STENBOL, 12/11 2005 —Ez di serî de bêjim, ez qet ti þikê ji kurdayetiya Ferhat Þakelî nakim, berî ko ew bibe akademîsyenek kurd/mamostayê zimanê kurdî ew pêþmergeyekê kurdayetiyê bû û her wekî insan jî ez wî nas dikim û jê hez dikim... Yên ko rêzdar Ferhat Þakelî nas dikin bîr û dîtinên wî yên di warê elfabeya kurdî-latînî de jî dizanin. Bi ya min ne rast e ko ji ber van bîr û dîtinên Ferhat Þakelî, helwestên 'total' li pêþber wî bên girtin, daxwaziya ji kar derxistina wî bê kirin û an jî þik bikeve ser "kurdayetiya" wî. Ev tundî û hiþkiyek e; bi tundî û hiþkiyê derfeta ko mirov hevdu rast fehm bike dernakeve pêþ...
Ji aliyê pêþniyarê ve jî; - her çend tund û hiþk jî be - Ferhad Þakelî ji kurdan re nabêje werin ji dest ziman û neteweya xwe berdin bibin ereb, bibin tirk an jî bibin her miletek dîtir. Ew li gorî 'argumentên' xwe wekî diyalekt, diyalekta soranî esas digire her li gorî bîr û dîtinên wî elfabeya erebî-kurdî ji bo kurdî elfabeya herî baþ e. Her dibe ko wekî hizr û bîr, rêzdar Þakelî ti qimetî nede 'devoka' kurmancî jî, ev jî dîtina wî ye. Mirov dikare ji aliyê vîzyona neteweyî ve van ditinên Ferhad Þakelî minaqeþe bike, gelo ka ev dîtinên Þakelî çend li gel vîzyon û asoyê neteweyî diguncin an jî ka çend 'lokal' dimînin? Lê ne tiþtek baþ e ko Ferhad Þakelî ji bo dîtinên xwe bê "aforoz" kirin.
Li gorî dîtina min jî; beriya her tiþtî, ji aliyê praktîzekirina fikrê ve, fikr û metoda bicihanîna fikrê ya Þakelî li hev nayên. Çima?
Rêzdar Þakelî, dibeje "zimanê standartê kurdî, soranî ye" û her li gor dîtina wî divê kurd hemî hînî vî zimanê standard bibin. Baþ e, ka dê kurd çawa hînî vî zimanê standart bibin, ne ji bo vê jî divê pêþiyê elfabeyeka yekgirtî hebe û sedê heftiyê kurdan vê elfabeya rêzdar Þakelî diparêze nizanin. Wekî dî, ka çi rê û derfet heye ko sedê heftiyî (%70) kurdan hînî elfabeya erebî-kurdî bibin û ji aliyê pratîkê ve ev, mimkin e gelo? Ji bo bersîva vê pirsê hurkêliyek dûr û kûr pênavê, qet ne mimkin e ko di þert û mercên dinyaya îro de sedê heftiyê kurdan rabin ji nû ve li elfabeya erebî bizivirin û hîn bibin; ev wekî ko tu berê deveyê bidî kaþên Kurdistanê ye, wesa zehmet e.
Lê bi ya min rêya ko kurd hemî baþ li soranî serxwet bibin gelek rihet e; ew jî tinê elfabeya kurdî-latînî ye. Ger latînî bûya, çi rojname, kovar û pirtûkên bi soranî derdiketin dê ji aliyê kurdên kurmancîaxêv ve gelek hêsanî bihatibûna xwedin û ger kurmancîaxêvan bidîtibûna ko zimanê standard soranî ye, dê bi vî hawayî gelek hêsanîtir xwedîtî li vî zimanê standard bikirina, divê ti kompleksek wesa di kurdên kurmancîxav re nebe ko "ka çima kurmancî ne standard e, soranî standard e?". Hon dixwazin kurmancî, soranî, zazakî, hewramanî an her çiyî dî; bi têkel, bi hev re an jî her yekê bi serê xwe - tinê bingeh ji dara kurdayetiyê be - bila bibin zimanê standard û fermî; lê divê riya wê hebe. Ji bo vê yekê jî divê mirov xwedî vîzyoneka neteweyî be û rêbaza ko herî rasyonel e û bi hawayekê giþtî neteweyê serhev ve tîne divê mirov bi kar bîne, ne bi hiþek "lokal" hewl bide ko ti encam jê neyê girtin.
