DIYARBEKIR, 14/11 2005 — Di çareserkirin û pêvajoya mafqezençkirina miletan de deshilatdariya siyasî, idarî û welatî pirsgirêka sereke ye. Ev rastiya ji bo miletê kurd jî, hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li hemû beşên din yên Kurdistanê jî derbas dibe. Bêgengeşî ko ev yeka qanûneke civakî, siyasî û dîrokî ye. Ez jî wek kesekî ko doza kurd/Kurdistanê dişopînim, her demê desthilatdariya siyasî û îdarî û aborî ya miletê kurd, di têkoşîn û xebata xwe de pirseke sereke dibînim.
Helbet desthilatdariya miletê kurd, di şertên dewleteke federal de bi awayekî ye: Di sîstema federal de miletê kurd li Bakur, wek li Başurê Kurdistanê, li Kurdistanê desthilatdarî digre destê xwe, li tevayî Tirkiyeyê desthilatdariya siyasî-aborî û wekî din, bi miletê tirk re, gorî qanûneke nû ya bingehî parve dike. Lê di vê merhelê de kiletê kurd ji vê sîstemê dûr e.
Di şertên îro de miletê kurd, beriya desthilatdariya giştî nêzikî desthilatdariya herêmî ya îdarî ye. Di du hilbijartinên dawî yên hilbijartinên herêmî û şaredariyê de li ser navê miletê kurd û bi dengên kurdan li gellek bajar û qezeyên Kurdistanê ketin bin desthilatdariya Dehapê. Gorî demokrasiyê, îradeya miletê kurd tecellî kir û gihêşte ew encamê ko Dehap, ji nasnameya kurd/Kurdistanê re xwedî derkeve, qiymeta raya wan bizane, di ser xwe re tu desthilatdariyan nepejirîne. Lewra di demokrasiyê de îradeya milet û gelan jêder/serkaniya desthilatdariyê ye. Leşker û bûrokrasi jî, di bin desthilatdariya miletan de ye.
Hezar mixabin, Dehapêli bajarên ko desthilatdara îdarî ye, ji nasnameya kurd/Kurdistanê re xwedî dernakeve û qiymeta dengên miletê kurd nizane û encama vê yekê bajarên ko di bin desthilatdariya wan de jî, ji aliyê walî, bûrokrasî û serleşkeran ve tê birêvebirin. Heger Dehap, ji desthilatdariya kurdî ya bi riya demokratîk hatiye diyar kirin, xwedî derkeve, desthilatdariya siyasî ya li Enqereyê ko ya miletê tirk e, gelek bi hêsanî di derheqê bajarên kurd de qanûnan ji parlamentoyê derxe û biryarên jiyanî bigre: Desthilatdariya giştî ya merkezî mecbûr e ko hesabê desthilatdariya herêmî bike.
Ji aliyê din de, desthilatdariya siyasî ya sivîl ya li Tirkiyeyê, ji desthilatdariya leşkerî û veşartî aciz e. Dema ko berjewendiyên xwe xwast ji demokrasiyê re û iradeya milet re xwedî derdikeve. Lêbelê ji îradeya miletê kurd re, ji desthilatdariya kurdan re xwedî dernakeve, dixwaze ko desthilatdariya miletê kurd di bin bandora leşker û bûrokrasiyê de be. Yanî dema ko miletê kurd kete rojevê, demokrasî, edalet, wekhevî û wîcdan didin aliyekê.
Pêwîst e ko ew kes û dezgehên (Dehap) li beşekî Bakurê Kurdistanê li ser navê miletê kurd desthilatdariya herêmî dimeşînin, ji nasnameya kurd/Kurdistanê re xwedî derkevin, ji demokrasî û ji îradeya miletê kurd ya bi riya demokrasiyê hatiye diyar kirin re hurmetkar, rêzdar û qiymetdar be, desthilatdariya xwe ya sivîl bi kar bîne, rê nede ko leşker û bûrokrasiya dewleta Tirk wan îdare bike. Heta ew kes û dezgehên li ser navê kurdan desthilatdar in, pêşiya desthilatdariya giştî ya siyasî û dewleta merkezî bigre, rê nede ko li dijî miletê kurd û Herêma kurdan biryar û qanûn ji parlamentoyê derkevin. Desthilatdariya siyasî û dewleta merkezî hesabê wan bike, dema ko biryar girt wan bifikire.
Dema ko dewletê û desthilatdariya siyasî ya merkezî, desthilatdarên Herêma Kurdistanê nexe nav hesabên xwe, gori demokrasiya navneteweyî, peymanên navneteweyî û pîvanên Yekîtiya Ewropayê, mafên desthilata herêmê yê bêîtaatkariyê û serîlêdana Dadgeha Ewropayê heye.
