KURDISTAN, 3/4 2014 — Mirov li medyaya nêzîkî PKK-ê û BDP-ê û berpirsên wan partiyan binêre dê bibêje qey BDP-ê di hilbijartinên belediyeyan yên sala 2014-ê de li bakurê Kurdistanê biserketineka mezin bi dest xistiye. Lê belê di eslê xwe de BDP-ê li 25 wîlayetên bakurê Kurdistanê çaryeka dengên xelkê jî negirtiye û AKP-ê du caran bi qasî BDP-ê deng wergirtine.
Dema ko mirov dengên hemî 25 wîlayetên bakurê Kurdistanê bihesibîne dê bibîne ko AKP-ê 3 milyon û 529 hezar û 82 deng wergirtine. BDP-ê û HDP-ê bi hev re 1 milyon û 875 hezar û 491 deng wergirtine. Ya balkêş ew e ko partiya nijadperestên tirkan MHP-ê li 25 wîlayetên bakurê Kurdistanê 724 hezar û 227 deng wergirtine. CHP-ê jî 564 hezar û 215 deng wergirtine.
Heger mirov dengên MHP, CHP, BBP, SP, Hudapar û Hak-Parê li ser hev kom bike wan bi hev re 1 milyon û 782 hezar 919 deng wergirtine û dengên wan jî hema hema bibêje bi qasî yên BDP/HDP-ê ne.
Hejmara dengên partiyên esasî yên ko li wîlayetên bakurê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bûne wiha ye:
AKP: 3.529.082
BDP/HDP: 1.875.491
MHP: 724.227
CHP: 564.215
SP: 226.802
BBP: 166.059
HudaPar: 84.818
Hak-Par: 16.798
Kom: 7.187.492
Li seranaserê bakurê Kurdistanê li dor ji % 20-ê xelkê neçûne ser sindoqan û dengên xwe nedane. Heger mirov dengên kesên ko dengê xwe nedane bihesibîne dikare bi rehetî bibêje ko 1 milyon û 500 hezar kes neçûne ser sindoqan. Bi îhtimaleka mezin ji wan kesên ko dengê xwe nedane, terefdarên BDP-ê pir kêm in ji ber BDP wekî mîlîtanan kar dike û terefdarên xwe li malê nahêle.
BDP nanê Îsayê dixwe lê belê selewatan li ser Mûsayî dide
Dema ko mirov li nexşeya wîlayetên ko BDP lê bi ser ketiye temaşa dike bi rehetî dibîne ko BDP-ê li wîlayetên ko zêde di bin tesîra asîmîlasyonê de nemane û ji aliyê dîrokî ve hertim kurdayetî lê xurt bûye deng girtine. BDP û PKK di propagandaya xwe de argumanên kurdayetiyê bi kar tînin lê belê di siyaseta xwe de ”tirkiyecîtî” û çepgiriyeka kemalîst dikin.
Hevserokê BDP-ê Selahattin Demirtaş ji Elezîzê ye lê belê parlamenterê Hekariyayê ye. BDP-ê li wîlayeta Elezîzê ji % 5.65 dengan yanî tenê 18.604 deng wergirtine û hîç tiştek bi dest nexistiye. Li Elezîzê partiya nijadperest ya tirkan MHP-ê ji % 20.21 dengan yanî 66.584 deng wergirtine. Li Elezîzê partiya yekê AKP ye û CHP jî lê xurt e.
Heman nexşe li Meletî, Mereş, Entab, Sêwas, Adiyeman û hinek bajarên dî jî xuya dike. Yanî BDP-ê û PKK-ê di van 40 salên xebata xwe ya siyasî de tiştek li bajarên kurdan yên ko nêzîkî tixûbên Tirkiyeyê ne bi dest nexistine û PKK û BDP nanê wîlayetên ko berê jî kurdayetî lê xurt bû dixwin û di siyasetê de jî hertim behsa ”tirkiyecîtiyê” dikin.
Wîlayetên bakurê Kurdistanê
Ez digel vê nivîsarê cetweleka 25 wîlayetên bakurê Kurdistanê û ka kîjan partiyê çiqas deng wergirtine belav dikim. Wîlayetên bakurê Kurdistanê ev in:
1) Meletî, 2) Mereş, 3) Sêwas, 4) Entab, 5) Kilîs, 6) Ruha, 7) Adiyeman, 8) Elezîz, 9) Dêrsim, 10) Erzincan, 11) Erzirom, 12) Diyarbekir, 13) Bîngol, 14) Mêrdîn, 15) Mûş, 16) Batman, 17) Bidlîs, 18) Sêrt, 19) Şirnex, 20) Hekarî, 21) Wan, 22) Agirî, 23) Îdir, 24) Qers, 25) Erdexan
Hesibandina dengan
Ev lêkolîn li gor netîceyên hilbijartinan yên ko di malpera rojnameya Sabahê de belav bûne hatiye kirin. Duhî dema ko lêkolîn hat kirin zêdetirî ji % 99-ê dengan hatibûn hejmartin.
Li belediyeyên ”bajarên mezin” yên wekî Diyarbekir, Ruha û Meletiyê hejmara dengên meclisên belediyeyan hatine hesibandin. Li belediyeyên bajarên wekî Şirnex, Batman û Sêrtê jî hejmara dengên meclisên wîlayetan hetine hesibandin ji ber li wan bajaran belediyeyên merkezan û qezayan ji hev cida tên hejmartin.
Netîce
Netîceyên hilbijartinên li 25 wîlayetên bakurê Kurdistanê nîşan dide ko:
1) AKP li bakurê Kurdistanê partiya herî xurt e û du caran bi qasî BDP/HDP-ê yanî 3.529.082 deng wergirtine.
2) BDP/HDP-ê kêmtirî ji çaran yekê dengên xelkê bakurê Kurdistanê yanî 1.875.491 deng wergirtine.
3) MHP hê jî aktoreka xurt e û li bakurê Kurdistanê partiya sêyê ye û 724.227 deng wergirtine.
4) BDP-ê ji aliyê siyasî ve qazanceka nû li doza kurdayetiyê zêde nekiriye û tenê bi dengên wîlayetên ko berê jî kurdayetî lê xurt bû siyasetê dike. Yanî BDP nanê Îsayî dixwe û selewatan li ser Mûsayî dide.
5) Dema ko BDP û PKK di siyaseta bakur de behsa nûnerayetiya hemî miletê kurd dikin hîç esasek ji wê îdiaya wan re nîne ji ber kêmtirî ji çaran yekê dengên xelkê Kurdistanê distînin.
6) Çênabe ko partiyên başûrê Kurdistanê yan partiyên li parçeyên dî yên Kurdistanê qebûl bikin ko BDP û PKK li bakur nûnerayetiya hemî miletê kurd bikin û payeyeka mezin nedin BDP-ê û PKK-ê.
--------------
Ji i bo dîtina cetwela 25 wîlayetên bakurê Kurdistanê li ser vêderê bitikîne |