[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

citalopram and alcohol

citalopram 20mg and alcohol click
Şerrawestandina PKKê bi destê kê pêk hat û tê çi wateyê
DIYARBEKIR, 13/10 2006 — Wek ji aliyê berpirsiyarên PKKê de tê diyar kirin û ji aliyê reya giştî ya kurd û tirk de jî tê zanîn, PKK, cara pêncemîn e ko şer dide sekinandin. Ev şerrawestandin di dem û şertên cihê yên taybetî de pêk hatin. Ji bona vê jî, gerek ev şerrawestandin gorî taybetmendiyên xwe yên demên bên şirove kirin. Wê demê tespîtên bên kirin, dikare xwediyê wateyeke rênîşankirî û girîng be.

Şerrawestandina sala 1993-an / Celal Talebanî û Turgut Ozalî…

Di şerrawestandinên PKKê de ya ko di sala 1993-an de pêk hatibû xwediyê taybetmendiyekê ye. Şerrawestandina PPKê ya 1993-an ji bona vê yekê hem di çapemeniya kurd de û hem jî di çapemeniya tirk de bi gelek awayan hat şirove kirin, hat pesinandin û an jî hat rexne kirin. Lewra di şerrawestandina PKKê ya 1993-an de, di navbeyna PKKê, serokkmarê wê demê Turgut Ozalî û sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNKê) Celal Talebanî de lihevkirinek, konsensusek hebû. Helbet di vê şerrawestandinê de rola Celal Talebanî gelek girîng bû.

Konsensusa di navbeyna Turgut Ozalî de, nedihat wê wateyê ko dewleta tirk jî bi tevayî di nav vê lihevkirinê de bû. Heta dikarim bibêjim ko di nav partiya ANAPê de jî, di vê pirsê de nekokî û bîrûreyên cihê hebûn. Ji bona vê yekê dema ko ez ji konsensus û lihevkirinê behs dikim, ew lihevkirin û peymaneke fermî nebû. Lê dîsa jî, vê şerrewastandinê derfetên nû derxistin holê. Encama wê derfetên nû yên êrinî, berpirsiyarên HEPê, sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî jî çûn li Bekaayê Lûbnanê beşdarî civîna çapemenî ya Evdillah Ocalan bûn. Di heman demê de berpirsiyarên Hevgirtin-Partiya Demokrat ya Kurdistanê (Hevgirtin-PDKê) Hemreş Reşo, Ruşen Arslan, berpirsiyarê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Kemal Burkay jî beşdarî civîna çapemenî bûn. Lewra wê demê jî, partî, rêxistin, berpirsiyarên Tevgera Bakurê Kurdistanê ji şerê PKKê kêfxweş nebûn, dixwastin ko ev şerê ko zêde zerar dide Tevgera Bakurê Kurdistanê bê rawestandin û têkoşîn awayekî/rengekî din qezenç bike.
Em şertên wê demê bi kurtî mêze bikin: Encama dagirkirina Kuweytê li hemberî Iraqê şer pêk hatibû, desthilatdariya baasê parçe bibû; li Başurê Kurdistanê, herêma azad ava bibû, ber bi dewleteke de facto diçû; kurd, li tevayî Kurdistanê nebe jî bibûn desthilatdar; ji bo Iraqê federalîzm pejirandibûn. Lêbelê Başurê Kurdistanê di siyaseta Rojhilata Navîn û dinyayê de wek îro xwediyê rolekî mezin nebû. Tiştê ko kurdên bakur di çarçewa şoreşekê de difikirîn pêk hatibû, Tirkiyeyê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê (PDKê) û YNKê re pêwendiyên fermî pêk anîbûn. Piştî şerê li dijî Iraqê, diyar bibû ko li Rojhilata Navîn guhartinên bingehî dê bên rojevê.

