[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû
KURDISTAN, 21/4 2012 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî serdana xwe ya Emerîkayê û Tirkiyeyê duhî êvarî vegeriya Kurdistanê. Di vê serdanê de hem Emerîkayê û hem jî Tirkiyeyê bi awayekê aşkera ji serokê Kurdistanê re got ew piştgiriya miletê kurd dikin û heger Kurdistanê û Iraqê li hev nekir û Iraq parçe jî bû dê piştgiriya Kurdistanê û miletê kurd bikin.

Vê sala dawiyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi piştgiriyeka xeyalî ya Emerîkayê ji ser paça xwe çûbû û lêdixebitî ko li Bexdayê dîktatoriyeka nû ava bike û sîleh û balafirên şerî ji Emerîkayê bikire da pê kurdan û erebên sinî çavtirsandî bike. Bêminetiya Nûrî Malikî ya li hemberî kurdan û erebên sinî wisa kiribû ko li cem desthilata Kurdistanê jî gumanek di heqê niyet û polîtîkaya Emerîkayê de çêbûbû.

Lewra serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî got armanceka esasî ya serdana wî ya Emerîkayê ew bû ko fêm bike ka siyaseta Emerîkayê çi ye û ka Emerîka piştgira Iraqeka dîktatoryen û merkezî ye yan piştgira Iraqeka demokratîk, federal û pluralîst e.

Hem di civîna digel serokê Emerîkayê Barack Obamayî de û hem ya digel cihgirê wî Joseph Bidenî de serokê Kurdistanê bi berfirehî behsa niyet û planên dîktatoryen yên Nûrî Malikî û Iraqê kir û got miletê kurd ne amade ye digel Iraqeka wisa bijît û heger hedek bo Malikî neyêt danîn kurd hew tehemil dikin û dê cida bibin.

Piştî hevdîtina digel Obama û Bidenî ji Qesra spî daxuyaniyek derket ko Emerîka pêbenda soz û ehdên xwe yên digel ”Kurdistanê” û miletê kurd e û di wê daxuyaniyê de navê Kurdistanê bêyî biresera ”Iraqê” hat nivîsandin, yanî negot ”Kurdistana Iraqê” yan ”Herêma Kurdistana Iraqê”. Di daxuyaniyê de hat gotin ko Emerîka piştgiriya çareserkirina problemên Kurdistanê û Iraqê li gor destûra Iraqê dike.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî piştî hevdîtinên xwe yên digel Obama û Bidenî, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî da ber top û mîtralyozan û got ew Bexdayê ji rikeberên xwe re nahêle û heger nekare Nûrî Malikî bîne ser rêya rast dê Kurdistanê ji Iraqê cida bike.

Her di vê serdanê de Emerîkayê biryar da ko fonksiyona konsolosxaneya xwe ya li Hewlêrê xurttir û bilindtir bike û komîteyeka bazirganiyê ya emerîkî-kurdistanî jî hat ava kirin. Di hevdîtina digel berpirsên şirketa emerîkî ExxonMobilê de jî berpirsên şirketê diyar kir ko ew guhê xwe nadin tehdîdên Bexdayê û kontraktên xwe yên digel Kurdistanê betal nakin. Lewra jî Wezareta petrolê ya Iraqê 19-ê vê mehê ExxonMobil ji lîsteya 47 şirketên ko li Iraqê bikevin îhaleyên derxistina gaz û petrolê avêt.

Yanî şer û rikeberiya di nêvbera Kurdistanê û Iraqê de di hemî waran de bi aşkerayî xwe dide der. Mesele ne tenê Iraq e û herêma Rojhilata-nêvê hemiyê eleqedar dike. Sûriyeya mitefiqa Îranê û Nûrî Malikî jî di devê topê de ye û roja ko textê dîktatorê Sûriyeyê Beşar Esedî hilweşe dê li Bexdayê xew li Malikî jî biherime.

Ji bilî Emerîkayê mitefiqa herî nêzîk ya Kurdistanê li herêma Rojhilata-nêvê îro dewleta Tirkiyeyê ye. Heta niho jî gelek kurdan û gelek tirkan baş qîmeta vê tifaqa stratejîk ya di nêvbera Kurdistanê û Tirkiyeyê de fêm nekirine. Gelek kurd difikirin ko tirk dê wan bixapînin û gelek tirk jî difikirin ko Kurdistanek ava be dinya dê di serê Tirkiyeyê de hilweşe.

