[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Zimanekê yekgirtî yê kurdî; demontajkirina projeya netewesaziya kurdî
DUHOK, 25/10 2006 — Di medyaya kurdî de di navbera rewşenbîrên kurd de munaqeşe li dij û ji bo afirandina “zimanekê“ yekgirtî yê kurdî dihête kirin. Munaqeşe piranî li ser her du variyantên kurdiyê li başûr e, ango kurdiya bakurî û navendî, ko di raveya gelêrî de wekî badînî/kurmancî û soranî dihête nasîn, e; herçend ko ev navlêkirina ne li cih e jî. Berî destlêwerdana vê pirsa hestyar, divêt ez wekî zimannasekî hin faktayan li ser kurdiyê li gor qenaeta xwe ya skolastîk şirove bikim. Di nav niqaşên zimannasiyê yên bi siyasî durist (politically correct) di nav kurdan de, tenê “du-sê“ zaraveyên kurdî hene. Berê divêt em tixûbên zarave û zimanan diyar bikin.

Li gor hin akademîsyenan eger têgehîştina dualî di navbera du variyantine zimanî de hebe, hingê ew wekî zarave dihêne pênase kirin, yan na ew du zimanên têvel in. Ev krîtera herî pejirandî ji bo jihevcihêkirina zarave ji zimanî ye. Lê ev polîkirina (klasîfîkasyon) ne bê pirsgirêk e; swedî û norvejî wekî du zimanên ciyawaz dihêne dîtin, lê di navbera wan de têgehîştina dualî jî heye, di heman demê de hin zarave li Dalarna yan Jämtlana Swêdê wekî jêrzaraveyên swêdî dihêne hesibandin, bi rexma ko hema hema di navbera swêdîya standard û van du zaraveyan de têgehîştina dualî tune. Bi wateyeka din sînorên ka çi zarave çi ziman e pitir bi faktorên siyasî dihêne diyar kirin ta krîterên petî yên zimannasiyê. Gelek caran variyantek wekî zarave dihête pênase kirin, ji ber ko ne xwedî formeka edebî ye, yan axêverên wê bêdewlet in, yan jî prestîja wê ji zimanê standardîzekirî kêmtir e. Variyanta ko wekî ziman dihête pênase kirin bi gelemperî hatiye kodîfiye kirin û bi awayê enstîtusyonel ji aliyê dem û dezgehên dewletê ve dihête piştgîrî kirin.

Berovajî “zimannasên kurd“, akademîsyenên rojhilatî gava ko li ser mijara kurdiyê didiwênin, pitir qala “çend zimanên hevrêşe“ dikin ta “zaraveyên kurdî“. Hinek ji van akademîsyenan di polîkirina xwe de hingî dûr dikevin, ko bo nimûne Goranî (ji aliyê MacKenzi ve) û Dimilkî (ji aliyê Ludwig Paul ve) du zimanên bi temamî ciyawaz ji kurdiyê pênase dikin.

Di teraza di navbera van du ekstreman de, wate kurdên ko kurdî wekî zimanekî dibînin û akademîsyenên biyanî wekî MacKenzie û Ludwig Paul, mirov divê serincê bide realîteyê û ya rastî divêt bipejirîne ko kurdî ne zimanek lê navê grûpeka zimanan e, ko di hêla genetîk de pir nêzîkî hev in. Hersê variyantên ko di astê lekzîkal, wate ferhengî, de nêzîk hev in, kurdiya bakur (botî, badînî, serhedî, berfiratî, xerzî… û hwd), kurdiya navendî (soranî, erdelanî, mukriyanî, babanî) û kurdiya başûrî (îlamî, kirmaşanî, feylî û hwd) ne. Lê kurdiya bakûrî di astê rêzimanî de ji her du yên dî pir têvel e. Her du variyantên din, ko gelek caran wekî zaraveyekî hatine pênase kirin, wate goranî (tevî hewramî, bacelanî, zengeneyî û hwd) û dimilkî (dêrsimî, palo-çewlikî, swêregî û hwd) herçend di astê lekzîkal de nêzîk hev bin jî, lê ji ber dûrketina cografîk wan ji hev û cîrantiya bi zimanên din re di astê rêzimanî de ji hev dûr ketine. Bi kurtasî, niha pênc variyat, yan ligor derbirrîna zimannasan pênc zimanên kurdî hene. Hemû zimanên kurdî girêdayî grûpa bakûrê rojavayî ya îranî ne.