Fransa: Sîstema ûnîter û otorîter ber bi hilweşandinê diçe
Ji panzdeh rojan zêdetir e ko li Parîsê û li tevayî bajarên Fransayê serîhildaneke bê armanc û bê raman didomîne. Seyare tên şewitandin. Dikan tên şêlandin û şewitandin. Li hemberî polîsên Fransayê şiddet tê bi kar anîn. Di nav van bûyeran de kesek/jinek jî hat kuştin: Dûr nîne ko hejmara kuştiya zêde bibe. Di encamê de dewleta Fransayê mecbûr bû ko piştî 50 salî, rejîma awarte diyar kir.
Di van bûyeran de, zêdetirînê beşdaran ciwan in, cîwanên ko jêdera wan welatên kolonî yên Fransayê yên kevn in. Ew yeka bi serê xwe helbet wateyekê dide serîhildana li Franseyê.
Piştî serîhildina li Fransayê, li welatên din yên Ewropayê jî, wek li Belçikayê û Elmanyayê jî bûyer pêk hatin, lêbelê zêde fireh nebû.
Li ser sedemên serîhildana Fransayê gellek bîr û rey tên ser zimên: Aborî, dewlemendiya Fransayê bi biyaniyan re wek prensîba wekheviyê parvenebûn, biyanîbiçûkdîtin, asîmîlasyona bi navê entegrasyonê, bêkarî, nedana derfeda perwerdeyê ji bo biyaniyan, sedemên bûyeran e.
Ev sedem yekûyek rast in. Lê belê her sedemek bi serê xwe, vê bûyera mezin û serîhildana Franseyê îzah nake. Ev sedemên yek bi yek tên gotin, encama sîstema neerênî ya ûnîter û otorîter e.
Wek tê zanîn Fransayê ji gellek guhartinên navneteweyî yên dîrokî re pêşengî kir: Şoreşa 1789-an li Fransayê pêk hat. Vê şoreşê ji miletên Ewropayê û dinyayê re riyeke nû vekir. Pîvanên navdar, wek pîvana azadiyê, wekheviyê û biratiyê xiste literatûra siyasî û çand û huqîqî ya dinyayê. Lêbelê li Fransayê ew pîvan bi xwe pêk nehatin.
Fransayê ji ”serdema ronahiyê” re pêşengî kir. Di avakirina Yekîtiya Ewropayê de rolekî sereke lêhîst. Ji Tirkiyeyê û ji gelek dewletên din yên otorîter û ûnîter re rasterast bû model. Ez dikarim bibêjim ko rejîm/sîstema Fransayê ya ûnîter, ji dinyayê re bû çandeke neerênî ya siyasî û dewletî. Fransayê gellek fîlosof derxistin, wek Bernard Russel û Jan Paul Satre û Jean Daniel.
Sîstema Fransayê, sîstemeke demokratik ya nasnameyan nas dike, nîne. Fransayê çawa ko ji avabûna Yekîtiya Ewropayê re roleke sereke lêhîst, çanda xwe ya ûnîter jî xist merkeza avayiya Yekîtiya Ewropayê. Ji bona vê yekê, YE nikare ko pirsgirekên nasnameyan çareser bike û demokrasiya YE-yê nikare bibe demokrasiya nasnameyan.. Ji bona vê yekê jî, di pêwendiya YE-yê û Tirkiyeyê de jî pirsgirêka girêdayî vê mentalîteya otorîter didome û ew ji bo pirsgirêka kurd/Kurdistanê jî astengek e.
Ev bûyer û serhildana li Fransayê nîşan dide ko sîstema ûnîter û otorîter ber bi hilweşandinê diçe. Ev pêvajoyeke erênî ye. Ev pêvajoya dê di sîstema YE-yê de jî bibe sedema guhartinê. Ji bona ko demokrasiya YE-yê bibe demokrasiya nasnameyan.
Tiştekî balkêş: Serokwezîrê Tirkiyeyê nîşan da ko sedema van bûyeran qedexeya tûrbanê ye. Ev tê wê wateyê ko kurd li Tirkiyeyê her demê xwediyê maf in ko li hemberî sîstema ûnîter, otorîter û kolonyalîst, serî hildin. Lê belê ne mimkin e ko mirov fêm bike çima ew hewqasê li hemberî kurdan dijminahiyê dikin. Ji aliyê din de ev daxuyaniya serokwezîr nîşan dide ko li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin nîne, kêşeya kurd û Kurdistanê çareser bûye.
Serokwezîr gerek baş bizane ko kurd jî zanyar in û dinyayê dişopînin. |