STOCKHOLM, 2/1 2006 — Di dûrbîna berê de min soz dabû ko ez dê li ser opozisyona sûrî ya dînî binivîsînim. Ez dê soza xwe bi cî naênim. Ji min mepirsin çima.
Şeva serê sala 2006ê ez û kurê xwe em derketin derve ji bo em li fetaşan temaşe bikin. Bi rastî dîmeneke bedew bû lê dilê min ne amade bû ko bi wê bedewîyê geş bibe.
Hate bîra min, dema ez di emrê kurê xwe de bûm, yanî 9 salî bûm, em jî di wê şevê de derdiketin li mala digerîyan. Yekî ji me cilin mekroh li xwe dikirin û maskeke davêt ser rûyê xwe, xwe dikir qirdikê (meymûnê) sersalê. Dema em li malan digerîyan, ji bo me kêfa xelkên malê bianîya me digot “Serê salê, binê salê Xwedê zarokekî (di eslê xwe de [kurekî] bû) bide kevanîya malê”. Ev e 15 sal in ez li derveyî welêt im û çi caran ev qirdik neketîye bîra min.Vêca çima îsal hate bîra min?
Roja 30ê meha 12ê, yanî rojek ji sala borî re mabû, Ebdilhelîm Xeddamî ji Parîsê, di hevpeyvînekê bi televizyona al-Erebîyê re de bombak gelekî giran teqand. Ji bo wan kesên Ebdilhelîm Xeddamî nasnakin ez dê bi kurtî wî bi xwendevanan bidim nasîn.
Ebdilhelîm Xeddam ji xelkên bajarê Banyasê, qeza wilayeta Laziqîyê ye. Ji sala 1963ê, sala inqîlaba hizba Bees, ve wezîfeyên bilind girtibûn. Piştî inqîlaba Hafiz Esedî di sala 1970ê de bû wezîrê derve yê Sûrîyê û dûre jî, di sala 1984ê de bû yek ji sê cîgirên Hafiz Esedî. Ew cîgirê pirsên siyasî û berpirsê doseya Libnanê bû. Piştî kongerya 10ê ya hizba Beesê di sala borî de çi tişt di destên wî de nema û mecbûr bû dest ji her tiştî berde..
Ebdilhelîm Xeddamî di hevpeyvîna xwe de hemû guneh û sûcên ko Detlîf Melîs di rapora xwe de Sûrîyê pê tawanbar kiribû bi awayekî ne yekser piştrast kirin. Tiştê herî xurt di gotinên Xeddamî de ew e ko mixaberatên sûrî nikarîbûn biryara kuştina Herîrî bi tena serê xwe bidana, yanî biryara kuştinê bi fermana Beşar Esedî, serokê komara Sûrîyê, hatîye standin. Ji xwe ev yeka ha bi me xerîb nayê, lê dema ji devê kesekî ko heta berî kêmî salekê cîgirê serokkomarî bû, dibe bombak ji iyara giran.
Ez dizanim nuha hinek di dilê xwe de dibêjin ma tir li ko û das li ku? Çi îşê qirdikê sersalê û hevpeyvîna Xeddamî bi hev re heyê? Ez dê bersîva vê pirsê di dawîyê de bidim.
Roja şemîyê, roja bi dû hevpeyvîna bi Xeddamî re hat weşand, parlementoya Sûrîyê civîya û piştî ko çend parlementerên beesî têra xwe cinêw û sixêf bi Xeddamî kir û sûcê xiyaneta (îxaneta) herî mezin pê ve zeliqand parlemetoyê biryar bi yekdengî da ko ji wezîrê dadeyê, Mihemed Xufari daxwaz bike ko dawakê bi sûcê xiyaneta herî mezin der heqê Xeddamî de veke.
Parlementoya Sûrîyê birûskek ji serokê Sûrîyê re şand, tê de ronî kir ko ew bi nave gelê ereb ê sûrî (baş e ko gelê kurd nakeve nav) li pişta serkirdayetîya wî ya hekîm û mêrxas radiweste. Di birûskê de hatîye ko parlemento gotinên Xeddamî tawanbar dike û ronî dike ko mebest ji wan gotinan helwêsta Sûrîyê di rûyê plana dujmin de qels bike. Parlemento bi nave gelî daxwaza mehkemeya Xeddamî bi sûcê xiyaneta herî mezin di heqê welat û gelî de dike.
Ji bo min Qirdikê sersalê ne ew parlementerên di parlementoya Sûrîyê de ne, ji ber ew tenê zirtekê pehlewên (klawn) di sîrkê de tînin bîra min. Qirdikê sersalê yê ko têr kenê min anî
Ebdilhelîm Xeddam e.
Di sala 2004ê de, di hevpeyvînekê bi kovara heftane sipî û reş (ev kovar ya kurê wezîrê parastinê, Hesen Turkmanî ye) Xeddam dibêje ko pirsa diyalogê li Sûrrîyê ne pirseke niştimanî ye ji ber ko çi pirsgirêkeke niştimanî li Sûrîyê tune ye, lê pirs siyasî ye, û hizba Beesê çi rojan derî li ber diyalogê bi hêz û rêxistinên siyasî re ji bo berjewendîyên welêt negirtîye. Ev diyalog divête di çarçeva pirinsîpên niştimanî yên hizba Beesê de be.
Di hevpeyvîna roja înê de Xeddam dibêje ko ew xwedîyê reformê bû û dema wî dît ko reform bi rê ve naçe wî dest ji hemû berpirsiyarîyên xwe yên siyasî û hizbî berda. Ew dibêje ko di nabêna rejîm û niştimanî de wî niştiman hilbijart.
Berê jî min digot ko di rewşa îro de ihtîmala ko xelkên vê rejîma xwînmij û dijwar bi hev kevin heye, û bi bawerîya min ev hevpeyvîna bi Xeddamî re gulleya despêka vî şerî ye.
Vêca qirdikê şeva sersala min Xeddam bû. Gotinên wî ken û kêfa min anîn, û herwekî hêvîya min ko di vê sala nû de rejîma Beesê li Sûrîyê jî hilweşe hinekî xurt kir. Lê hêvîya min ko deselat nekeve destê qirdikên wek Xeddam û Rifet Esed (apê Beşar Esed) ji ber ko ew bi xwe berpirsyarên pareke mezin ji trajîdya gelên Sûrîyê ne. |