Lê belê di rastiyê de li vê herêmê miletên ko herî zêde mihtacî hevdu ne tirk û kurd in. Tirkiye û Kurdistan bi hev re dikarin rê li ber Îranê û mîhwera wê ya şî‘î ko digihî Sûriyeyê û Libnanê bigirin. Lewra jî wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu gelek caran dibêje qedera miletê kurd û miletê tirk heta ebedilabidîn pêkve hatiye girêdan û dê bi hev re bixebitin û bijîn.

Tirkiyeyê jî wekî Emerîkayê di sewiyeya serokdewletekî de pêşwazî li serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî pêr li qesra Dolmabahçeyê pêşwaziyeka germ li Mesûd Barzanî kir û paşê di rêya çûna Qeterê de serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi dijwarî rexne kir û got tiştên ko li Iraqê diqewimin ne elametên xêrê ne û got hem kurd, hem erebên sinî û heta hinek erebên şî‘î jî ji Nûrî Malikî û desthilata wî ya yekdestî nerazî ne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gulî jî duhî bi heman germahiyê li Çankayayê pêşwazî li serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û heyeta pê re kir û got wî dixwest ko rewşa Iraqê ji destê yekê û fêm bike.

Berî vegeriyana bo Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqereyê di preskonferansekê de cardî jî behsa îhtimala avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe kir û got:

— Heger problem çareser nebe em dê li gor biryara ko xelkê me bide hereket bikin. Dewleta serbixwe mafê xwezayî yê hemî miletên heyî ye. Heger aliyên dî yên Iraqê ji bo çareserkirina probleman ne amade bin hingê em mecbûr in li biryara xelkê xwe vegerin. Ji ber alternatîveka dî li ber me namîne.

Gelek kurd û tirk wisa fêm dikin ko Tirkiye li dijî avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe ye. Lê belê bi qenaeta min parametreyên stratejîk yên li herêma Rojhilata-nêvê wisa hatine guhortin ko hêdî Tirkiye jî xêra xwe di avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe de dibîne. Ji ber hindê ye ko Erdogan û Barzanî di meseleya Sûriyeyê de hemfikir in, di meseleya Iraqê de hemfikir in û di meseleya bêçekkirina PKK-ê de hemfikir in û tenê di metodên çareserkirina pirsan de dikare hinek ferqûcidahî hebin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hêdî ne li dij e ko Iraq parçe bibe û dewleta kurdî ya serbixwe lê ava bibe. Erdogan tenê dilê xwe bi Iraqê dişewitîne û dibêje ew dê xemgîn bibe. Duhî li Qeterê ji Erdoganî hat pirsîn ka endîşekeya wî ji bo ”yekîtiya axa Iraqê” heye yan ne û Erdoganî wiha bersiv da:

— Hêviyeka me ya wisa nîne. Em tişteka wisa qet hêvî nakin. Hon dizanin ji serî de hêviya me û daxwaza me ji bo Iraqê yekîtiya axa wê ye. Ti faydeya dabeşbûn û parçebûna Iraqê ji bo hemwelatiyên Iraqê jî nîne. Wekî dewleteka cîran û dewleteka bra, te rastî bivêt em li vêderê xemgîniya xwe ji bo Iraqeka parçebûyî û Iraqeka lawazbûyî diyar dikin. Ji ber Iraqeka parçebûyî wekî dewleteka cîran dê ne Iraqeka paşerojê ya xurt be. Ew dê xelkê Iraqê û dewleta Iraqê lawaz bike. Lewra em terefdarê yekîtiya axa Iraqê ne. Hêviya me ew e ko ti kes firsetê nede dabeşbûn û parçebûneka wiha.

Hêviya herkesî ew bû ko Iraqeka demokratîk, federal û pluralîst ava bibe û Kurdistan û Iraq bikarin bi hev re bimînin. Lê belê realîteyên li herêmê bi lez ber bi parçebûna Iraqê ve diçin û Tirkiye jî hêdî ne li dijî dewleteka serbixwe ya kurdî ye lê belê ji bo parçebûna Iraqê tenê “xemgîn” dibe.

Bila ew “xema” Tirkiyeyê jî bibe qurbana tifaqa stratejîk ya nû di nêvbera Kurdistanê û Tirkiyeyê de.

Bi qenaeta min serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî cepheya derve safî kir û bi pişteka qewîn ji Emerîkayê û Tirkiyeyê vegeriya Kurdistanê. Niho mesele ew e ka dê çawa li Kurdistanê û Iraqê siyaseta xwe realîze bike û pişta Nûrî Malikî bide erdê.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2012-04-21
Xwendin: 14986
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
Tirkiye kanaleka zazakî vedike û klasîkên kurdî çap dike (2010-04-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org