DIHOK, 25/11 2005 — Hilbijartinên pêşiya me dê bibe îsbatek ji bo pêbaweriya hikûmet û partiyên îqtidarê li başûrê Kurdistanê. Etablîsemana siyasî ya kurd di hilbijartina dawiyê de serkeftî bû, lê di referanduma destûrê de hejmara kesên ko dengên xwe dan kêmtir bû. Diyardeya ko bi zelalî nîşan dida, ko girse nerazî ye. Kêşeya kurd ji bo dewleteka neteweyî êdî hew dikare gel ji bo armancên ko etablîsemana siyasî li ser biryar daye, mobîlîze bike. Hebûna kurd êdî ne di metirsiyê de ye; tehdîda derveyî di maweyê panzdeh salan de dikarîbû bibe sebebek, ko gel çavên xwe li hin bêusûliyan bigirin.
Serçaveya vê tehdîdê ji holê hatiye rakirin û rewşa "normal" hema bêje dameziraye. Helûmercên hestyar wekî sebeba sereke ji bo hilbijartina dawî hatine rapêş kirin û lewre partiyên siyasî biryar da ko di lîsteyeka hevbeş, ango Hevpeymaniya Kurdistanê, de beşdarî hilbijartinan bibin. Di rastiyê de wan dikarîbû piştî hilbijartinê jî koalîsyonek ava bikira, lê tirsa dezentegrasyonê, bêbawerî û nakokiyên muhtemel wisa kir ko partiyên etablîsemanê biryara lîsteya hevbeş da.
Çend mehan bi dû hilbijartina parlament û serokatiya herêmê re hîn jî du hikûmet li Kurdistanê hene. Îdare û birêveberiyên lokal bêguman dikare tesîra erênî li ser desantralîzekirin û ji lewre li ser demokratîzekirina civakê hebe. Lê realîte bi teherekê din e; ji ber ko li Kurdistanê du taqimên wezîran hene; heryek bi asteng û problemên xwe ve. Li gor ragihandinên dawiyê dîsan partiyên etablîsemanê dê bi lîsteya hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin. Gelo parlamenta Kurdistanê dê heta kengê ji terkîba lîsteya hevbeş pêk bihêt? Rêxistinên kurd çima di jidestnedana kursiyên parlamentê de hewqasî israr dikin?
Demokrasiya lîberal bi aliyekê, demokrasiya kurdî li başûr neşê wekî demokrasiya hilbijartinî jî bihête şirove kirin, ji ber ko ti bijêre ji bo hilbijêran nehatiye hiştin. Partiyên siyasî yên kurd bi vê siyaseta xwe renge kontrola nîvçedewletên xwe ji dest nedin, lê ew dê meşrûiyet û îitbara xwe di nav hilbijêran de misoger bidorrînin. Demokrasiyeka saxlem pêdivî bi heyîna opozîsyoneka aktîv û rasteqîn e, lê celebekê modern ê muluk-ut-tewayifî ji bo vî pêkhînerê esasî yê demokrasiyê ti feza nehîştiye. Tehdîda derveyî û rewşa neewle ya Iraqê nikare meşrûiyetê bide vê hevpeymaniya napîroz.
Li ser gendelî û bêusûlî di îdareyên her du hikûmetan de bi dehan workshop û konferans pêk hatine. Lê gelo siyasetmedarên me yên hakim bi rastî bawer dikin, ko bêyî hebûna opozîsyoneka rasteqîn mirov dikare şefafiyetê biafirîne û rê li ber zeîbûna çavkaniyên welatî bigire? Yek ji pêkhînerên serekî yên demokrasiyê akontabîlîte (lêberpirsî) ye. Eger hilbijêran derfeta guhertina kandîdên xwe nebin, ko di haletê nerizayetê de wan biguherin, dê gelo emê çawan bişên qala akontabîlîteyê bikin? Ma gelo ti opozîsyon heye ko hesab û kitabê hikûmetê hûr binêre û bike bin sexbêriya xwe?
Tunebûna opozîsyonê bi aliyekê, li Kurdistanê ti sazî û enstîtusyon tune ko hesab û terazê wezaretan sexbêrî bike. Prosesa biryardêriyê bi giranî santral e; û ev biryar gelek caran bi awayekî keyfî, bêyî referans li têbîniyên enstîtusyonên pêwendîdar, dihêne tetbîq kirin. Her wezîr wisa diyar e, ko li gor dilê (bixwîne berjewendiyê xwe) xwe û însyatîfa şexsiya xwe dixebite.
Karûbarên îdarî ne li gor qaîdeyên pratîkeka diyarkirî û cihgirtî, lê anegorî nepotîzm, favorîtîzm û paternalîzmeka eşkere û bêperwa dihête meşandin.
Înfrastruktur (jêravahî) hatiye îhmal kirin, sîstema perwerdeyê bûye antîk û avakirina saziyên neteweyî ko dikarîbû fonksiyonên çavderî hebin ji ber guhan re hatiye avêtin. Siyasetmedarên me yên hilbijartî divê têbigihên ko pirsgirêkên ewlekariyê û rewşa aloz a Iraqê nema dikare meşrûiyetê bide kêmasî û qusûrên muessesseyî li Kurdistanê. Xelkê Kurdistanê zêdetir hizra neft, gaz, elektrîsîte û delîveyên înfrastrukturel dike heta rewşa Iraqê. Bi kurtasî ew bêtir fikra jiyana xwe ya rojane dikin.
Zanav û heyîna neteweyî ya kurdan eger ewle nebûbe jî bi awayekî ciddî li vî beşê Kurdistanê hatiye xurt kirin. Heta niha awirên me li tehdîd û dijminên derveyî bû, lê dema hingê gihîştiye ko em li hundir binêrin. Demokrasiya başûr lawaz û ber ziyandîtinê ye; siyaseta muluk ut-tewaifî û hikûmeta wezîrî wekî ko dihête tetbîq kirin, ne tenê siyaneta siyasetmedaran diherişîne, lê herwiha meşrûiyeta ko wan di maweyê bi dehan sal têkoşîn de wergirtine jî, ji wan distîne.
Demokrasiya hilbijartinî ya kurdî – bi rexma nekafîbûna xwe – divê transformî demokrasiyeka şefaf û lîberal be, ko têde yên hilbijartî terefê pêbawerî û îtibarê ne. |