STENBOL, 19/12 2005 — Çi bipirsim ji dara hejîrê, bêdengiya te birektir e ji şûrê zemanan; girtina rojê an jî libîranîna mirinê, her bêfeyde ye ravekirina te. Di asêgehên kolanên serberjêr de, jiyanên tîj û dijwar û wehşên zemanan. Lehnet ji rûyê wan qalipmirovên di bin libasên sefîran de ne dibare; mirov dibêje qey wan rojekê tenê jî şîrê diya xwe nemêtîne bi helalî; li hember wan rûyên lehnetî zarok ji bêgunehiya xwe tên şermê. Ev çi lehnet e!
Germiyek nerma di nava singa pisîkekê de têrê dike ko xeyal li ser zemîneka req û qerisî jî bişkoj bidin, bibiriqin. Ava heyatê; lêdana dilê zarokekê; hevdengiya li gel rojê; heyat û riheta canim / Sabah-ul xeyrî ya Xanim.
"Li ber lingên min raboriya min dişewite; li jor di nav mijê de paşeroja ko mifteya wê nehatiye dîtin dibiriqe" -Gogol-.
Fitrata însanî xweragirtir e ji kulmên polayî. Rûyên bimeqyaj û bimaske hemî mehneyên xwe yên însanî winda kirine; celadên xewn û xeyalên zarokên kolanên serberjêr di bin libasên sefîran de digerin; karê wan reşkirina rastiyê û jehrkirina nanê zarokan e. Ev çi lehnet e! Ka xezeba Xwedê?
Azadî û rûmeta mirovan di germiya dilê zarokekê de ye! Helbet ew rûyên lehnet jê dibarin, ne xwe dibînin, ne germiya di dilê zarokan de his dikin û ne jî ji hêza rastiya bawer dikin.
Xetên kederên kûr û rûbirûbûna rasteqîniya însanî di rûyê zarokên kolanên serberjêr diyar dibe. Bêmaske, bêperde û bêspartek; rasterast. Çawa dibiriqin çavên wan, tîrêjên çavên wan wekî tîran in! Ew bi agirê dilê xwe kolanên seqemî germ dikin. Rûyê dayîkekê spî ziwa dibe; axîn diçin xar, oxîn dernayên... Siha zihniyeta dagirkeran dil û hinavan li mirov serûbin dike; keriyê barbaran çawa êrîşî mirovek xwedî kelam dike; ben nabînin ko wî pê bixeniqînin!
Sefîrên nîzama direwan, berdevkên tîran û despotan, bibînin raborî li ber lingan dişewite, paşeroj di nav mijê de dibiriqe; germiya dilê zarokan zemherîyan dihelîne; kulmên polayî neçar dimînin... dilên daketî û rûyên lehnet jê dibarin, siheka reş dixin ser wijdana mirovan; lê çar neçar dê fitrata însanî xwe ji wan keriyên barbar û 'abîdeyên nehletê' xelas bikin.
*
Lê çi bikim bêdengiya te na şibe ti çîrokan....
-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA Weşandin: 2005-12-19 Xwendin: 6313