Evdillah Ocalan li Suriyeyê dijiya, rasterast di bin bandora Suriyeyê de bû. Bi awayekî xurt li ser Evdillah Ocalan û PKKê giraniya Îran û Iraqê jî hebû. Navbeyna Tirkiyeyê û wan welatan qet nebaş bû, di navbeyna wan de şerê sar dom dikir. Li Tirkiyeyê Turgut Ozalî, realîteya miletê kurd bi awayekî fermî îlan kiribû. Li ser maf û azadiyên kurdan munaqeşeyeke xurt dest pê kiribû. Turgut Ozalî digot ko “em dikarin federasyonê jî ji bo Tirkiyeyê gengeşî bikin”. Lê wê demê wek Celal Talebanî jî gelek vekirî ji min û gelek hevalên me re jî diyar kir, Turgut Ozalî tu dem kurd teref, PKKê jî hem teref û hem jî berpirsiyarên kurdan qebûl nedikir. Ew di wê reyê de bû ko ewê wek dewlet, pirsa kurd çareser bikin. PKKê ji Tirkiyeyê zêdetir, ji bona Başurê Kurdistanê xeteriyeke mezin bû. Ji bona Suriyeyê, Iraqê û İranê piştî ko Emerîka hat li Rojhilata Navîn bi cîh bû, li Iraqê û li tevayî Rojhilata Navîn rewşeke nû pêk hat: Wan dewletan bi xwe nedikarîn mudaxeleyî Başurê Kurdistanê bikin, bi riya PKKê siyaseta xwe ya qirêj dimeşandin.

Di wan şertan de diyar bû ko ev şerrawestandin zêde dom nake. Lewra hem Suriyeyê û hem jî hêzên şerxwaz yên Tirkiyeyê, hem jî Îran û Iraqê nedixwastin ko şer raweste. Wan baş dizanî ko dema şer raweste ew nikarin siyasetên xwe li hemberî hevûdu û li Rojhilata navîn bimeşînin, Tevgera Bakurê Kurdistanê terorîze bikin, desthilatdariya xwe dom bikin. Di encamê de jî terefên şerxwaz “rewşa aramî” prowake kirin, A. Ocalan jî bû parêzvanê wê rewşê nû..

Şerrawestandina îlona 2006-an û dîsa Celal Talebanî…

Ev şerrawestandina PKKê a pêncemîn, di şertên gelek ferqtir û cihê de pêk tê. Siyaseta Emerîkayê û hevalbendên wê, di çarçewa Projeya Mezin Ya Rojhilata Navîn de li herêmê zelal bûye. Emerîka, bû dewleteke ji herêmê. Iraq bûye dewleteke federal. Başurê Kurdistanê, statûyeke huquqî ya hundirî û naneteweyî ya federe qezenç kiriye, li herêmê û li dinyayê xwediyê rolekî girîng e. Di peywendiyên navneteweyî de kurd, li pêş dewleta tirk in. Başurê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, bi Îsrailê ve dibe mûttefîqeke stratejîk ya Emerîkayê. Evdillah Ocalan, ne li dervayê, li Îmraliyê di bin kontrola Komara Tirkiyeyê de ye. Evdillah Ocalan, ji siyaset û nerînên xwe yên kurdî dûr ketiye, pêwendiyên wî yên dewletê em bidin aliyekî, bûye piştgir û alîgirekî vekirî yê Komara Tirkiyeyê û îdeolojiya fermî ya dewletê kêmalîzmê.

Li cem van şertan, guhartinên din yên girîng jî hatine holê: Tirkiye, Suriye û Îran nêzikî hevûdu bûne, di navbeyna wan de ew peymana dîrokî ya li hemberî Kurdan ji nû ve ava bûye. PKKê ji dervayî îradeya xwe, ji Îranê û Suriyeyê dûr ketiye. Gelek eşkere ye ko dinyaya PKKê teng bûye. Pêwîst e ko ji xwe re ya dinyayeke nû bibîne, an jî jiyana wê her ko diçe zehmettir dibe. Wek tê zanîn û min jî gelek cara nivîsandiyê, dinya piştî Şerê Sar bi awayekî din bû dubeş: Dinyaya demokratîk û azadîxwaz; dinyaya otorîter û totalîter. Ji bona PKKê li dinyaya otorîter û totalîter diyar e ko cîh nemaye. Ji bona ko cîhê xwe biguhere, gerek her tiştekî xwe biguhere. Zehmetiya PKKê jî ji bo guhartinên bingehî, gelek eşkere ye ko gelek in. Lewra Evdillah Ocalan, dewleta unîter û neteweyî ya tirk diparêze, ji Emerîka û Îsrailê re, ji Başurê Kurdistanê û serokên wê re dijminitî dike. PKKê, Li Başurê Kurdistanê bûne kelem, di hemendem de ji bona mudexeleya Komara Tirkiyeyê li Başurê Kurdistanê sedem tê nîşan dan.