Hinek rewşenbîrên nerîtî yên kurd îdîa dikin ko divêt ji van pênc variyantan zimanekê yekgirtî bihête afirandin. Ji bo vê yekê tenê du prose muyeser in; yek jinûveavakirina zimanê “proto-kurdî“, berî ko kurdî bi ser zarave/zimanên ciyawaz de hate dabeşkirin, ya din berzkirina yek ji van variyantan bo astê zimanê neteweyî ko dibe zimanekê sûpralokal. Bijêreya yekem dê bibe egerê afirandina kurdiyeka şeşem, ko piraniya kurdan dê neşên jê têbigihên. Bijêreya duyem ew e, ko nasyonalîstan li gelek welatên din hilbijartiye.

Wekî Auer derdibirre: Kodîfîkasyona zimanê neteweyî pirê caran ne tenê wekî hengaveka giring, lê wekî gaveka cewherî di proseya netewesaziyê de hatiye hesibandin.“ Ev boçûna di proseya netewesaziya gelek welatan de misoger û serdest bûye. Loma vokabulereka hevpar ji bo avakirina netewe-dewletan hêmana serekî bûye.

Teorîsyenê lîberal Kymlica dibêje “netewe-dewlet“ bi awayekê konseptuel li ser bingehê zimanê hevbeş bûye hevzanavê “dewletê“. Lê ev boçûna pirsgirêkê tenê ji perspektîfa lîberalan, ko di vê babetê de bi teoriyên ekonomîst, nemaze yên çep, re hemxwanî heye û têde pirsgirêka zanav, wate huwiyetê bi desthilata siyasî ve girê nade. Ji ber ko bi zêdebûna mobîlîteyê û peywendiya nav-grûpî re eger em vê boçûnê dabirêjîn wê çaxê emê bikevine dîskurseka (soylem) asîmîlasyonîst. Projeya netewe-dewleta modern di teşeyê xwe yê klasîk de li ser esasê zimanekî dê rastewxwe ji bo projeya netewesaziya kurdî kontr-produktîv (ters tepen) û bêxêr be. Konsepteka weha serçave ji boçûnên jakobiyanîst digire, ko niha li cihanê, nemaze li Rojhilata Navîn, em êşa şiva wê dixwin.

Gava ko mirov li realîteya kurdan dinêre, pirsgirêk hîn arîşetir dibe, ji ber ko hemû zimanên kurdî formine edebî hene û axêverên hemiyan xwastekên biheq yên zimanî hene. Wekî berê jî hate amajekirin mobîlîte û peywendiya nav-grûpî van xwastekan hîn xurttir û şefaftir dike. Tenanet hinek grûpên zimanî yên kurdî, bo nimûne dimilkîaxêv, hingî di xwastekên zimanî yên xwe de pêşde çûne ko xwe grûpeka xeyrî-kurd pênase dikin. Êdî mirov dikare behsa nasyonalîzma zazayan jî bike. Hewramiyên goran vê dawiyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê – bi dîtina min biheq – daxwaza otonomiyê kiriye. Bi zihniyeta paranoyak, ev xwastek wekî dek û dolabên biyanîyan/dijminan li qelem dan, dihête wateya heman helwêstê ko tirkan li hemberî kurdan girtiye. Rastî ev e, ko peywendiya nav-grûpî di modernîteyê de konsepsiyona grûpên etnîk, herêmî û neteweyî frehtir kiriye.

Di arasteya qaşoka zimanê yekgirtî de em dê grûpeka zimanên atrofî, wate herrifî, û zimanekê sûpraloka û serdest biafirînin. Grûpa atrofî dê ji ber mobîlîte û peywendiya nav-grûpî ya xwe helwêsteka reaktîv (tepkisel) li hemberî zimanê serdest bigire, ko armanc heye bibe zimanê neteweyî yê fermî. Ji ber ko afirandina zimanê neteweyî, ko dê li ser bingehê zaraveyekê biafire, dê bibe sedema peravêzîbûna (marjînalîzebûn) variyantên din; di encamê de grûpa peravêzkirî dê tûşî nebantiyê (yabancilaşma - ötekileşme) bibe û dê di dawiyê de helwêstên cudaxwazane bigire. Yanê dînamîzma ko em kurd bi xwe li hemberî “dinên“ (öteki) xwe lê rast hatine, emê bînin serê xwe bi xwe. Lê dîsan jî cudaxwazî (bo nimûne cudaxwaziya zaza û goranan) ne bi qasî dîskursa asîmîlasyonîst ya tetbîqkirina zimanekê neteweyî yê yekgirtî, ko em dibijêrin, giring e. Bi hilbijartina vê dîskursê emê heman belayê bînin serê xwe, ko dijminê me heta niha aniye serê me.

