STENBOL, 10/12 2005 —Her kolanek û her berderiyekê xweseriyên xwe, reng û bêhna xwe hene. Heta hikumraniya ko li kolanekê heyî dikare qet li kolaneka dî nebe, an jî hikumraniya kolana dî cidatir be... Hindek kolan hene serberjêr in. Tevli hemî gend û gelaþên ko tê de ne, ava pîs ya kanalan jî dipeqê û di wan kolanan de serberjêr diherike; ev coreyê kolanan ti carî xwe paqij nabînin hertim kort û çal in; her bêhna wan jî li gorî xemla dîmenên wan e. Lê kolan hene ko berevraz in û her kevirekê wan bi ciwankariyeka gelek biþiyan hatine raçandin, mirov dikare bi seetan li delaliya her kevirek ji wan binêre û coya wan kolanan jî di binê erdê de berevraz diherike.
Piçekê zehmet e ko heta mirov xwe bigihîne wan kolanên berevraz û bilindahiyên wan; lê mirov dikare gelek hêsanî xwe berdî wan kolanên serberjêr û xwe di þelîpegên wan de berde heta ko mirov "gindirî binê newalê dibe". Libinîketin ne tiþtek ew qes xirab e. "Tenê bila agirê nava dilê mirov sar ne be".
Ne þelipîm, bi rê ve diçûm, kolan serberjêr, þelîpek û gemar bû. Li ber dêreka Marunî rawestiyam, li jêrtir mizgeftek hebû, dêr û mizgeft di nav avahiyên bêþekil de bêmecal bûn. Benên kinc pê ve hatîn raxistin ji vî aliyê kolanê dirêjî aliyê dî dibûn... sereya kolanê wekî bazareka kevnekincan li asîmana hilawistî bû. Li ber derê dêrê ji sala borî ve kanalek peqiya bû; ava pîs kolan hemî zapt kiri bû. Kirexira xebatek dom û dirêj ji dêrê dihat diyar e ko dêra bi salan e mayî bêxwedî, dikir ji bêxwedîtiyê xilas bibe... Belko jî ev kirexira vê dêrê diyardeyeka têkiliyên yekîtiya Ewropa bû!
Li aliyê himber jineka salmezin xwedî pêçaneka bawermend wekî ko nû ji hecê hatî bû, rûyê wê wesa nuranî bû. Destê neviyê xwe yê du-sê salî re girtî bû, bi zarekê þêrîn li gel wî qise dikir û dibir dikana kêlekê. Du reþikên efrîkî li ber du kesên nêrûmê li ber dergeyek jêrtir rawestiya bûn. Li ber dergeyekê dî yê pêþber fahîþeyekê bi cilên xwe yên transparan û rûfiroþiya xwe ve bal dikiþand ser xwe.
Pazdeh-bîst metreyan wêdetir çend zarokêndînemêr di valahiyek ya rexa kolanê de, diyar bû ko bi hev re di rikberiyê de bûn, ka kîj alî dê hikmê xwe li ser yê dî bibire. Ji hal û helwesta yekê û zarokên dora wî diyar bû ko ew di vê kolanê de xwedî serweriyek xurt e; ji yên dora xwe hemiyan mezintir xuya dikir; temenê wî ne ji çardehê zêdetir bû. Piþtî kêr di binzak wî ketî min ew nas kir. Ew di nav þert û mercên hiþk ên wan kolanan de siqa bûbû; rûyê wî yê esmer wekî wan kolanan têr çal û birîn bûn; min ew ji berî salan dîti bû, ew wê çaxê hêj sê-çar salî bû û wî gul û desmal difirotin.
Li gor qural û qayideyên vê kolanê, zarokek ji wan yên ko li dora wî kom bûyîn bi qelaþî kêrek li binzika wî da bû û reviya bû... Wî tenê destê xwe yê çepê avêtî bû binzika xwe, xwînê di nav tiliyên wî yên stûr de diavêt. Ew li ser piyan bû, qet rûyê xwe jî nediqurmiçand. Ne wekî zarokekê, lê wekî serbazek yê di bereyê þerî de, bi sêberî -li paþ, li ber û bi kûrahî- serweriya 'koma' xwe didomand. Ne dengê giriyekê ji zarokekê dihat nê jî dengê qêrinekê ji dayikekê.
Di eslê xwe de zarok di wan kolanan de nagrîn, cih ji girî re tune ye. Her tiþt wekî devê kêrê birek e. Dijberiyên wekî agir û barûtê di nav hevde dikelin. Ev der qada dînamêtmirovan e... Polîs tenê li serê van kolanan barîqatan çê dikin; desthelatî û yasayên wan li van deran nabirin... Hikayetên cin û periyan, bi qasî yên mêrxasî û qeleþiyê ne bin jî, karîgeriyê li ser jiyana van kolanan dikin; cihê her xeyalên bêqusur jî di van kunç û kolanan de heye...
Ger mirov ji cadeya Kebîr, -bi navê niho Îstiqlalê- ber bi aliyê bakûrê rojavayê wê ve xwe berdi, piþtî kolanaka bi qasî sîh-çel metrayan dirêj û herdu aliyên wê dîsko barên modern biqedîne û kolana Cezayîrê ya ko li gor ciwankariyên Fransayê hatî nexþ kirin, bi çend gavan biqetîne û pê ve, tenê dimîne cadeya ko derketiyê pêþiya mirov, piþtî mirov ji wê jî derbasî aliyê dî bibe, êdî mirov dikare xwe berde kolanên serberjêr....
|