Dewleta Federal ya Iraqê, pêwîst e ko desthilatdariya xwe saz bike û huquqa xwe li tevayî Iraqê pêk bîne: Ji bona vê pirsa PKKê çareser kirin ji bo wan girîng bû. Başurê Kurdistanê, hem ji bona ko desthilatdariya xwe pêk bîne, hem jî ji êrişa Komara Tirkiyeyê xelas bibe, çareserkirina pirsa PKKê ji bona wan girîng bû. Emerîka, ji bona ko di şerê li dijî terorê de, di nav xwe de bi îstîkrar û rastûdirust be, çareserkirina pirsa PKKê ji bona wan jî bibû pirseke rojane. Komara Tirkiyeyê jî, gorî hêzên cûda bi çend aliyan de li pirsa PKKê mêze dikin. Hikumet ji bona ko bê pirsgirêk biçe hilbijartina serokkomarî û ya giştî, dixwaze muwaqqet be jî, PKKê şer rawestîne. Leşker di bingeh û di siyaseta xwe ya stratejîk de ji bo desthilatdariya xwe ya mitlaq û dîrokî dixwazin şer bidomîne: Llêbelê ji bona ko ev mehên dawiyê gelek wandiyeyê wan hene, ew jî dixwazin ko muwaqqet be jî şer raweste.

Dema ko mirov li van şertên taybetî dinêre, ji bona PKKê ji derveyî şerrawestandinê wekî din tu rê jê re nemaye. Dîsa di vê merheleyê de Celal Talebanî rola xwe lîst. Lê ev car, rola Celal Talebanî, rolekî wî yê şexsî nebû. Rola Celal Talebanî, di serî de bi îradeya serokatiya Başurê Kurdistanê, serok dewlet û hikumetê, bi îradeya Dewleta Federal ya Iraqê û bi daxwaza Emerîkayê pêk hat.

Celal Talebanî, di çarçewa ew şertên ko min diyar kirin de berpirsiyarên PKKê yên ji derveyî kontrola Komara Tirkiyeyê û yên li Başurê Kurdistanê kanî kir.

Wek tê gotin, ez ne di baweriyê de me ko bi daxwaza Evdillah Ocalan û DTPê ev şerrawestandin hat holê. Beriya ko Ocalan diyar bike, biryar hatibû girtin. Daxwaza Evdillah Ocalan ya girêdayî berjewendiya Komara Tirkiyeyê hatibû holê û ev biryar li ser hevûdu sûwar bûn.

Şerrawestandina ÎIona 2006-an wateyeke nû û berjewendiyên nû diyar dke…

Helbet di ev şerrawestandinê de her kesekî û hêzekê û an jî dewletekê, berjewendiya wan cihê ne. Evdillah Ocalan, dixwaze hesabên xwe yên şexsî û yên stratejîk pêk bîne. Ev hesaba ne li berjewendiya miletê kurd e. Dewleta Federal hesabê xwe yê dewletbûnê dimeşîne. Başurê Kurdistanê hem dixwaze ko ji êrişa Tirkiyeyê xelas bibe, hem jî dixwaze ko ji bo berjewendiya Miletê Kurd bi giştî, bi taybetî jî, ji bo berjewendiya Tevgera Bakurê Kurdistanê, PKKê ji bona xwe guhartinên bingehî çê bike. Lewra serokên Başurê Kurdistanê bi danûstandinan dixwazin ko miletê kurd li beşên din jî bigihîjin mafên xwe yên neteweyî. Di vê derbarê de axiftina serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî ya dema serokbûna wî ya di parlamentoyê de, axiftineke dîrokî û fermî bû. Emerîka, kêmtirin dixwaze ko pirsa PKK ê li Iraqê çareser bibe. Lêbelê PKKê heger xwe biguherîne û bi Emerîkayê re dijminitî neke, demokratîze bibe, di herêmê de û di nav Kurdan de li berjewendiya wan e. Piştî şerrawestandinê, bîrûreyên ko Murad Karayılan di çapemeniyê Emerîkayê de diyar bûn, diyar dike ko Celal Talebanî, Serok û berpirsiayarên Başurê Kurdistanê, Emerîka bi serketine. Lewra Murad Karayilan, dibêje ko “em amade ne ko li cem Emerîkayê li dijî dijminên mişterek şer bikin.” Ji bîrûreyên wî, ew dixwazin bibin leşkerê Emerîkayê.

