaqeşe bike û rêya çareserîyê peyde bike.
Lê ji bûyer, hewldan, dijberî û nakokîyan xuya dibe ko guherîna rejîm û civatên rojhilata navîn dê ne bi hêsanî be. Rojhilata navîn ya bi hewaya xwe germ, ”avisê” bûyerên germtirîn e. |