Ji aliyê dî mixabin, iddiayên rêzdar Þakelî yên ko ew, Celadetî û bedirxaniyên wekî wî bi casusiya 'împeryalîstan' tawanbar dike, ne mijara minaqeþe û axaftinên cidî ne. Dibe ko mirov ji fikrekê, ji îdeolojiyekê hez neke, lê ev nayê wê wateyê ko mirov rabe, wan kesên wê îdeolojî û fikrê diparêzin, bêdelîl li gorî niyeta xwe wan tawanbar bike... Îddiayên wiha bêdelîl û bêbingeh beriya hemî kesê xwediyê xwe diêþînin... Ez wesa bawer dikim ko ya herî biraderên me yên kurmancîaxêv aciz kirî, ew iddiayên Ferhadî yên bêspartek in!
Vêca em bên ser tecribeyaka dirokî û hikayeta Mesrop:
"...Zimanê ermenî ji nivîsandina metnên olî û ji yên jixeyrî olî bêpar bû, heta zimanek ji gelek diyalektan pêk dihat û elfabeyaka wî jî tine bû. Dêr, di herêmên rojavayê welat de di bin karîgeriya grekî de û di herêmên rojhilat de jî din bandora suryanî de bû, lê pirtirînê xelkê [ermeniyan] ji van herdu zimanan jî fehm nedikir. Lewra ko ev lîturjî û diayên bi zimanên biyanî dihatin xwendin, ji boyî ko ji aliyê cimaetê ve bên fehm kirin, pêwistî bi pergalekê hebû. Ji ber vê yekê jî li dêrê, ji bo ayînxwendinê du grubên xweser hatin pêkanîn: yên ko kitêba pîroz û metnên dî dixwendin (Vendzanogh), û yên ji bo cemaetê ev werdigerandin ermenî (Thargmanitsh). Ber bi dawiya esrê çarê ve rewþ wiha bû û ji bo ev tevlihevî ji navê rabe, katogîgos Sahak dest bi lêgerina çareseriyekê kir. Wî ev çare, bi lêkrasthatineka bextewarî, li nik ermeniyekê xwedîþiyan dît ko îro edebiyata eremeniyan bi hemî hebûn xwe deyndarên vî camêrî ye. Ev kesê xwedîþiyanê ko bi navê Mesrop, ew kes bû ko Sahak bixwe ew 396-ê li derê dabû qebûl kirin. Mesropê ko berê katibê qral bû û þagirtê metranî jî bû û her ji aliyê metranî ve li cihên welêt yên dûr ko hînkariyên putpersetî û jirederketinan li wan deran dibûn, hatibû wezîfedar kirin.
"Mesrop, ji bo binyata pûtperestiyê û rê û reçikên nerast kor bike û tevliheviyê ji navê rake, di van geriyanên xwe de pewistî bi kitêbeka pîroz ya bi zimanê ermenî dîtî bû. Derma ko ew zivirî Aþîtaþê [bajerkê pîroz yê Mûþê] wî fikra xwe ya li ser pêdivêyiya elfabeyeka ermenî ji metranî re got. Metran ev projeya Mesrop baþ dît û ji bo vî karî komisyonek teybetî demzirand û arîkariya dewletê jî ji qral Vramshapoon wergirt. Di dawiyê de, alfebeyeka ji sihûþeþ [36] herfan pêk tê, di destpêka esrê pençê de ji aliye Mesrop ve li Balahavitê (Palu) hat amade kirin û Sahak û dêrê jî ev elfabe qebul kirin; piþtre di esrê dazdehê de du herf dî li vê elfabeyê hatin zêde kirin... Vê yekê, (...) ne tinê yekgirtina diyalektên ermenî û standartîzekirina zimanê ermenî pêk anî. Her pêþî li dabeþkirina neteweya ermenî jî girt ko ermenî di bin dethilatdariya grekan û persan de hati bûn dabeþ kirin." (Doðu Hýristiyanlýðý Tarihi-Dîroka Xiristiyaniya Rojhilatê, Prof. Aziz Atiya, rup.353, weþanxaneya Doz-ê)
Çi bêjîn, Mesrobekê me direng jî be, derketi bû, lê mixabin, ew qral û dewleta ko arîkarî û piþtgiriya wî Mesropê (Celadet) kurd bike tine bû; gelo dê îro hebe? Gelo ka ew hîkmeta ko Ehmedê Xanî li hêviyê bû?
Elbet, bersîv ne "aforozkirina" Ferhad Þakelî ye |