DIYARBEKIR, 2/11 2005 — Di van rojên dawî de di navbeyna Komara Tirkiyeyê û Başurê Kurdistanê de pirsgirêkeke gelek balkêş ko aqil qebûl nake heye. Ne van rojên dawiyê tenê, ji sala 1992-î vir de li tûxûba Kurdistanê û Tirkiyeyê, alaya Kurdistanê hatiye hildan. Wisa diyar e ko her ko Başurê Kurdistanê ber bi derwleteke bi îstiqrar ya federe diçe, dewlete federe ya Başurê Kurdistanê di qanuna bingehî ya Îraqê de cîh digire, serokdewletê federe berêz Mesûd Barzanî ji aliyê dinyayê û bi taybetî jî ji aliyê Emerikayê ve tê pejirandin û ji aliyê dîplomasî û huqûqa navneteweyî de tê erê kirin, xuya ye ko li Tirkiyeyê demara nîjadperestî dilive û derbasî hereketê dibe.
Berpirsiyarên Tirkiyeyê, ji berpirsiyarên dewleta federe ya Kurdistanê daxwaz kirine ko alaya Kurdistanê li tixûba Xabûrê, helbet li aliyê Kurdistanê hilnedin. Mirov vê helwesta Tirkiyeyê, hem ji aliyê dîplomasiyê de, hem ji aliye huqûqa navneteweyî û huqûqa Îraqê de, hem jî ji aliyê realîteya Rojhilata Navîn û guhartinên li Îraqê nikare fehm bike û şirove bike. Bes mirov vê helwesta Tirkiyeyê, bi aqilê wan yê nijadperestî û dijminahiya wan ya li hemberî kurdan û Kurdistanê dikare bixe ciyekî.
Wek tê zanîn, piştî salên 1990-î alaya Kurdistanê li Başurê Kurdistanê hatibû hildan. Dema ko rojnamevan, hevwelatî û berpirsiyarên fermî yên Tirkiyeyê diçûn-dihatin Îraqê û Başurê Kurdistanê bi vê rastiyê re bi hezaran/mîlyonan caran rûbirû bibûn. Ev rastiya ji bo dîplomat, hevwelatî û rojnamevanên Emerîkayê, welatên Ewropayê jî tiştekî aşkere ye. Bi taybetî jî, piştî hilbijartinên giştî û avabûna parlamentoya Iraqê ya demokratîk, amadekirina qanuna bingehî ya Îraqê ko pişt re bi referandumê hat erêkirin, Berêz mam Celal bû serokkomarê Îraqa federal, berêz Mesûd Barzanî ji bû serokê dewleta federe ya Kurdistanê. Dewleta federal, parlemanterî û pirrpartitî, dewlete federe ya Kurdistanê hat pejirandin, helwesta Tirkiyeyê bes di çarçewa bêaqiltî û nijadperestîyê de mirov dikare şirove bike.
Li Îraqê, serokên ereban, serokwezîr û serokmeclisê Îraqê yên ereb, sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban, dîplomatên cîhanî li bin alaya Kurdistanê rûdinin, civînên xwe yên girtî û vekirî pêk tînin, tu kes û bi taybetî jî ereb li dijî alaya Kurdistanê dernakevin. Gelo tirk bi çi mafî dikarin li dijî alaya Kurdistanê derkevin, mirov fêhm nake. Welat û serokên ereban dewleta federe ya Kurdistanê nas dikin, ma mafê Tirkiyeyê heye ko li dijî dewleta federa ya Kurdistanê derkeve?
Tiştekî aşkere heye ko kurdên Bakura Kurdistanê, li Tirkiyeyê li vê merheleyê dewleta federe, alaya xwe, deshilatdariya welatê xwe û parvekirina deshilatdariya giştî li Tirkiyeyê daxwaz dikin. Lewra di van şertan de, lidijderketina Tirkiyeyê li hemberî alaya Kurdistanê li Başurê Kurdistanê, tê wê wateyê ko Tirkiye li dervayî dinyayê dijî û ji rastiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dûr e. Gelo bi vê paşvemayina Tirkiyeyê û helwesta nîjadperestî, Tirkiye dê çawa bi Yekîtiya Ewropayê re lihevûdu bike.