Piştî ev şerrawestandinê, gerek PKKê û kurd li hêviyê nebin ko Komara Tirkiyeyê dê gavên bingehî bavêje û ew daxwazên di deglerasyona PKKê de hatine diyar kirin û yên Kurdên din, dê pêk bên. Ji bona vê hîn gelek wext û bi awayekî nû xebat heye.

Lê şer rawestandin, gorî bîrûreyên min, ji bona guhartina PKKê derfetên nû çêkirin, şerrawestandin bi vê yekê dikare wateyeke nû qezenç bike.

PKKê gerek şertên şerrawestandin tê de pêk hatiye, baş bi kar bîne. Ciyê xwe ji nû ve tespît bike: Li cem Başurê Kurdistanê, Emerîkaye, îsraîlê û bi tevayî li cem dinyaya demokratîk û azadixwaz de ciye xwe bigre. Bîrûreyên Evdillah Ocalan yên ko berjewendiya dewleta tirk diparêzin, red bike.. Ber bi kurdî û Kurdistanî de biçe. Ji Başurê Kurdistanê re dijminitî neke. Destê xwe ji nav tevgerên Kurdistanê yên beşên din bikşîne. Dev ji metodên terorê yên hundirî û derve bikşîne. Li hemberî muxalefeta xwe demokrat û xwediyê toleransê be. Ji bo demokratîzebûna xwe hewil bide.

Di encam de…

Şerrawestandin, çek berdan û neberdan nîne. Hedîseke hîn fireh, kûr û stratejîk e. Di van şertan de demokratîzebûn, kurdîstanîbûn û guhartinbûna PKKê ye.

Şerrawestandin, ji bo guhartina paradigmaya PKKê derfetek e.

-----------------------------------
Nivîskar: ÎBRAHÎM GÛÇLÛ
Weşandin: 2006-10-13
Xwendin: 8384
 

KOLUMNÊN BERÊ   

discount drug coupon

coupons for cialis
Îflasa liberalîzma kemalîst a Taha Akyolî
(2006-12-03)
Divêt em giliya Tirkiyeyê li cem Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bikin (2006-11-15)
Gelo tirk û dewleta tirkan kurdên çawa dixwazin? (2006-10-27)
Alaya Kurdistanê – serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Putîn (2006-09-22)
Miletê kurd kimyaya tirkan xirab dike – tirk dikarin dev ji jina xwe jî berdin (2006-09-01)
Tirkiye dixwaze pêşiya guhartinên statûya herêmî bigire (2006-08-15)
Bila doza Kemal Seyîd Qadir lekeyekê neyxe ser demokrasiya Kurdistanê (2006-01-15)
Belediyeyên Dehapê rê didin esker û bîrokratên tirkan ko îdareya bajarên kurdan bikin (2005-11-14)
Kurd dixwazin li bakur alaya Kurdistanê hildin, tirk li başûr li dijî alaya Kurdistanê derdikevin (2005-11-02)
Bakurê Kurdistanê – Kosova – Bakurê Qibrisê – Tirkên Bulxaristanê û Iraqê (2005-10-16)
Ji bo dewleteke federal li bakur pêwistî bi bêîtaetkariya sivîl heye (2005-09-30)
Kurd bi beşdariya Celal Talebanî ya Neteweyên Yekbûyî kêfxweş û serbilind bûn (2005-09-17)
Civîna çarê îlonê û konsepta du milet, du welat û yek dewleta neunîter: Tirkiyeya federal û Kurdistana federal (2005-09-09)
Çanda tirkan rê li ber fikirîna azad ya rewşenbîrên kurd digire (2005-08-27)
Serokwezîrê tirkan dît ko pirsa kurdî heye û Diyarbekir jî Kurdistan e (2005-08-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org