STOCKHOLM, 27/12 2005 — Zatekî bi navê Kemal Seyîd Qadir bi hela hela li paytextekî ji paytextên xerbê, li Otrîşê, mejîyê xwe betal dike û zorê dide zikê xwe, devê xwe jî digire û dipeyive.
Çîrok û serpêhatîya girtina efendî tev ev e. Yên meraq dikin dikarin di vê sîteyê de çêrnameya efendî bixwînin.
Ji lewre tiştekî ko mirov ji hêla fikrê ve lê hûr bibe û fam bike ka efendî çi dibêje nîne.
Lê her çawa be jî xwedîyê çêrnameyê gihaşt armanca xwe û navê xwe him li gund him jî li gundên derûdor eyan beyan da zanîn. Bravo!
Ma bravo hew ji wî tenê re? Nexêr divê mirov rewşenbîrên gundê me jî pîroz bike!
Parêzerên azadîya fikrê, bêî ko çêrnameya efendî bixwînin, tavilê destê xwe avêtên qelemên xwe an jî li ber komputeran rûniştin û ji çêrnameya efendî re teorî çêkirin û bi navê rewşenbîrîyê hin ji wan li ber tv-yên tirkan şermezar man, hin ji wan çîrok birin ji berî heftê salî dest pê kirin û xwestin bidin zanîn ko ew çiqasî pêgirên azadîya fikr û heq û huqûqê ne.
Baş e, ne xem e, em ê berê xwe bidin dewleta sawa ya kurdan ko li başûrê welatê me hatîye avakirin.
Li wir yanî li Kurdistana Îraqê, bi gotineke din li Komara Kurdistana Îraqê, rewşa maf û azadîyan di çi radeyê de ye?
Bi dehan partîyên xwedî fikrên cuda, ji komunîstan heta bi îslamîstan, hene? Belê.
Bi dehan tv-yên cuda û xwedî xetên cuda hene? Belê.
Bi dehan rojname û kovar ko xwedî xet û îdeolojîyên cuda ne, hene? Belê.
Bi dehan komeleyên cuda û xwedî xetên ji hev biferq hene? Belê.
Kêmneteweyên ko li Kurdistanê hene, ango asûrî, turkmen û kildanî, xwedî maf in? Bi zimanê van grûban li dibistanan perwerde heye? Bi zimanê van grûban weşanên radio û tv hene? Bersîva hemî pirsan belê ye.
Ev grûb li parlamento tên temsîlkirin? Belê.
Lîberal, îslamî, mufazakar, demokrat, sosyalîst, komunîst, gundî, bajarî, cotyar, tucar û îdeolojî an jî grûbên civakî yên mayî kî bixwaze dikare partîyan ava bike û beşdarî hilbijartinan bibe? Belê.
Îbadetên dînî serbest in? Belê.
Vêca em bên ser bersîvên neerênî.
Wekhevîya jinan û mêran di hemî qadan de heye? Na.
Qanûnên heyî li gorî civat û dewleteke demokratîk in? Na.
Komara Kurdistanê xwedî dezgehên modern e? Na.
Civata kurdan xwedî tecrûbeyeke dirêj ya birêvebirina dewleteke modern e? Na.
Dezgehên dewletê û karmendên wan di maneya gerandina çerxa dewletê de, bi cîh bûne û kemilî ne? Na.
Mirov kare gelek xalên din jî rêz bike…
Lê mebesta vê nivîsarê ne ew e, me xwest em bi tenê rewşa azadîya fikrê di jiyanê de çawa ye li wê binihêrin.
Encam: Bi şertê ko heqaretên şexsî neyên kirin divê hemî fikir serbest bin û medya karibe li ser hertiştî di çarçoveya etîka medyayê de binivîse, lê hûr bibe û rastîyê derxê meydanê. Heqaretkirin, çêrname li temamê civat û dewletên demokrat sûc e û nakeve nav azadîya fikrê. Vêca cezaya çêrnameyan çi ye, divê çi be? Ew minaqeşeyeke din e. |