Çareseriyên navincî hene, ko têde, bêyî herişandina hesta kohezyon û hevgirtinê, em dikarin dîskurseka zimanî ya demokratîk bidin pêşiya xwe, wate dîskursa plûrîsentrîzmê (pirnavendî). Plûrîsentrîzm dihête wateya zimanekê ko çend standardên wê hebin. Wekî em dizanin hemû variyantên kurdî wekî “kurdî“ hatine binavkirin, lê bi hilgirtina vê dîskursa plûrîsentrîk emê hem plûralîzma zimanî biparêzin hem jî bişên vî neteweyî liserhev ragirin. Kurt û zelal, bila her pênc zimanên “kurdîk“ bi awayekê fermî wekî variyantên neteweyî yên kurdî bihêne venasîn.

Hin kes renge îdîa bikin ko bêyî zimanê hevpar me dê çawan polîteyeka hevpar wate “Kurdistan“ hebe. Rast e, gel divê bişên bi hev re bidin û bistînin; ji bo hindê divê bişên sfereka komunîkasyona hevpar biafirînin û dîskursekê ji bo teşeyê vê polîteya hevpar, wate “Kurdistan“ rabigirin. Delîve û şiyana beşdarî di dîskursa giştî de du bingehên sereke yên hemwelatîtiya demokratîk in. Lê ev pirsa divê di sîstema perwerdeyê de bihête çareser kirin. Dîskursa plûrîsentrîk dişêt di vê sîstemê de bihête parastin. Divêt em hingê li hemberî monopola zimanekê ber xwe bidin û di şûna wê de li welatê xwe – wekî polîteyekê, ko têde hemwelatîtî dihête wateya çendîn zanavên zimanî û delîve û twanayîya herkesî hebe ko beşdarî dîskursa giştî bibe – plûrîlîngualîzmê (pir-zimanî) han bidin.

Plûrîlîngualîzma takekesane (bireysel çokdillilik) – ji xwe gelek kurd pirzimanî ne – pêşmerceka giring bo geşestandina zanavê kurdistanî ye, bila ev pirzimanî bibe nav-kurdî. Ji lewre, divêt Xwandegehên kurdistanî ji bo entegrasyona zanavên (huwiyet) têvel yên zimanî bihêne damezirandin û nebin dezgehên asîmîlasyona kurdan bi destê kurdan.

Hemû hewlên afirandina xwedêgiravî zimanê neteweyî yê yekgirtî yan kod-kopîkirinên xirab ji nasyonalîzmên cîranan – wekî kemalîzma tirkan û besîzma ereban – e, yan jî hewlên reaktîv ji bo gotina hindê ne, ko em “jî neteweyek in û ziman û kultura me yek e“. Di têkoşîna xwe ji bo netewesaziyê de, çê nabe em di îllîberalîteyê de ji “dinên“ xwe (ötekilerimizden) derbas kin. Eger em vê boçûna îllîberal hilbijêrin, dijmin ji bo me ne pêwîst in; projeya netewesaziya me dê bi xwe ji hundir de hilweşe.

Bêhrûz Şucaî
Zankoya Dihokê

-----------------------------------
Nivîskar: Bêhrûz Şucaî
Weşandin: 2006-10-25
Xwendin: 19975
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Déjà-vuyeka Iraqî di destûra bingehîna Kurdistanê de (2006-09-27)
Sîstema qedayî ya Kurdistanê kwasî-dîsîdent afirand! (2006-03-23)
Kurdistan divê demokrasiyeka bi naverok hilbijêre! (2005-11-25)
Dîskursa îranî – gavek bi pêşde, du gav bi paşde (2005-11-06)
Sîstema yekgirtî ya nivîsandinê – erebî yan roman? (2005-10-01)
Destûra Iraqê – sazişek pêkhatî ji mizgîniyan û nakokiyan (2005-09-11)
Li Tirkiyeyê krîza konseptuel di têgeha nasyonalîzma kurd de (2005-09-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org