DIYARBEKIR, 15/1 2006 — Di vê dema dawî de, di çapemeniya kurdî û tirkî û dinyayê de pirsgirêka Kemal Seyîd Qadir giraniya xwe çêkiriye. Li ser vê pirsgirekê gellek şiroveyên cihê hene. Lêbelê di şiroveya kurdan de xala hevmişterek ew e ko cezekirina Kemal Seyîd Qadir bi 30 sal ne rast e: Ev yeka hem cezeyekî giran e, hem li dijî pîvanên demokrasiyê û azadiya xweîfadekirin û fikrî ye û hem jî ev biryara dê zerarê bide berjewendiya millî ya miletê kurd.
Min jî, piştî ko ev pirsgirêka bû pirsgirêkeke navneteweyî û gellek rojnameyan di derbarê vê pirsê de ji min pirs kirin û bersîv xwastin, min jî daxuyaniyek weşand. Ez nuha dixwazim careke din li ser vê pirsgirekê bîrûreyên xwe diyar bikim.
Helwêsteke seqet û nedemokratîk
Beriya ko ez bîrûreyên xwe diyar bikim, ez dixwazim tespîteke giştî bikim. Piştî vê bûyerê dema ko gengeşiyan dest pê kir, derket holê ko li ser “berjewendiya millî ya kurd” nêrîneke hevbeş tune ye. Helbet nêrîneke hevbeş jî, ne pewîst e. Lewra îro li Tirkiyeyê û li dinyayê jî, hevoka “berjewendiya millî” bi gelek babetên cihê tê şirove kirin. Lewra şiroveyên ew kes û dezgeh û dewletên demokrat; ew kes û dezgeh û dewletên otorîter/totaliter/faşîst helbet di vê pirsê de ji hevûdu cûda ne. Dîsa lîberal, lîberalê demookrat yên civakî, demokratên civakî, komûnîst, faşîst, stalînst, kemalîst, baasîst û yên wek wan bi awakî şirove dikin.
Helbet ji bo rewşenbîr û siyasetvanên kurd jî, di vê hevokê de nêrînên cihê tiştek î xwezayî ye. Lêbelê rewşa rewşenbîr û siyasetvanên kurd, yên miletên din ji eynî jêderê û serkaniyê têr û tijî nabe. Rewşenbîr û siyasetvanên kurd, xwediyê şirova dema muxalefetê ne, hîn hevoka “berjewendiya millî” di dewletbûnê de çi ye, dê çi bibe, vê yekê nas nakin. Demokrasiyê baş nas nakin, di derbarê maf û azadiyên mirovan de xwediye konsepteke hevbeş û demokrat jî nînin. Ji bona vê yekê refleks û hewla kurdan li hemberî doza Kermal Seyîd Qadir, dema ko gerekçe tên guhdar kirin, helwesteke millî ya teng, ne demokrat e. Ji bona ko pirs û derdê min bê fêhim kirin, ez dikarim bibêjim ko helwesta çepên millî yên tirk û nîjadperestên tirkan çi ye, helwesta piraniya kurdan jî wek wan e.
Berjewendiya/menfaeta millî
Ji bona vê yekê beriya ko di pirsa Kemal Seyîd Qadir de helwestê nîşan bidim, ez dixwazim “berjewendiya millî” bi giştî ji bo miletê kurd û bi taybetî jî, ji bo miletê me yê Başûrê Kurdistanê tê çi wateyê (maneyê), li ser vê rawestim.
Gerek em, ji bona ko “berjewendiya millî” terîf bikin, du demên dîrokî ji hevûdu biqetînin dê baş bibe. “Berjewendiya millî” di dema rizgarî û azadiyê de xwediye naverokeke cûda ye. Di vê demê de, rizgariya welêt û azadiya miletê kurd li pêş e. Di vê demê de berjewendiya millî dikare bi sîstema demokrasiyê re bikeve nav nakokiyê û gellek caran demokrasî nikare pirsên millî û miletan jî çareser bike. “Berjewendiya millî” di dema dewletbûnê de, naverokeke din qezenç dike. Ev taybetiya bi ceribandina Başurê Kurdistanê mijareke gellek diyar e. Li Başurê Kurdistanê “berjewendiya millî” wek naverok, mafên miletî yên miletê kurd, demokrasiyeke pirrrengî û federal, globalîstbûn û, neavneteweyîbûnê digre hundirê xwe.