Doza alaya Kurdistanê dom dike!
Di 16.11.2005-an de li Dadgeha Diyarbekirê ji bona ko min di Can TVê de gotibû ko alaya Tirkiyeyê ne alaya Kurdistanê ye û kurd bi xwe xwediyê alayekê ne, ji bona ko miletê kurd li Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe yên miletî bêpar e, nikarin ko ala xwe ji bilind bikim, doza min dê dest pê bike. Di dadgehê de ji bo alaya Kurdistanê kurd û hêjayiyên din yên miletê kurd ezê bîr û reyên xwe bi firehî diyar bikim. Di lêpirsîna dozkarê Komara Tirkiyeyê de bi kurtî min ev rayên xwe yên li Can TVê anîbûn ser zimên, gellek aşkere parast û xwedî derketim.
Gelo Enqere di xewê de ye?
Dewleta tirk û berpirsiyarên wan yên wekî wezîrê karên derve dibêjin ko gelo Bush çima berêz Mesûd Barzanî wek serokdewlet pêşwazî kir?
Ev nerîn û helwest nîşan dide ko berpirsiyarên tirkan û dewleta tirk, hîn ji xewa kûr ranebûne; rastî û guhartinên li Rojhilata Navîn û li Îraqê pêkhatine, naxwaze bibîne.
Ji bona vê yekê jî gellek aşkere ye ko Tirkiye bi hevûdîtina berêz Mesûd Barzanî û serokdewletê Emerîkayê jî gelek eciz bû. Ji bona vê yekê jî, nerîn û helwestên neaqilane diyar kir. Got ko serokdewletê Emerîkayê çima berêz Mesûd Barzanî wek serokdewlet bi nav kir û û pê re rûnişt.
Heta dikarî bibêjî ko berpirsiyarê wezîrê karê derve skandaleke dîplomatîk nîşan da û ji bona ko serokdewletê Emerikayê ji berêz Mesûd Barzanî re gotiye “serokdewlet”, ji berpirsiyarên Emerikayê yên karên devre lêpirsîn kirine. Helbet skandalên wan li wir nesekinîn, bi helwest û nerînên xwe, hebûna dewleta federal ya Îraqê jî nemeşrû îlan kirin. Daxuyaniyên berêz Mesûd Barzanî, hezim nekirin, daxuyaniyên li berjewendiya wan jî, biçûk dîtin.
Helwesta Tirkiyeyê li hemberî hevdûdîtina berêz Mesûd Barzanî û serokdewletê Emerîkayê berêz Bush huquqî nîne; ji huqûqa navneteweyî re jî rêz û hurmeta wan tune ye. Li Îraqê gav bi gav avabûna dewleta federal nayê pejirandin û meşru dîtin. Gelek aşkere ye ko di avabûna dewleta demokrat û federal ya Îraqê de hilbijartinên giştî gavek e û merhela yekemîn bû: Encama hilbijartinê, meclîsa federal ya Îraqê ava bû, berpirsiyar û nunerên miletê ereb, kurd, tirkmen, aşurî û grubên din yên civakî di meclîsa federal de cîh girtin. Berêz mam Celal bû serokdewlet. Hukûmeta federal, gorî qanûn û çanda dewleta federal ava bûn. Miletê kurd deshilatdariya siyasî ya tevayî parva kir û di hukûmeta federal de cîh girt. Berêz Mesûd Barzanî bû serokdewletê dewleta federe ya Kurdistanê.
Di merhela duyemîn de reşnivîsa (bernivîsa) qanuna bingehî ya dewlet û civaka federal ya Îraqê hat pejirandin û pişt re ji raya giştî ya miletên Îraqê re pêşkêşî rêferandumê bû; encama rêferandumê qanûna bingehî erê bû. Erêbûna qanûna bingehî, dewleta federal ya Îraqê, serokdewletbûna mam Celal; hebûna dewleta federe ya Kurdistanê û serokdewletiya dewleta federe ya Kurdistanê berêz Mesûd Berzanî fermî kir, tescîl kir û ji bona vê yekê erêkirina koma Neteweyên Yekbûyî jî ne pewîst e. |