Li Başurê Kurdistanê, her karekî li dijî demokrasiyê û globalîzmê, hebûn û jîyana Dewlete Federe ya Kurdistanê dixe xeteriyê. Lewra tê zanîn ko avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê, hem encama têkoşîneke millî ye û hem jî encama projeyeke navneteweyî/globalîst Projeya Mezin Ya Rojhilata Navîn e. Ev projeya demokratîzekirina herêmê, pirseke stratejîk dibîne. Ji bona vê yekê li Başurê Kurdistanê demokrasî, maf û azadiyên mirovî parastin û muhafazekirin gellek girîng e.
Kemal Seyîd Qadir kî ye û çi nivîsandiye? Helwêsta min...
Ji bona min, Kemal Seyîd kî ye, ne kî ye ne girîng e. Ez wî nas nakim. Diyar e ko berê mamosteyê zankoyê bûye. Hem hevwelatiyê Kurdistanê û hem jî hevwelatiyê Ewusturyayê. Bi nivîsarên xwe jî diyar dike ko mirovekî û muxalîfekî dîn e. Tiştên wî yên hatine weşandin, ji aliyê min de jî nayen pejirandin. Lê belê ez li dû doza Volter û berjewendiya miletê kurd dim.
Volter dibêje ko “ez ne bi nêrînên te re me, an jî ez nêrînên te naecibînim. Lêbelê ji bona ko tu nêrînên xwe bînî ser zimên ez amade me ko canê xwe feda bikim.” Ji aliyekî de ez jî bi vê helwest û nêrînê li pirsgirêka Kemal Seyîd Qadir dinêrim. Ji aliyê din de jî, ji bona ko berjewendiya millî ya miletê kurd, îro di têkuzkirin, firehkirin û kûrkirina demokrasiyê de ye; ez ji bona ko hem demokrasiyê diparêzim û hem jî maf û azadiyên mirovî parastin ji bo demokrasiyê pêwîst e, ez mafê Kemal Seyîd Qadir yê xweîfadekirinê diparêzim. Di vê merhelê de li Tirkiyeyê ji bona min jî di vê çarçewê de bi dehan doz û dadgeh heye. Heger em li Başurê Kurdistanê demokrasiyê, maf û azadiyên şexsî û kolektîf neparêzin, nexin bin temînatê, berjewendiya millî ya kurd, tê perçiqandin.
Ew dibe sedem ko Qanûna Bingehî ya Dewleta Federal ya Îraqê jî ixlal bike. Lewra, di xala 36emîn û 40emîn ya Qanûna bingehî de azadiya xweîfadekirinê û fikrî/olî/îdeolojiyê hatiye parastin.
Ji bo heqaretê jî ceza giran e. Û heger ew li gorî qanûna Sedam hatibe ceza kirin ew jî pirsgirêgeke giring e
Doza heqeretê girêdayî giliyê ew kesê jê re heqeret hatibe kirin. Ez baş nizanim gelo ka birêz Mesûd Barzanî gilî kiriye an na? Heger gilî nekiribe, dozkar rast e rast derbasî hereketê bibin, ev yeka jî dijî huquqa navneteweyî ye. [Meclisa wîlayeta Hewlêrê û dezgeha Parastinê gilî kirine.] Lêbelê heger gorî qanunên berê, wek Qanûna Parastina Atatûrk û Sedam, ev yeka hatibe meşandin, ev bi serê astengiyek e. Ji bo demokrasiyê mûnaqeşeyeke nû tîne holê.
Heger dadgehê gorî qanûnên berê doz vekiriye û ceza daye, ev li dijî Qanuna Bingehî ya Dewleta Federal û Peymanên Navneteweyî û heta li dijî huqûqa dagirkeriya Emerîka û hevalbendên wê ne.
Dema ko qanûnên nû ji aliyê meclîsê de nehatibin pejirandin, gerek dadgeh pêşerojê û guhartina mûktesebata huqûqî ya Başurê Kurdistanê û Dewleta Federal pirsê şirove bike, peymanên navneteweyî tetbîqî bûyeran bike. Wek çawa ko em huqûqa Yekîtiya Ewropayê ji dadgeh û desthilatdarên Tirkiyeyê daxwaz dikin.
Xuya ye ko dadgehê ev yeka nekiriye. Hissî hereket kiriye, bi biryara xwe maf û azadiyên mirovî girtiye bin lingan û ji nuha de jî zerar daye demokrasiya Başurê Kurdistanê..
***
Têbînî: Min ev nivîsar 27/12 2005 nivîsiye û ji ber nebûna firsetê heta nuha min ew ji bo weşandinê rênekir. |